Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Awazek Qedîm û Zelal

Edîtor: Nucan Serdoz
05/01/2024 - 18:27
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Awazek Qedîm û Zelal
ParvekeTweet

Dengbêj Baqî Xido di sala 1913’an de li navçeya Şêran ya ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û dengbêjê deşta Sirûcê ye. Navê bavê dengbêj Baqî Xido, Xidoyê Hindawî û navê dayika wî jî Emşa Mesto ye. Baqî Xido ku du caran zewiciye, ji herdu hevjînên wê 12 kur û 8 keçên wî hene û heta niha jî zarokên wî li bajarê Kobanê dijîn. Dengbêj Baqî Xido jî weke gelek dengbêjên kurdan yên navdar, dengbêjekî mezin û di nava gel de bi nirx bûye. Ew ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe destanên klasîk û serpêhatiyên Kurdan bi dengbêjiya xwe parastiye. Dengbêjê Kurd Baqî Xido ku li Rojavayê Kurdistanê ji dayîkbûye, li seranserê Deşta Sirûcê, parêzgeha Riha, Dîlok û Cizîrê yên Bakurê Kurdistanê jî binavûdeng bûye.

Dengbêjê Kurd, di sala 1995’an de ji ber sedema nexweşiyekî dest ji dengbêjiyê berdide. Jiyana dengbêj Baqî Xido bi feqîrî û perîşaniyê derbas bûye. Di dengbêjiya Baqî Xido de roleke mezin ya Mihemed Dûman ku jêre li kemanê daye û Mihemed Gulî ku jêre li tembûrê daye, heye. Dengbêj Baqî Xido xwedî hunereke dewlemend bû ye û gelek plakên wî yên mûzîkê hebûne û piştre jî gelek kasêt tomar kiriye. Baqî Xido di jiyana xwe de fêrî 5 zimanan bûye, ew jî zimanên: Kurdî, Erebî, Tirkî, Ermenî û Fransî bûn û ew li her 4 welatên Sûriyê, Tirkiyê, Iraqê û Lubnanê geriya ye. Carekê ew û kemanjen Mihemed Xelîl Xazî ji aliyê Komeleya El-Erz ve ji bo welatê Lubnanê hatibûn vexwendin. Dengbêj Baqî Xido bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Delalî Qîzikan, Lo Dilo û gelek stranên din ku gotiye, bûye xwedî navûdeng û ew dengê wî li çar aliyên Kurdistanê belav bûye.

Her çend di dema Baqî Xido de dezgehên medyaya Kurd û derfetên pêwîst gelek kêm jî bû, lê tevî wê jî berhemên dengbêjê Kurd heta niha zindî mane û hîn jî gel guhdar dikin. Stranên Baqî Xido ji aliyê nevî û zarokên wî ve jî tên gotin. Ji bilî Kurdan, gelên din jî bi riya Baqî Xido guhdane çand û dîroka Kurdan. Weke mînak, jineke Swîsreyî teza xwe ya Doktora bi zimanê Inglîzî li ser destana Dewrêşê Evdî ya ku Baqî Xido gotiye, amade kiriye.

Baqî Xido berî wefat bike, bi amadebûna nêzîkî 600 kesên ji rewşenbîr, nivîskar û xwendekarên zanîngeha Helebê ve tê xelat kirin. Baqî Xido di 7’ê Sibata sala 2009’an de li bajarê Kobanê koça dawî dike û xelkê Kobanê bi merasîm û beşdariyeke girseyî ya mezin, xatir jê dixwazin. Ew bi şêweyekî pir bi rêz û bi nirx, tê oxir kirin û li goristana gundê Termik li Kobanê tê veşartin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir

Li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir

Aygul Doku: Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye

Aygul Doku: Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Gerîlla TV dîmenê çalakiya li Bêzokê weşand!

    73 Parve kirin
    Parve Bikin 73 Tweet 0
  • “Heta Lêdana Dengê Dilê Xwe yê Dawiyê Ez ê bi We re Bim”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan, li Şehba komplo protesto kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla TV dîmenê xistina Akinci weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Heseke bi pêşengtiya ciwanan manîfestoyê Rêber Apo tê nîqaş kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.