Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

‘Em ê nehêlin ku dagirker bi rehetî bimînin û bi rehetî vekişin!’ – 49 dagirker hatin cezakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
22/11/2023 - 11:08
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 7 mins read
A A
‘Em ê nehêlin ku dagirker bi rehetî bimînin û bi rehetî vekişin!’ – 49 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Yekineyên gerîla yên bi tevger ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dagirkeran şer dikin, ji bo girên ku artêşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê hewl dide lê bi cih bibe ji dagirkeriyê paqij bikin, operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.

Gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe ji ANF’ê re vegotin.

Ji gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengî ji çalakiyên li qadên berxwedanê yên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl re dikin Têkoşîn Bilikî diyar kir ku rizgarî wê bi têkoşîna çekdarî bibe. Têkoşîn Bilikî got, “Ne bi têkoşîna çekdarî be rizgarî û azadî pêk nayê. Em ji Zîlan hînî fedaîbûnê, ji Sara hînî partîbûnê, ji Bêrîtan jî hînî şerkirinê bûn. Îro di tunelên şer û qadan de gelek hevrêyên me hene ku mîna wan bûne pêşeng. Bi îlhama ku me ji wan girtiye, îro em xwe ji vê operasyona şoreşgerî re amade dikin. Pêvajoya herî girîng a şer, amadekarî ye. Me keşif, îstixbarat û planên xwe temam kir. Serweriya me li ser çekên me heye û ya herî girîng jî moral û motîvasyon di asta herî bilind de ye. Em bi îkna ne ku em ê teqez vê operasyonê bi ser bixînin, em ji serketinê bawer dikin.”

‘ÇI DIKIN BILA BIKIN, EM Ê WAN JI WIR DERXÎNIN’

Ji gerîlayên HPG’ê Çetîn Serhat jî wiha got: “Em destûr nadin ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin. Her wiha em ê nehêlin ku xwe bi rehetî vekişînin. Par jî hevalên ku li vê qadê şer kirine, ev yek bi şênberî nîşan dan. Lê îsal em dixwazin derseke hîn mezintir bidin artêşa Tirk. Em vê yekê bi xeyalî nabêjin, em ê teqez vê yekê pêk bînin. Artêşa Tirk jî di nava amadekariyeke mezin de ye, lê em timî tevgerên wan dişopînin. Ew çi amadekariyê dikin bila bikin, li dijî wan hemûyan taktîkên gerîla hene. Em bi armanca ku artêşa Tirk ji wir derxînin, dikevin rê.”

‘EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN’

Gerîlayê HPG’ê Hewrê Bêkes ku tevlî operasyona şoreşgerî bûye, têkildarî pêvajoya amadekariyên çalakiyê ev tişt gotin: “Artêşa Tirk mîna par, îsal jî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyon pêk anîn. Lê ev nayê wê wateyê ku dagirkerî gihiştiye armanca xwe. Ew bi alîkariya malbata Barzanî dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir dikin û bigihijîn sînorên ku xeyala wan dikin. Em jî weke tîmên gerîlayên bi tevger dixwazin li dijî vê hewldana dagirkeriyê bersiva pêwîst bidin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyên xwe dikin. Em bi ruhê êrîşê yê hevalê Baran xwe amade dikin ku par di çalakiya Girê Hekarî de şehîd bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi wesîleya salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê hêzên gerîla operasyonên şoreşgerî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegrea 45’emîn a damezrandina partiya me PKK’ê bi dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo, li ser şopa şehîdan û bi ruhê serketinê yê Egîd û Zîlanan pêşwazî dikin. Gerîlayên azadiyê ku dengê gur ê destana azadiyê ya 45 salan e, vê têkoşînê û meşa serketinê bi baweriyeke mezin bênavber dewam dikin. Hêzên me bi operasyoneke şoreşgerî ya berfireh dest bi sala 46’an a têkoşînê kirin, di 20’ê Mijdarê de derbeke giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin. Ev operasyona şoreşgerî ji bo silavkirina pêngava azadî ji Rêber Apo re û destpêkirina sala 46’an a PKK’ê hate lidarxistin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de li ser operasyona şoreşgerî agahî hatin dayin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 20’ê Mijdarê saet di 07:20’î de li hemberî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kirin. Di çarçoveya operasyonê de li hêzên dagirker ên li ser Girê Şehîd Cesûr, Şehîd Cemre û Girê Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev operasyona şoreşgerî ya berfireh li sê deverên cuda bi gelek baskên operasyonê, bi taktîkên cuda bi hevdemî hate lidarxistin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wêrekiyeke bilind, bi ruhê fedaî yê Apoyî yê Rojhat Zîlan û Erdal Şahînan bi ser dijmin ve çûn û derba eciqandinê lê xistin. Di vê operasyona şoreşgerî de 49 dagirker hatin cezakirin. Her wiha 21 kon û 12 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyên me yên ku pêşengî ji baskên operasyonê re kirin Ciwan û Andok bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Têkildarî operasyona li dijî dagirkeran a li Şehîd Cesûr;

Baskên operasyonê yên li vê derê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrîşê lê dan. Hêzên me bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xistin, 3 çeper û 8 kon îmha kirin, 9 dagirker ceza kirin. Dagirkerên li Şehîd Cesûr piştî derbên hêzên me dest ji çeperên xwe berdan û reviyan. Her wiha bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkerên mayî hate xistin, 2 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyê me Cwian ku fermandarî ji vî baskê êrîşê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû, şer kir û şehîd bû.

Operasyona li Şehîd Cemre ya li dijî dagirkeran;

Baskên yekemîn û duyemîn ên operasyonê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrîşê lê dan. Baskê duyemîn bi çekên ferdî û nîv otomatîk li konên dagirkeran xist. Hêzên me ketin nava kon û çeperên dagirkeran û li vê derê 25 dagirker ceza kirin, 8 kon û 5 çeper îmha kirin. Her wiha derb li 5 konan xistin. Hevrêyê me Andok ku fermandarî ji vî baskê êrîşê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiya, şer kir û şehîd bû.

Operasyona li Şehîd Pîrdogan a li dijî dagirkeran;

Hêzên me ji sê baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li Şehîd Pîrdogan û bi taktîka êrîşê lê dan. Baskê destpêkê yê êrîşê ji nêz ve li dagirkeran xist ku xwe li qadê veşartibûn. Bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran hate xistin, 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin. Baskên duyemîn û sêyemîn ên êrîşê jî ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di şerê giran de ku 20 deqeyan dewam kir 11 dagirker hatin cezakirin û dagirker neçar man ku bi astekê xwe vekişînin.

Di heman demê de li Qada Komando û Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên gundewarên Kobanê hemleyê azadîyê Rêber Apo belav dikin

Nivîsa Pêş

KCK’ê hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK’ê hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

KCK’ê hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

Li Serhedê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin

Li Serhedê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.