Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran

Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Parastina Mîrasa Madî û Nemadî′ Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê li dar xist. Kongre heta 3 rojan li Zanîngeha Şerq a li Reqayê dewam dike.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/11/2023 - 15:40
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

REQA – Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Parastina Mîrasa Madî û Nemadî′ Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê li dar xist.

Di kongreyê de semînerên li ser şûnwar û çandên kevin ji aliyê lêkoleran ve hatin dayîn û di dawiya roja yekemîn de berhemên hunerî û çandî yên li ser çand û dîroka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin.

Di kongreyê de bi sedan rewşenbîrên Kurd, Ereb, Ermen û Aşûr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lêkolerên şûnwarî û çandî yên ji Sûriye û derveyî wê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û cîgirên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Kogre ji 2 mijaran pêk hat, mijarek bi sibê yek jî êvarê. Di mijara sibê de semîner ji aliyê lêkolerên ji Sûriye û derveyî wê ve hatin dayîn û nîqaşkirin. Di mijara êvarê de jî çalakiyên çandî û kultûrî di 4 konan de ku her konek pêkhateyek ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike (Kurd, Ereb, Aşûr û Ermen) hatin pêşkêşkirin.

Di serî de serokê Zanîngeha Şerq û serokê kongreyê Hesen El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: “Yekbûna me di vî cihî de hevgirtina me ya di hemû qadan de nîşan dide, em îro di bin siya jiyana hevbeş de tabloyeke herî xweş xêz dikin. Ev kongre jî hêza gelên me û bingeha çanda me nîşan dide.”

Piştre, rûniştina yekemîn bi beşdariya lêkoler Silêman Îlyas û Selahedîn Sîno û gerînendeyê rûniştinê Adil Dawûd bi rê ve çû. Di rûniştinê de bandora şerên çekdar li ser deverên dîrokî yên hewza Xabûrê (Girê Ecacê) ji aliyê Silêman Îlyas ve hat nîqaşkirin.

Silêman Îlyas got: “Cihê herî zêde ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye wêrankirin ev gir e, ew ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat talankirin û wêrankirin û nîşanên dîrokî yên herêmê yên li wî girî hatin dizîn û rûxandin.”

Silêman Îlyas der barê cihê Girê Ecacê û dîroka wê de axivî û sînevîzyonek li ser wî hat pêşandan.

Silêman Îlyas got: “Şerê li Sûriyeyê û bûyerên ku li dijî kultûra madî û nemadî ya herêmê ji aliyê çeteyan û kesên din ve hatine pêk anîn, bandoreke nerênî li kultûra herêmê û şaristaniyên ku ji herêmê derketine kirin. Ev jî di encama tunebûna qanûnên parastina şûnwaran û deverên dîrokî de ye.”

Piştre, semînerek li ser binpêkirinên li ser kultûra çandî û mirovî li dijî Efrîna dagirkirî ji destpêka krîza Sûriyeyê de ji aliyê hevserokê Gerînendetiya Efrîn û Şehbayê Selahedîn Sîno ve hat dayîn.

Sîno got: “Kultûra çandî ji bo civakan gelekî girîng e û divê her kes berpirsê parastina wê be û girîngiyê bide deverên dîrokî yên herêmên me.”

Sîno deverên şûnwarî yên Efrînê wek gir, kela, perestgeh û deverên din pênase kirin û bal kişand ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî wan deveran û got: “Kultûra Efrînê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve rastî binpêkirinên herî qirêj hat û piraniya van kiryaran bi amûrên giran û kolandina deverên dîrokî bû, hemû perestgehên olî hatin rûxandin. Di 5 salên dawîn de bi dehan deverên dîrokî yên ku ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin hatin belgekirin û gelek wêne der barê vê yekê de hatin pêşandan.”

Piştî semîneran deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û herdu rêveberên rûniştinê pirsên beşdaran bersivandin.

Rûniştina duyemîn bi semînerek li ser bazirganiya elektronîk ji aliyê lêkolerê şûnwarî Yasir Şûhan ve dest pê kir.

Şûhan wiha axivî: “Di lêkolînan de hate destnîşankirin ku komên terorîst di encama kolandina deverên dîrokî de şûnwar wêran kirin, her wiha wan hin şûnwar ji kesên ku ew vedîtine ve standin.”

Şûhan wiha domand: “Lêkolîn piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirker di wêrankirina deverên dîrokî û derbaskirina şûnwaran ber bi xaka Tirkiyeyê ve hevkar e. Tevî hişkiya qanûna parastina şûnwaran lê dîsa jî gelek deverên dîrokî hatin kolandin û şûnwar li derveyî xaka Sûriyeyê hatin firotin.”

Der barê bazirganiya elektronîk Şûhan got: “Di komên Facebook û WhatsApp û hin bernameyên din de bazirgan şûnwaran pêşkêş dikin û difiroşin.”

Şûhan wêneyên hin şûnwarên ku hatine dizîn û li derveyî xaka Sûriyeyê hatine firotin pêşkêş kirin û nirxê ku ew pê li Ewropayê hatine firotin diyar kir.

Çaverê ye kongre piştî navberê, saet di 7’ê êvarê de bi berhemên folklorî û govendên gelêrî û pêşkêşkirina şûnwarên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidome.

Kongre heta 3 rojan li Zanîngeha Şerq a li Reqayê dewam dike

.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwan bi berhemên xwe reng dan festîvala hinar û peyiz a Helebce

Nivîsa Pêş

487 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
487 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê

487 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê

“Taybet Jinên Ciwan û Ciwan divê xwedî vî welatê derkevin”

"Taybet Jinên Ciwan û Ciwan divê xwedî vî welatê derkevin"

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.