Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Asîmîlasyon

Parastina Kurdên di nava pencê Qirkirina Çandî de

Edîtor: Nucan Serdoz
05/01/2023 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Asîmîlasyon
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.

11- Asîmîlasyon

Asîmîlasyon ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke. Jixwe çareyeke wî ya din jî tineye. Ji bo karibe bijî divê nasnameya xwe ya civakî ya berê tavilê biterikîne û bi awayekî herî baş adepteyî çanda efendiyên xwe bibe û ev yek weke alternatîfa bi tenê jêre hatiye pêşkêşkirin. Civaka hatiye asîmîlekirin, ji formên wisa yên mirovan pêk tê ku herî sernerm in, herî zêde baz didin suxreyan, û bêwijdan, bêexlaq û bêzêhniyet in, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Ti biryar û çalakiya wî ya bi awayekî azad bike, tineye. Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bike. Kirine ku bibe mîna heywanekî di şiklê mirov de û bi tenê li pey ziktêrkirina xwe biçe. Elîta serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka asîmîlasyonê ferz bike du sîlehên bingehîn bi kar tîne: Ya pêşî, zora fizîkî ya berbiçav e. Di serhildan û serîrakirineke wî ya herî piçûk de jî şûrê serbirînê li ba dike. Ya diduyan, bi birçîbûn û bêkariyê re rûbirû dike. Dixwazin vê qanûna ji hesin bi cih bînin: Eger tu di nasnameya xwe ya çandî de israr bikî û nebî xulamekî li gorî efendiyê xwe, yan wê serê te biçe yan jî tu yê birçî bimînî! Elîta serwer ji bo vê jî mekanîzmeyeke xwe ya bingehîn heye; kî dibe bila bibe, eger bi her çi tiştekî çanda asîmîlekirî re eleqedar bibe û xwe bi vê çandê bike, ji bo ku ev kes di nava civaka fermî de ti îmkanê jiyanê nebîne, bi tevahî rêyên wan ên pêşketina çandê ji aliyê avahî û mejî ve dixetimîne. Çiqasî bi qabîliyet dibe bila bibe, kes, kom û saziyên bi çanda tê asîmîlekirin re têkiliyê datînin û ji bo geşkirina wê dixebitin bi tevahî deriyên dewletê li rûyê wan tê girtin û herweha li qadên civakê yên li derveyî dewletê jî ji bo wan biavêjin derve her cure tevdîrên veşartî yan jî eşkere, hişk an jî nerm têne girtin. Sazî û kesên di destpêkê de bi xwestekeke amatorî li ser çanda tê asîmîlekirin dixebitin bi demê re wê bibînin ne bi tenê derî hemû li rûyê wan têne girtin, eger di ya xwe de israr bikin wê ji aliyê fizîkî ve jî hebûna wan bikeve tehlûkeyê û kengî vê fêhm dikin, yan wê tevlî civaka dewleta netewe ya serdest a asîmîleker bibin an jî wê rêbaza xwe biguherin rizgarî û xelasiyê di kesayeta têkoşer a çalak û rêxistinkirina wê de bibînin. Di tevahî dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst de bêhejmar mînakên bi vî rengî hene. Mekanîzma bi tenê li ser gel û komên etnîk ên bindest nayê meşandin; çînên bindest û komên etnîk ên cuda ên neteweya elîta serdest jî ji asîmîlasyonê para xwe digirin; bi rewşekê re rûbirû dibin, zaravayên xwe yên etnîk û nirxên çanda xwe ya azadmayî ji dest didin. Li Rojhilata Navîn gelê Kurd ku qurbanê herî mezin ê asîmîlasyonê ye, di vê mijarê de mînakeke balkêş û bi tesîr e. Mirov di Kurdîtiyê de israr bike, di serî de bêkarmayîn divê pêvajoyeke heta bigihîje qirkirinê li ber çav bigire. Ferdekî Kurd çiqasî jêhatî dibe bila bibe, heta her cure polîtîkayên çandê yên dewleta netewe ya serdest bi dilê xwe qebûl neke, li pêşiya pêşketina wî ya sazî û ferdî wê derî hemû yek bi yek bêne girtin. Yan wê teslîmiyeta bi riza dilê xwe hilbijêre û bibîne ku deriyên heta serokkomariyê lê vedibin, yan jî wê teslîm nebe û hay ji xwe hebe ku wexta rêya berxwedan û têkoşînê hilbijêre wê felaket û belayên heta bigihîjin qirkirinê bi serî de bên.

ABDULLAH OCALAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 05’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku şoreşgera 43 salî Menal Mêrdîn bi suîqastê hate şehîd xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku şoreşgera 43 salî Menal Mêrdîn bi suîqastê hate şehîd xistin

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku şoreşgera 43 salî Menal Mêrdîn bi suîqastê hate şehîd xistin

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.