Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku şoreşgera 43 salî Menal Mêrdîn bi suîqastê hate şehîd xistin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di roja 2’ê Çileyê de li Tilezêra Şengalê, rewşenbîr û şoreşger Menal Mêrdîn hatiye qetilkirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/01/2023 - 0:21
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku şoreşgera 43 salî Menal Mêrdîn bi suîqastê hate şehîd xistin
ParvekeTweet

Şengalê – Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn ku 43 salan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye, li Tilezêra Şengalê di encama êrîşek çekdarî bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatiye qetilkirin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Di destpêka sala nû de, di 2’yê Çileya 2023’an de li Tilezêra Şengalê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê êrîşeke nû ya bêbext hate kirin û hevalê me Menal Mêrdîn di encama suîqastekî de hate şehîdkirin.

Hevalê Menal Mêrdîn, kesayeteke şoreşger û rewşenbîr e ku hemû jiyana xwe di nav têkoşîna azadiyê de derbas kiriye. Di nav 43 salên ku di nav tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye kedeke mezin daye hemû gel û baweriyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ji vê 43 salan, 20 salan di zindanên dewleta Tirk a dagirker de maye û rojek jî li ber zext û êşkenceyan serî netewandiye.

Hevalê Menal Mêrdîn, piştî fermanê jî berê xwe da Şengalê da ku birînên civaka Êzidî bipêçe, bi zanebûn û tecrubeya xwe xizmeta civaka Êzidî bike. Bi taybet ji bo rastiya fermanên li ser civaka Êzidî û rewşa piştî fermanê ji aliyê hemû cîhanê ve were naskirin, di nav xebata nivîsandina pirtûkek de bû. Ji bo vê jî demek li Serdeşta Çiyayê Şengalê ma, li vê derê xwest civaka Êzidî, Çiyayê Şengalê û Ezdîtiyê ji nêz ve nas bike. Piştê vê xebatê jî ji Serdeştê berê xwe dabû Tilezêrê. Wî dixwest pirsgirên civaka Êzidî çareser bike, ji pêdiviyên civakê re bibe bersiv. Bi taybet ji bo perwerdekirina civaka Êzidî şev û roj kar û xebat meşand. Wî dixwest bi her awayî êş û jana civaka Êzidî parve bike, destê xwe jî dilê xwe jî bixe bin vê barê giran.

Hevalê Menal di 02.01.2023’an de, li Tilezêrê rastî êrîşeke bêbext hat. Li mala ku kar û xebatên xwe yên civakî û rewşenbîrî dimeşand, bi tarzê suîqastê rastê êrîşê hat û di nav malê de hate şehîdxistin. Ev êrîş ji aliye kî ve hatiye kirin, armanc û hedefên vê êrîşê çi ne em baş dizanin. Ev êrîş bi destê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatiye kirin. Ev êrîşeke bêbext a plankirî ye. Em dixwazin vê agahiyê jî bidin raya giştî, di saetên ku ev êrîş çêbû de, balefira keşfê ya dewleta Tirk jî li ser Tilezêrê bû. Eşkereye ku ev êrîş ji aliyê MÎT’ê û PDK’ê ve hatiye plankirin û kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo rê li ber vegera gel bigirin her carê êrîş kirine. Weke tê zanîn di demen dawî de vegera li ser cih û warê xwe berdewam e, herî dawî nêzî 100 malbatî ji Serdeştê vegeriyan Tilezêrê. Li ku derê vegera gel çêbe yekser dewleta Tirk û PDK êrîşî wir dike. Ev êrîşa dawî jî li Tilezêrê çêbûye, dijminên civaka Êzidî bi van êrîşan dixwazin rê li ber vegera gel bigirin.

Em van êrîşan baş nas dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di serî de li Silêmanî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê jî êrîşên bi vî rengî dike. Herî dawî di 4’ê Cotmeha 2022’an de jina pêşeng a şoreşger Nagîhan Akarsel bi hevkariya MÎT û PDK’ê li Silêmanî hate şehîdxistin. Her wiha, di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê Evîn Botan, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin şehîdxistin. Ev hemû êrîş ji yek navendê tenê meşandin, suîqasta li dijî hevalê Menal Mêrdîn jî xelekek ji van êrîşan e.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK, ji piştî fermanê heya niha kesên pêşeng ên ku Şengalê û civaka Êzidî parastine hedef digire. Kesên ku rê li ber fermanê girtine, kesên ku Şengalê rizgar kirine, kesên ku ji bo xizmeta civaka Êzidî berê xwe dane Şengalê dibin hedefa dijminên Êzidatiyê. Kesê ku xizmeta civaka Êzidî bike ew di çavê dewleta Tirk û PDK’ê de dibe dijmin. Ji ber ku ew her dixwazin Şengal birîndar bimîne, lê kesên weke hevalê Menal jî ji bo birînên Şengalê bipêçin bi baweriyeke mezin berê xwe didin Şengalê. Hevalê Menal dixwest li ser rastiya fermanê lêkolînan bike, dixwest siyaseta qirkirinê ya li ser civaka Êzidî ronî bike. Dijminên Êzidatiyê naxwazin pîlan û siyaseta qirkirinê were ronîkirin, Hevalê Menal ji ber vê hedef hate girtin.

Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’a xiyanetkar re careke din dibêjin, hûn çi bikin jî nikarin îradeya me bişkînin. Em ê hesabê fermanê ji wan bixwazin. Em ê hesabê şehîdxistina hevalê Menal ji wan bixwazin. Û em dizanin, dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê dorpêç bikin, civaka Êzidî ji dostên xwe qut bikin. Lê ew çi bikin jî nikarin di vê siyaseta xwe ya qirêj de biserkevin. Civaka Êzidî dostên xwe jî baş nas dike, dijminên xwe jî. Û em dibêjin, çawa ku dost û xêrxwazên civaka Êzidî xwedî li Şengalê derketin, em ê jî xwedî li keda wan derkevin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê em sersaxî ji malbata hevalê Menal, ji nas û dostên wî re jî dixwazin.

Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku li hemberî van êrîşan xwedî sekn û helwesteke xurt be. Weke her carî li hemberî van êrîşan berteka xwe di asta herî bilind de nişan bide.  Çawa ku şoreşgerek mezin ê weke hevalê Menal di rojên teng û zehmet de ji bo xizmeta civaka Êzidî berê xwe da Şengalê û di vê oxirê de şehîd ket, îro jî erk û berpirsyariya me ye em xwedî li keda hemû şehîdan derkevin û ji dijminên xwe hesabê van êrîşan bixwazin.

Ji bo sekn û helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan nîşan bidin, em ê sibê ( 05.02.2023 ) meşeke girseyî lidarbixin. Meş wê saet di 13:30’an de li ber Meclîsa Gel a Tilezêrê dest pê bike û li ber Çarxerêya 14’ê Tebaxê xilas be. Em di serî de gelê xwe yê Tilezêrê, bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo hesabê van êrîşên qirkirinê bixwazin tev li meşê bibin.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Asîmîlasyon

Nivîsa Pêş

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Silêmanî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Qendîlê bi tevlîbûna sedan kes spartin axê

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî li Qendîlê bi tevlîbûna sedan kes spartin axê

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.