Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kiriye – 10 leşkerên artêşa Tirk a dagiker hatin ceza kirin

Naveneda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da û got; "Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiya kurdistanê de, 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin ceza kirin."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 15:42
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Bestayê 3 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê got “Di 8 çalakiyên hêzên me de herî kêm 10 dagirker hatine ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 31 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê, 2 caran bi balefirên şer, 50 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Hatiye tespîtkirin ku  çekên kîmyewî yên li çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê hatiye bikaranîn tehma wan şîrîn û bêhna wê jî giran e.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê de dagirkeran dema ku xwestine têkevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, 3 caran bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatine ceza kirin.

Di 2’ê Îlonê de saet di 08.40’an de tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine ceza kirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 08.30’an de dagirker dema ku li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tevgeriyane, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate ceza kirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.20’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û dagirkerek hate ceza kirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.00’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê ketine tevgerê, hêzên me bi çekên giran li wan dane. Li vir dagirkerek hate ceza kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 1’ê Cotmehê de bi şev dema ku helîkopterên Skorsky xwestine leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dane. Ji ber lêdana xurt a hêzên me helîkopter bêyî ku leşkeran deyne, neçar maye ji qadê derkeve.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 2’ê Cotmehê de çeperên şere ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 4 caran hatiye bombe kirin.

Di 2’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd  Felat ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 15 caran hatiye bombe kirin.

Di 29’ê Îlonê, 1’ê Cotmehê û di 2’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê 12 caran hatine bombe kirin. Hatiye tespît kirin ev çekên kîmyewî tehma wê şîrîn û bêhna wê giran e.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2’ê Cotmehê de bejahiya Gundê Şêlazê yê Metîna û Qada Berxwedanê ya Çemço 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombe kirin.

Di 2’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Şehîd Fedakar, Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 50 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.

Di 2’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço û herêma Girê Bestanê ya Xakurkê bi dehan caran bi obus, hawan û tankan hatiye bombe kirin.

Di 2’ê Cotmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê balafirên keşfê geriyane.

Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

HEVAL XEBAT JI BO KU TESLÎMÎ HÊZÊN IRAQÊ NEBE GULEYÊ BERA XWE DIDE

Di 30’ê Îlonê de hevalê me Xebat Xançepek ê li herêma Şeranîş a Heftanînê bi erka xwe radibû, ket kemîna hêzên Heres Hudud (Parêzvanên Sînor) ên dewleta Iraqê, piştre ji aliyê 4 wesayitên zirxî ve hate dorpêçkirin û xwestin ku hevalê me teslîm bibe. Hevalê me Xebat bang li van hêzên derdora wî dike û dibêje ku ew naxwazin şer biqewime, xwestiye ku rêya wan bê vekirin û ew ê di rêya xwe de biçin. Dema hêzên derdora hevalê me xwestin bi darê zorê teslîmbûnê lê ferz bikin, heval Xebat dibêje ku ew ê weke gerîlayekî PKK’ê yê bi rûmet teslîmiyetê qebûl nake û ji bo ku bi saxî nekeve dest bi demançeya xwe guleyekê bera xwe dide. Hevrêyê me Xebat ku bi giranî birîndar bû ji aliyê van hêzan ve radestî Asayîşa PDK’ê hate kirin û rakirin nexweşxaneya Dihokê. Li gorî agahiyên ku ketine destê me; rewşa hevalê me hîn giran e.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ

Di 2’ê Cotmehê de herêmên Helgurd û Hornê yên Goşînê yên girêdayî Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin. Di encama van bomberdûmanan de rez û baxçeyên gelê herêmê zirar dîtin.” 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

JIN JIYAN AZADÎ

Nivîsa Pêş

Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bi ciwanên Rojhilat re pişterast kirin

Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bi ciwanên Rojhilat re pişterast kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.