Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

JIN JIYAN AZADÎ

"Ger ku jinek ji bo porê wê xuya dibe tê qetil kirin, porê wê nasnameya wê ya zayendî ye ger ji ber kênê xwe bê lomekirin kenê wê nasnameya wê ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 13:47
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
JIN JIYAN AZADÎ
ParvekeTweet

Çalakiyên ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, hêrs û serhildana gelên Îranê ya 43 salan hatibû tepisandin û paş xistin bi bandor kir û bi pêşengiya jinan bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” pêl bi pêl li hemû beşên civakê belav bû, du hefte ne roj bi roj mezintir dibe. Rastiya civakê ya ku bi azadiya jinan demîn girtî ye, bi qasî ku jin dikarin azad bibe ew e azad bibe, tu carî xwe ewqas tazî û balkêş nîşan nedabû. Qarakter û kirdeya vê pêvajoya ku ji azadiya porê jinê heta lêgerîna azadiyê ya civakê bi pêş ve çûye, helbet jin e. Ev kirde li Rojhilat têkoşîna neteweyî ya Kurdan, li Belûcistanê qirîna gelê mazlum ê Belûçê û li Xuzistanê jî veguherî dengê Ereban. Yaresan, Sûnî, Şiî û hemû baweriyan girt nava xwe, bandoreke mezin çêkir.

Li civakên Rojhilata Navîn porê jinan ê ku bi zorê tê pêçandin, veguherî nasnameyek zayendî. Bi taybetî jî li erdnîgariyên wekî Îran û Efganistanê ku bi zagonên şerîetê tên birêvebirin, rejîm û desthilatdarî bi dîlgirtina jinan ava bûye. Ji destên jinan mafê biryargirtina  li ser beden û  jiyana wan hatiye girtin û bi her awayî mafê biryargirtinê ji mêr û zagonên ku bi destê mêrn hatine afirandin re, hatiye hiştin. Di rastiyê de bi por û bedena jinan re civak tevahî hatiye girtin. Di kesayeta vîna jinan a ku hatiye şikandin, di azadî, werekî û berxwedana wê de, vîna tevahî civakê hatiye dîlgirtin. Serhildana hemû gelên Îranê ji ber vê ye, di porê jinan de nîşaneya azadî û rizgariya xwe dibînin.

Jin qetilkirina xwe jî didin ber çavên xwe û li kolanan porê xwe vedikin. Bi porê xwe tevî herîkîna jiyana ku xwe azad kiriye, dibin. Dikenin, disitirên û direqisin. Hemû tiştên ku 43 sal in tên qedexekirin li kolanan belav dike. Ya heri girîng ew e ku îcabeyên xwe yên ku bi zorê li wan tê ferzkirin anîne rewşa zorî û êşkenceyê, qetilkirina xwe jî didin ber çavên xwe û dişewitînin.

Ger ku jinek ji bo porê wê xuya dibe tê qetil kirin, porê wê nasnameya wê ya zayendî ye ger ji ber kênê xwe bê lomekirin kenê wê nasnameya wê ye.

Mixabin di civakên Rojhilata Navîn de ji ber ku hemû hebûnên jinan di bin dîlgirtin û qirkirinê de ye hema hema tu aliyên wê nemane ku nehatibe ninasnamekirin. Wekî ku Kurdek ji bo bi Kurdî axivî be hatibe qetilkirin, wekî ku ji ber cilên xwe rastî zulmê hatibe. Wekî Kurdek ku ji ber erdnîgariya lê hatiye cîhanê biçûk hatibe dîtin…

Jîna jineke Kurd bû. Bi xwe re hem nasnameya zayendî hem jî nasnameya neteweyî bi hev re dihewand. Bi salan her du girseya ku rastî zilma herî giran a rejîma mola hatiye, temsîl dikir. Lewma du caran hat kuştin, du nasnameyên wê bi hev re hatin hedefgirtin. Dengê nasnameya Kurd a Jîna li Rojhilat mîna têkoşîna neteweyî deng veda û bandorê li ser têkoşîna jinan kir.

Lê dema em têkoşîna jinan esas bigrin, di vê serhildanê de kêmasiya herî mezin a ku hatiye derbaskirin ev; Nasnameya Kurd a Jîna rê li ber xwedîderketina wê vekir. Hemû jinên Îranî û cîhanî bê astengiyên netewperestî û nijadperestî xwedî lê derketin. Nasnameya Kurd a Jîna di herikîna xwe ya xwezayî de di asta duyemîn de ma û ji aliyê hemû jinan ve bi nasnameya xwe ya jinan xwedî lê hat derketin.

Ola wê, zimanê wê, nîjada wê çi bibe bila bibe hemû jin xwedî lê derketin. Ev rewşa di asta duyemîn de mayîn, helbet ne rewşeke neyînî ye ku bi taybetî hatiye bipêşxistin. Tişta ku divê hemû jinên cîhanê, tevgerên femînîst, parazvanên mafên jinan bikin, tam jî ev e; jina ku zilmê bibîne kî dibe bila bibe divê bi şertê xwedîderketinê bê tevgerkirin.

Jinên Kurd ku bi salan e li Bakur û metropolan tên tecawizkirin, tundiyê dibînin, tên qetilkirin tenê ji ber ku Kurd ın, bi nasmeya wan a Kurd derketin pêş û nasnameya wan a jinan ji nedîtî ve hat dîtin. Zilma ku dîtin, rewa hat dîtin. Lewma tevî ku ji aliyê girse û kesên ku xwe mîna parazvana mafên jinan û tevgerên femînîst bi nav dikin ve xwedî lê hat derketin jî zilm li dijî jinên Kurd hat kirin.

Ji ber vê yekê jî refleksên tevgerên jinan ên li Îranê, xwedîderketina Jîna û wek hinceta têkoşînê kirin û berxwedaniya wan, helwestek pir bi nirx e. Bi rastî jî bang û rexneyên jinên ku di nava tevgera azadiya Kurd de têkoşînê dimeşînin ji bo hemû rêxistinên cîhanê û jinan bû bang.

Heqîqeta têkoşîna jinan jî tam li vir veşartî ye jin ji hemû nasname, ol, bawerî û ramanan azad in, bi serê xwe neteweyek in.

Ev dirûşma ku li ser esasê bîrdoziya azadiya jinan hatiye avakirin, piştî “Bijî Serok Apo” bûye yek ji dirûşmên herî bingehîn û dînamîk ên Tevgera Azadiya Kurd û bi çanda berxwedanê ya jinên Kurd ve hatiye vestirandin, di serî de li dijî zîhniyeta serwer a mêr serhildanek e û daxwaza îradeyek e.

Dirûşmek ku rastî, êş, deng û berxwedana hemû jinên bi hezaran salan li ber xwe didin dihewîne û kodên hemû serhildanên di dîrokê de digre nava xwe. Ayîdî hemû kes û li her derê ye! Dirûşmek gerdûnî ye ku dengê jinên li ku derê cîhanê bin bila bibin, di beşên herî dûr ên dîrokê de serî hildidin, îro bi dengê jinên ku li ber xwe didin re bilind dibe.

Dirûşemek ku di pêvajoya Rojava de mora xwe li raya giştî ya cîhanê xist, ji pore bi kezî yê jinên YPJ’ê yên ku di eniyên pêş de bi fedekarî li dijî rêxistina terorê ya herî hov a cîhanê têdikoşe û heta porê azad ê jinên ku li dijî çeteyên exlaq ên rejîma Mola li kolanan li ser mirinê dimeşin, deng vedide ye; Jin Jiyan Azadî!

Çeka xweparastinê ya jinên ku duh li dijî DAIŞ’ê, îro li dijî rewşa dewletbûyî ya DAIŞ’ê şer dikin e; Jin Jiyan Azadî!

Hewara alîkariyê ya jinên ku li mal, kar û hemû qadên jiyanê zilm dibînin û li ber xwe didin e; Jin Jiyan Azadî!

Dirûşma Jin Jiyan Azadî, nirxên mirovahiyê yên gerdûnî ku di binêsaziya xwe de hildigre ye. Îdiaya derketina holê, bi ruhê berxwedanê û şopa heqîqeta hezar salan a ku lê hatiye zivirandin, li cihê ku divê bibe û li ser devê hemû kesê ye.

Lê biçe ku derê bila biçe, bila bibe dirûşma kîjan têkoşîn û kîjan şer dê dengê jinên Kurd jî bi xwe re bibe û piştî sedsalan jî dê ruhê berxwedanê yê jinên Kurd di hundirê xwe de bihewîne…

Divê neyê jibîrkirin ku kodên şoreşgerî ku carna çirûskek piçûk jî dê dewletan veguherîne cihê agir, hildigre. Her çirûskek, dilopek û kevirek tê honandin e.

 

Rênas Zal Nivîsandiye…..

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Rizgariya Efrîn nasnameya şervanê xwe Zinar Efrîn eşkere kir

Nivîsa Pêş

Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kiriye – 10 leşkerên artêşa Tirk a dagiker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Bestayê 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kiriye - 10 leşkerên artêşa Tirk a dagiker hatin ceza kirin

Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Cenazeya şehîd Mazlûm Bahadir radestî malbata wî hate kirin

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.