Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Daxwazên ku jinên Kurd û Îranî tînin ziman daxwazên demokratîk, rewa û gerdûnî ne

KCK’ê êrîşa ku Îranê biriye ser gelê ku azadiyê dixwaze û hêzên Kurd û got; "Daxwazên ku jinên Kurd û Îranî tînin ziman daxwazên demokratîk, rewa û gerdûnî ne. Ne ya qebûlkirinê ye ku daxwazên jinan neyên dîtin û bi tundiyê bêne tepisandin. Nêzîkatiya dewleta Îranê ya ku rastiya jinê ji nedîtî ve tê, îradeya wê ya azad nas nake û hewl dide bi tundiyê bitepisîne."

Edîtor: Nucan Serdoz
30/09/2022 - 12:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Divê em li dijî kemînên PDK’ê hişyar bin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê êrîşên ku Îran dibe ser gelê ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê demokrasî û azadiyê dixwazin û êrîşên li ser hêzên Rojhilat daxuyanî da:

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Piştî ku jin a Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel destpêkirin û li tevahiya Îranê belav bûn. Ji ber destwerdana bi tundî ya dewleta Îranê, di van çalakiyan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Van çalakiyên gel bi pêşengiya jinê dest pê kirin û daxwaza azadî û demokrasiyê ya civaka Îranê bi taybetî jî ya jinan tînin ziman. Lewma êrîş û destwerdana dewleta Îranê ya li van çalakiyan, qetilkirina gelek mirovan a ji ber van êrîşan nayê qebûlkirin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê helwesta êrîşkar a dewleta Îranê şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dewleta Îranê li gel êrîşên li ser gel ên navxweyî, her wiha li Başûrê Kurdistanê jî êrîş bir ser hêzên Rojhilatî. Ji ber ku dewleta Îranê Kurdan weke berpirsyarê vê yekê dibînin, lewma êrîşê dibe ser Kurdan û rêxistinên Kurd ên Rojhilatî. Di encama êrîşên li ser rêxistinên Kurdan de gelek şoreşger, welatparêz û mirovên ji gel, jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê û hêzên Rojhilatî re dixwazin. Em van êrîşên dewleta Îranê yên li ser hêzên Kurd şermezar dikin. Ev nêzîkatiya dewleta Îranê wê ji bo gelên Îranê, ji bo dewleta Îranê encamên neyînî bi xwe re bîne û pirsgirêkan girantir bike.

Dewleta Îranê divê daxwaza azadiyê ya jinan û daxwaza demokrasiyê ya gelên Îranê bibîne, van daxwazan bi cih bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan biavêje. Daxwazên ku jinên Kurd û Îranî tînin ziman daxwazên demokratîk, rewa û gerdûnî ne. Ne ya qebûlkirinê ye ku daxwazên jinan neyên dîtin û bi tundiyê bêne tepisandin. Nêzîkatiya dewleta Îranê ya ku rastiya jinê ji nedîtî ve tê, îradeya wê ya azad nas nake û hewl dide bi tundiyê bitepisîne, li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Divê dewleta Îranê dest jê berde ku bi mejî û feraseta bi serweriya mêr nêzî jinê û daxwazên azadiyê yên jinê bibe. Dewleta Îranê ku dibêje bi çand û baweriya xwe ya dîrokî nêzîkatiyeke erênî ji bo jinê, civakê û mirovan nîşan dide, bi helwesta xwe ya li hemberî daxwazên azadiyê yên jinan, civakê û gelan, nîşan dide ku ev îdîaya wê nerast e. Nêzîkatiya bi feraset û mejiyê serwer ê mêr li rastî, xweza û azadiya jinê rast nîne û nikare encamê jî bi dest bixe.

Dewleta Îranê çalakiyên li ser daxwazên rewa û nerazîbûna gel timî weke lîstika hêzên derve nîşan dide. Divê êdî dev ji vê gotinê berde. Ev gotin ne rast e, ne jî encameke xwe heye. Gel û civakên Îranê bi taybetî jî jin xwedî pirsgirêkên cidî ne. Girîng e dewleta Îranê bibîne û qebûl bike ku vê rewşê nikare bi hêzên derve îzah bike. Hêza ku di mijara demokrasî û azadiyê de xwe bigire, rewa nîne û nikare li ser piyan jî bimîne. Ji ber vê yekê divê dewleta Îranê di mijara daxwazên civakê de gavan biavêje. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî girîng e rê û rêbazên diyalog, danûstandin û lihevkirinê ji xwe re bike esas, gavên ji bo demokratîkbûnê biavêje û pirsgirêkan çareser bike.

Dewleta Îranê jî, hêzên din jî zanin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim li ber destwerdana hêzên derve ya li Rojhilata Navîn rabûye. Destwerdana hêzên derve ne ji bo xêra gelan e û bi kêrî gelan nayê. Lewma em vê helwesta xwe rast dibînin û dewam dikin. Rêya herî rast û bi bandor a pêşîgirtina li destwerdana hêzên derve ew e ku ji bo bicihanîna daxwazên demokrasî û azadiyê yên civakê gav bêne avêtin. Eger gavên ji bo demokratîkbûnê bêne avêtin, wê bingeha lîstik û destwerdana hêzên derve bê ziwakirin û pêşî lê bê girtin. Heta ku ev neyê kirin ne dewlet li nava civakê rewa tê dîtin, ne jî metirsiya destwerdana hêzên derve dikare bê beralîkirin.

Dewleta Îranê li şûna ku ji ber çalakiyên gel Kurdan sûcdar bike, divê li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bisekine. Divê pirsgirêka Kurd bê dîtin, bê qebûlkirin û di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav bêne avêtin. Pirsgirêka Kurd ne tenê ya Îranê ye, yek ji pirsgirêkên herî esasî yên Rojhilata Navîn e. Nabe ku ev rastî neyê dîtin. Kî ji nedîtî ve bê wê beriya her tiştî bi xwe zerarê jê bibîne. Lewma êrîşên li ser gel û hêzên Kurd bi kêrî dewleta Îranê nayên. Divê dewleta Îranê vê rastiyê bibîne, dest ji nêzîkatiyên xwe yên jinedîtî hatinê berde, êrîşên li ser gel, jin û rêxistinên Kurdan tavilê bisekinîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Mexmûrê bi jinên Rojhilat û Îranê re ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin

Nivîsa Pêş

JÎNA, SARA, RÛKEN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
JÎNA, SARA, RÛKEN

JÎNA, SARA, RÛKEN

Di girtîgehên PDK’ê de sîstema îşkenceyê weke ya Tirkiyê ye

Di girtîgehên PDK'ê de sîstema îşkenceyê weke ya Tirkiyê ye

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.