Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Pergala Dadê ya Civakî -20

Edîtor: Nucan Serdoz
20/09/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Pergala Dadê ya Civakî -20
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li her dera ku pergala KCK’ê û rêxistinîbûyînên wê lê hene bi navê Dîwana Dadê tê avakirin. Dîwanên Dadê di darizandinê de ne cihên (merciyên) biryarê ne. Desteyên ku pêvajoya darizandinê li gorî têgîhiştina civaka exlaqîpolîtîk birêxistin dikin û bi rê ve dibin in. Lê di derbarê dozên ku çareseriyên pratîkî dixwazin de raya (yetkiya) wan a biryargirtinê heye; dema ku pêwîst bike wek komîsyonên aşitî û lihevanînê jî peywirê digrin. Heke di navbera saziyên bi pergala KCK’ê ve girêdayî ku di nava qada berpirsyariya wan de ne, mijarên bi nakok ên ku bi peymanê ve girêdayî hebin, Dîwanên Dadê ji çareserkirina wan mijaran berpirsyar
in. Her endamê Dîwanên Dadê ji parastina KCK’ê ya ku di qada berpirsyariya wî/ê de ye û di heman demê de di qada daraziyê (yargı) de jî ji pêkanîna peymana KCK’ê peywirdar e. Endamên Dîwanên Dadê bi hilbijartinê tên diyarkirin; hejmara  wan li gorî pêwîstiyên qadên ku dibin berpirsyariya wan de ne têne diyarkirin. Li deverên ku meclîsên gel lê hene ji hêla meclîsan ve têne helbijartin û xebatên xwe di bin banê meclisan de bi rê ve dibin; li deverên ku meclîs lê nebin jî, ji hêla rêxistinîbûyîna gel a demokratîk ve têne hilbijartin; xebatên xwe jî bi rêxistina demokratîk, sazî û civakên gel re dimeşîne.

Dîwanên Dadê:
Dîwanên dadê, ew deste ne ku ji hejmarek endaman pêk tên û li her dera ku rêxistinîbûn û pergala KCK’ê lê heye pêvajoya darizandinê li gorî feraseta civaka exlaqî-polîtîk birêxistin dikin û birêve dibin in.

1- Dîwana Dadê ya Bilind a KCK’ê: Desteyeke ku li hemû mijarên daraziyê yên ku KCK’ê pêwendîdar dikin dinêre ye. Pêkhateya wê, ji nava berendamên ku bi awayekî demokratîk ji hêla Dîwana Serokatiyê ya Kongra-Gel ve hatine diyarkirin, ji hêla Desteya Giştî ve tê hilbijartin. Bi îmzeya bîst endamên Desteya Giştî jî pêşniyariya berendamtiyê tê kirin. Dîwana Dadê ya Bilind a KCK’ê ji neh endamên bingehîn û du cîgiran pêk tê.

2- Dîwanên Dadê yên Parçeyan: Ev Dîwanên Dadê li parçeyên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê; li qadên Yekîtiya Dewletên Serbixwe (BDT’ê) û Ewrûpayê li karên daraziyê yên rêxistinîbûna gel a demokratîk a KCK’ê dinêrin.

3- Dîwanên Dadê yên Bajaran: Ev Dîwanên Dadê, li bajarên ku pergala KCK’ê lê heye, li mijarên daraziyê yên ku di nava rêxistinîbûna gel a demokratîk de dinêrin.

4- Dîwanên Dadê yên Qadan: Ev Dîwanên Dadê, li mijarên daraziyê yên ku li her gund, semt, tax, bajarok û li
deverên derveyî welat ên ku rêxistinbûna gel a demokratîk lê heye, dinêrin.

5- Dîwanên Dadê yên Rêxistinbûnên Demokratîk: Ew dîwan in ku rêxistinbûnên demokratîk ên di nava
pergala KCK’ê de, li gorî xweserî û pêwîstiyên xwe damezirandin e.

6- Dîwanên Dadê ên Demî: Ew Dîwanên Dadê, li deverên ku rêxistinîbûyîna KCK’ê lê heyî, lê hêj dîwanên dadê
lê nehatîne avakirin, li ser bingehê pêwîstiyan, bes ji bo dozekê têne damezirandin û dema doz qediya jî peywira wan jî  bi dawî dibe.

Mekanîzmaya Xebatên Dîwanên Dadê:
Ji bo ku doz bi awayekî adîlane bi dawî bibin, ew mekanizmaya ku ji hêla Dîwanên Dadê an jî ji hêla pêkhateya ku dozê digire dest ve hatîne avakirin û piştî doz bi dawî jî bû peywira wan jî diqede. Di dozekê de çawa ku mekanîzmayek dikare bê xebitandin, her wisa li gorî pêwîstiyan çend mekanîzma bi hev re jî dikarin bên xebitandin

1- Platform: Pêkhateyeke ku bi nêrîn, rexne, pêşniyarî û biryarên xwe tevlî darizandinê dibe.

2- Pêkhateya Civakî: Pêkhateye ku di derbarê rewşa mijara daraziyê de, tevlî biryar û pêkanînên avaniya civaka li jîngehê yan jî qada pêwendîdar dibe.

3- Civat: Di derbarê mijarên lihevnekirinê an jî daraziyê de, tevlîbûna pêvajoya darizandinê ya civatê ye. Civat di derbarê rewşên aşitî û lihevanînê de jî rista xwe dilîzin.

4- Komîsyona Aşitî û Lihevanînê: Komîsyoneke ku ji bo çareserkirina lihevnekirin û neyariya di navbera aliyan de hatiye avakirin.

5- Komîsyona Lêpirsînê: Komîsyoneke ku di derbarê dozên mijara daraziyê de lêpirsînê dike, di derbarê encamên ku gihîştiyê de belge û raporên ku amadekirine pêşkêşî Dîwana Dadê an jî pêkhateya ku dozê digire dest, dike.

6- Komîsyona Zanista Civakî: Di derbarê doza mijara daraziyê de dahûrana civakî dike, bi vî awayî nîrxandina xwe ya li ser bingehê ronîkirina mijara dozê pêşkêşî pêkhateya danişînê dike.

7- Komîsyona Mirovên Hişmend: Komîsyoneke ku ji bo çareserkirina pirsgirêkeke civakî hatiye peywirdarkirin û ji mirovên ku bi nêzîkatiya xwe ya bêalî û dadwer bawerî daye mirovan, pêk tê.

8- Komîsyona Rêzikên Exlaqî: Komîsyoneke ku, di derbarê dozekê de, li gorî exlaqê azadiyê, ji bo zelalkirina pîvanên exlaqî; ji mirovên ku hizirîn û ponijîneke wan li ser exlaq heye pêk tê.

9- Kesên Pispor: Di doza mijara daraziyê de, ji bo hinek mijar û rewşên ku ji bo zelalkirina wan pisporî tê xwestin, ji kesên ku di wan mijaran de zane û xwedî agahîne pêk tên.

10- Kesên Dadger: Ji bo çareserkirina pirsgirêka aliyên ku di nava nakokî û di rewşa lihevnekirinê de ne, ji kesên ku bawerî bi dadwerî û bêalîtiya wan tê pêk tên.

11- Dîwanên Dadê dikarin dozên ku tevayî gel pêwendîdar dikin bibin Meclîsên Gel ên ku di qada berpirsyariya wan de ne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 20

Nivîsa Pêş

Dîmena çalakiyê ya Girê Şehîd Pîrdogan hate weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmena çalakiyê ya Girê Şehîd Pîrdogan hate weşandin

Dîmena çalakiyê ya Girê Şehîd Pîrdogan hate weşandin

Mûzaffer Ayata: PKK’ê partiyeke berxwedêr e

Mûzaffer Ayata: PKK'ê partiyeke berxwedêr e

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.