Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG: Hevrê Amara Ronahî bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Amara Ronahî bi bîr anî û got; "Hevrê Amara ku di sala 2014’an de ji çiyayên Bakurê Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanê, şahidî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê re kir û bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û tevî hevrêyên xwe, mizgîniya azadkirina bajarê Kobanê da gelê Kurd û tevahî cîhanê."

Edîtor: Nucan Serdoz
18/09/2022 - 14:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPG: Hevrê Amara Ronahî bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di 15`ê Îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku fermandar Amara Ronahî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker de yên li ser Herêmên Parastina Medyayê di Tebaxa 2022`yan de gihîştiye asta şihadetê. Derbarê şihadeta fermandar Amara Ronahî de, Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê tu carî fedakariya fermandar Amara Ronahî ji bîr nekin.

Daxuyaniya ku YPG’ê derbarê Fermandar Amara Ronahî de daye wiha ye;

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi ked, fedekarî û lehengiyeke bê eman hate ava kirin. Di kêliyên herî zor ên şerê dagirkeriyê de bi hezaran ciwanên Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan qadên cenga Rojava û bi zanebûna ku xeteriya li ser Rojava xeteriya li ser tevahî Kurdistanê ye bi wêrekiyeke mezin şer kirin û destanên qehremaniyê nivîsandin. Bêguman di rojên herî teng û xeter de gerîlayên Hêzên Parastina Gel ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşt û bajaran û canê xwe li hember çeteyên DAÎŞ’ê kirin mertal. Yek ji wan gerîlayan jî şehîd Amara Ronahî bû, bi navê xwe yê rast Gamze Laçîn.

Hevrê Amara ku di sala 2014’an de ji çiyayên Bakurê Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanê, şahidî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê re kir û bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û tevî hevrêyên xwe, mizgîniya azadkirina bajarê Kobanê da gelê Kurd û tevahî cîhanê.

Bi qasî ku hevrê Amara di nava dijwariya şer de, ked û fedekariyeke mezin raber kir, ewqasî jî kedeke wê ya mezin di nava kar û xebatên Navenda Ragihandina YPG’ê de jî çêbû. Mîna hevrê Agirî, Eylûl, Heqî, Xerîb û Canşêr, heval Amara jî bû dengê şervanên YPJ û YPG. Bi objektîfa xwe dijwariya şerê Rojava û berxwedaniya şervanan ji tevahî cîhanê re teyîsand.

Di kêliyên şopandina wê ya di şer de bi taybet li hemberî êrîşên li ser jin û zarokan pir hişyar bû. Êşa wan, zilma li ser wan wek zilma li ser xwe didît û ji bo wê çi pêwîst dikir, bê teredut, bê hesab kar û xebat dida meşandin.

Hevrê Amara di pêvajoya xwe ya ragihandinê de careke din bi rola xwe ya pêşengiyê rabû û di her beşên xebata ragihandina YPG’ê de bi awayek aktîf cihê xwe girt. Di hemû kêliyên jiyanê de, di nava hevrêyên xwe de bû. Carna bi tembûra xwe, carna bi dengê xwe yê zelal, carnan jî bi vegotina bîranînên xwe yên şerê Kobanê kete dilê hemû hevrêyên xwe. Bi her awayî şopeke ku nayê ji bîrkirin di dil û mejiyê me de ava kir. Di navenda ragihandina YPG’ê de sekna jina ku pêşengiya jiyan, tekoşîn û şoreşê dike bi dilnizmiyeke mezin temsîl kir. Di kar û xebatên xwe yên ragihandinê de jî ruhê berxwedaniya Kobanê, qehremaniya hevrêyên xwe û heqîqeta jiyana şervanên azadiyê, heqîqeta şoreşê malê dîrokê kir. Wek navenda ragihandina YPG`ê heger em gihane van rojan û bi awayek berfireh kar û xebatên xwe di her qadê de didin meşandin, ev bi saya keda hevrê Amara û keda bi dehan şehîdên ragihandina YPG’ê ye.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrê Amara Ronahî de tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û soza şopandina dengê rastiyê nû dikin. Em ê bi pênûs û objektîfa ku me ji wan dewr girtiye bibin dengê azadî û heqîqetê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Çewlîkê êrîşên dagirkeriyê hate destpêkirin

Nivîsa Pêş

Gerîla nefesa dagirkeran qut kiriye – 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê navber derb li dagirkeran didin – 9 dagirker hatin ceza kirin

Gerîla nefesa dagirkeran qut kiriye - 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Ciwanên Minbicê: Em alîkariyê ji kesî naxwazin hêza me têra xwe heye

Ciwanên Minbicê: Em alîkariyê ji kesî naxwazin hêza me têra xwe heye

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.