Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîla ji bo tolhildana şehîd Xeyrî Durmuş lê da – 12 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Hayrî Dûrmûş çalakî lidar xistin. Di encamê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Derb li droneyekê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
12/09/2022 - 14:40
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîla ji bo tolhildana şehîd Xeyrî Durmuş lê da – 12 leşkerên dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Ji damezrînerên partiya me PKK’ê, ji afirînerên jiyana me ya derwêşane, hevrêyê me yê ku xwe timî deyndarê gelê xwe didît û bi vî rengî şoreşgeriya li ser rêya rast hînî me kir, ji pêşengiyên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hevrê Doktor Mehmet Hayrî Dûrmûş beriya 40 salan şehîd bû. Di salvegera 40’emîn a şehadeta wî de em hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji afirînerên rêbaza PKK’ê ku bi berxwedanê serketinê diafirîne, hevrê Hayrî bû navê wê yekê ku di nava şert û mercên herî girand e ji rêbaz û jiyana rêxistinî ya PKK’ê tawîzê nade. Weke şopdarên hevrê Hayrî; em soz didin ku rêbaza wî ya têkoşînê, helwesta wî ya ku di şert û mercên herî giran de tawîz ji rêxistiniyê neda û şoreşgeriya wî ya derwêşane timî ji xwe re bikin esas, armancên wî teqez bi ser bixînin.

Di encama çalakiyên hêzên me de yên ji bo bîranîna hevrê Hayrî Dûrmûş hatin lidarxistin, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 22 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir. Her wiha bi madeyên şewitandinê û gazên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer ên li Girê Şehîd Bahoz.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

11’ê Îlonê saet di 10:55’an li qada Çemço li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Aryen, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin û derb li wan xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de 11’ê Îlonê saet di 07:00 û 07:45’an de li dijî dagirekrên ku dixwestin bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikin, hêzên me dstpêkê bi sabotajê, piştre jî bi çekên ferdî û bombeyên destan lê dan. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

11’ê Îlonê saet di 07:45’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, teqemeniYên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, ji aliyê tîmên me ve hatin îmhakirin.

11’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl didan bikevin hundirê tunelên şer ên li Girê Şehîd Çekdar ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Hêzên me saet di 10:00 de dagirker xistin kemînê û piştre bi sabotajê lê dan. Hêzên me yên li tunelên şer û tîmên me yên bi tevger bi hev re û koordîneyî ev çalakî kirin. Di vê çalakiyê de piştre bi bombeyên destan, çekên ferdî û sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Yek ji dagirkerên hatin cezakirin payebilind bû. Navên dagirkerên hatin cezakirin wiha ne: Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat. Ji bo çek û malzemeyên dagirkerên hatin cezakirin nekevin destê hêzên me, artêşa Tirk cihê ku cenazeyên leşkeran lê bû bi balafirên şer û obusan bombe kir. Tîmên me yên bi tevger her wiha derb li droneyekê xistin ku li ser qadê digeriya. Piştre jî 2 dagirkerên din bi sûîqestê hatin cezakirin. Artêşa Tirk piştî ku cihê bûyerê bi balafirên şer û obusan bombe kir, bi helîkopteran roketên sotebar avêt cihê cenazeyên leşkerên xwe û bi vî rengî agir berdan cenazeyên leşkeran. Qada çalakiyê û beşek ji cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne. Di çalakiyan de ku ji saet 10:00 heta 16:00 dewam kir, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî;

11’ê Îlonê saet di 14:30’î de dagirkeran madeyên sotebar avêt tunelên şer ên li qdaa Şehîd Bahoz a Qada Berxwedanêya Şehîd Fedakar. Di heman demê de bi çekên kîmyewî bombe li tunelên şer barandin. Hate tespîtkirin ku gaza kîmyewî ya hate bikaranîn dema digihêşt avêt dibû mîna dilopekê û bi dîwêr ve dizeliqî.

1’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ev operasyona ku li gundên Memkawa, Yekmala Jor, Yekmala Jêr û Meşkanê hate meşandin heta 6’ê Îlonê dewam kir.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yê Girê Bihar, Girê Cûdî û Sîda 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Sîda bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin.

11’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hewl da ku bi kepçeyan tunel û çeperên şer hilweşîne.

11’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 20 caran bi helîkopteran hate bombekirin.

11’ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Fm û Şehîd Fedakar geriyan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê: Heya ku em agahî ji Rêberê xwe werbigirin, emê çalakiyên xwe bidomînin

Nivîsa Pêş

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

KCK’ê ji bo meşa Cûdiyê bang kir: Bibin tofan û biherikin

KCK'ê ji bo meşa Cûdiyê bang kir: Bibin tofan û biherikin

Manşet

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.