Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zozan Çewlîg: Êrîşên li ser Rêbertiyê di asta herî bilind de ne

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig diyar kir ku êrîşên li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û got, "Sîstema hiqûqê ya dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna Rêberê me, tevgera azadiyê û gelê Kurd hilweşiya. Ne tenê hiqûqa Tirkiyeyê her wiha hiqûqa Ewropayê jî îflas kir. Ev eşkere ye. Eger di îmhakirina fîzîkî ya Rêber Apo de heta niha bi ser neketibin, ev yek encama berxwedana Rêbertî, gelê Kurd û tevgera me ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
12/09/2022 - 10:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Zozan Çewlîg: Êrîşên li ser Rêbertiyê di asta herî bilind de ne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û li ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, rewşa dawî ya li Herêmên Parastina Medyayê û bûyera li Xelîfanê  rû da ye, nirxandin kir.

Zozan Çewlig diyar kir, ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 23 salin li Îmraliyê şerekî taybet tê meşandin û got, “Ev polîtîkayên şerê taybet ên li Îmraliyê nabe ku ji hêzên serwer cuda bêne nirxandin. Dibe ku cezayê îdamê hatibe rakirin, lê belê em zanin ku dewletên navneteweyî ji bo tasfiyekirina Rêber Apo rola gardiyantiyê dane Tirkiyeyê.

23 salin Rêber Apo ji mafên xwe hemûyan bêpar hatiye hiştin. Ev bêhiqûqî ne tenê ji aliyê dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ve tê kirin. CPT, Konseya Ewropa, DMME û gelek saziyên ku dibêjin ew bi navê mafên mirovan dixebitin, li pêşberî vê rewşê bêdeng in. Gelek hêzên rêveber hevparê vê sîstemê ne.”

‘ÊRIŞÊN LI SER RÊBERTÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE NE’

Zozan Çewlig bi dewamî got, “Sîstema hiqûqê ya dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna Rêberê me, tevgera azadiyê û gelê Kurd hilweşiya. Ne tenê hiqûqa Tirkiyeyê her wiha hiqûqa Ewropayê jî îflas kir. Ev eşkere ye. Eger di îmhakirina fîzîkî ya Rêber Apo de heta niha bi ser neketibin, ev yek encama berxwedana Rêbertî, gelê Kurd û tevgera me ye. Divê em vê rastiyê bibînin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê mafên heyî nas nake. Em bi rûyê rast ê dewleta Tirk û AKP-MHP’ê zanin.

Em zanin ku ev yek di çarçoveya konseptekê de tê kirin. Siyaseta îmhayê li ser gelê me dewam dike. Ji girtîgehên li bajarên rojava cenazeyên girtiyan têne derxistin. Dewleta Tirk a ku li xaka Kurdistanê dagirkeriyê dewam dike, ti qanûn û hiqûqê nas nake. Timî zextê li civakê dike û mehkûmî birçîbûnê kiriye. Bi taybetî li her devera ku têkoşîna azadiyê heye êrîşan dike. bêguman ev rewş ji polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêbertî û ji êrîşên li ser gerîla cuda nîne. Li ser Rojava, Mexmûrê, Şengalê, siyasetmedaran, akademîsyenan, jinan, ciwanan, ji heft heta heftê salî zext li her kesî tê kirin.

Êrîşên li ser Rêbertî jî gihîştine asta herî bilind Divê em xetereyê bibînin. Divê gelê Kurd, ciwanên Kurd, jinên Kurd, dostên Kurd her kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin zanibin ku xetereyeke cidî heye. Gefa îmhakirina fîzîkî ya li ser Rêber Apo ji her demê mezintir e. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê haya me ji vê xetereyê heye. Em zanin ku her gerîlayên li Zap, Metîna, Avaşîn û qadên din şer dikin vê metirsiyê dibînin. Em hemû zanin ku ewlehî û tenduristiya Rêber Apo bi têkoşîna me ve girêdayî ye.

Bi gotineke din, ewlehî, azadiya fîzîkî û tenduristiya Rêber Apo tenê bi têkoşînê pêkan e. Bi vî rengî em dikarin xwedî li azadiya fîzîkî, tenduristî û ewlehiya Rêber Apo derkevin. Dema ku Rêbertî, jin, gelê Kurrd û bindest dibin mijar, hingî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ti maf û qanûnan nas nake. Eger em vê rejîma faşîst hilneweşînin, îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî wê bikeve rojevê. Divê em bi vê yekê zanibin. Divê em vê metirsiyê ji her demê bêhtir bibînin.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig qala şerê li dijî dagirkeriyê jî kir û got, “5 meh in berxwedan dewam dike. Şer êdî gihîştiye qonaxeke nû. Di rê û rêbazên şer de gelek pêşketin çêbûn. Dijmin di çarçoveya konsepta qirkirina Kurdan de êrîşên topyekûn dike. Di rastiya vî şerî de maskeya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê careke din kete xwarê. Em zanin ku faşîzm wê heta dawiyê dest ji vî şerî bernede. Wê di demeke nêz de dest ji polîtîkaya xwe ya qirkirinê bernede. Bi taybetî li pêşiya me hilbijartin hene, lewma ji bo karibe di hilbijartinê û şer de bi ser bikeve wê her tiştî bikin.

Di nava pênc mehan de têkoşîneke giran hate dayin. Li pêşberî berxwedana gerîla, polîtîkaya AKP-MHP’ê têk çûye. Şerê heyî jî wê rejîma AKP-MHP’ê yanî dîktator Erdogan nikaribe rizgar bike. Ev şer wê dawî li siyaseta qirkirinê ya rejîma AKP-MHP’ê bîne. Bêguman faşîzm ji ber xwe ve tune nabe, ji ber ku faşîzm tiştekî welê nîne. Niha her kes texmînan li ser hilbijartinê dike, lê belê ev hilbijartin wê neşibe ti ji hilbijartinên li Tirkiyeyê. Dibe ku bi rêbazên faşîst darbeyeke siyasî jî bê kirin. Bêguman rejîma Erdogan ji bo karibe li ser piyan bimîne dikare tiştekî bi vî rengî bike.”

Zozan Çewlig ragihand ku artêşa Tirk li gel bikaranîna rê û rêbazên qirêj û binpêkirinan exlaqê şer jî heta niha nekariye encamê bi dest bixe û got, “Derbên giran li ser hev xwar. Dewleta Tirk hejmara rastî ya windahiyên xwe yên di vî şerî de vedişêre. Herî dawî helîkoptear Skorsky a li Girê Amediyê hate xistin, skorskya dehemîn bû ku ji aliyê gerîla ve hate xistin. Ji ber vê yekê nema karîbû êdî înkar bike. Niha neçar man lê mikur bên.”

Zozan Çewlig got, “Dewleta Tirk ji bo karibe ji qadên lê asê maye rizgar bibe û moralê bide hêzên xwe bi hevkariya PDK’ê li Girê Amediyê hewl dide rê çêbike. Yanî bi hevkariya bi PDK’ê re dixwaze Amediyê bi dest bixe. Lê belê Girê Amediyê wê bibe gora dewleta Tirk.”

Zozan Çewlig ragihand ku PDK bi çêkirina rê dixwaze ewlekariya artêşa Tirk bike û dewleta Tirk ji rewşa heyî ya zehmet rizgar bike.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig işaret bi êrîşa li Xelîfanê jî kir û got, “Eger PDK’ê xefik dananîbe ber gerîla hingî divê cenazeyên hevalên me yên şehîd bûne û hevalên me yên birîndar in radestî me bike. Komeke ji hevalên me ku li ser erka xwe bûn, bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst re rû bi rû man. Ev bûyer ne dûrî hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê ye. Xelîfan û Geliyê Balîsanê sînorê PDK û YNK’ê ye. Qadeke ku PDK lê ye. Destpêka bûyerê pêşmergeyên PDK’ê diçin herêmê. Ev jî dibe sedema gumanan. Li cihekî ku ewqasî sivîl heye û ne sînorê Tirkiyeyê ye, çawa dibe ku li ser komeke biçûk a gerîla êrîşa hewayî bê kirin? Ev cihê gumanan e. Ev yek ji aliyê ajanên PDK’ê yan jî hinekî din hatiye kirin, lê belê em zanin ku koordînatên wan hevalan ji dewleta Tirk re hatine dayin.

Dewleta Tirk li cihekî mîna Xelîfanê êrîşî hevalên me dike. Eger PDK dibêje ku di vê bûyerê de sîxurî nekiriye, ji ber ku hinek ji rayedarên PDK’ê gotin, ‘Me ev bûyer nekiriye, sûcê me nîne, lê PKK me sûcdar dike’. Madem di vê bûyerê de cih negirtine hingî bila hevalên me yên şehîd û yên birîndar bidin me. Eger hevalên me radestî me nekin em û gelê Kurd wê zanibe ku di vê bûyerê de destê ajanên PDK’ê heye.”

Zozan Çewlig anî ziman ku di nava pênc mehên dawî de ji bo pêşî li dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bê girtin berxwedaneke bêhempa û şerekî bi rûmet hate meşandin û got, “Lê belê cihê êş û xemgîniyê ye ku bi polîtîkaya xiyanetê ya PDK’ê xaka wan pêşkêşî dewleta Tirk hatiye kirin. Bêguman em bi siyaseta PDK’ê zanin û fêhm dikin. Lê belê ti carî di vê astê de xaka Başûr pêşkêşî dewleta Tirk nehatibû kirin. Hevkariya bi artêşa Tirk re wê dawî li PDK’ê bîne. Berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne. Dîrok wê ti carî PDK’ê efû neke ku xaka Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Ji ber ku di vî şerê man û nemanê de PDK’ê li gel dijmin cih girt.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin silav kir û got, “Em hêzê ji berxwedana gerîla werdigirin. Ev şerê ku pênc meh li pey xwe hiştiye, nîşan dide ku jinên Kurd ên bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin gihîştine kîjan astê. Tevlîbûna hevalên jin, berpirsyariya di vî şerî de, çalakî û îradeya wan hêza jinên Apoyî nîşan dide. Em jî hêzê ji vê werdigirin.”

Zozan Çewlig destnîşan kir ku YJA Star mîna sala derbasbûyî îsal jî bi rêxistinî, xur tû çalak tevlî şer bû û got, “Me di vî şerî de berdêlên giran dan. Ji bo pêkanîna armancên şehîdan em ê hîn bêhtir têbikoşin û faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

12 Îlonê û Civata Tawanbaran

Nivîsa Pêş

YPS: Divê ciwanên welatparêz û şoreşger pêşengtiyê ji pêngava serfiraziyê re bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YPS-JIN: ‘Çîruska ku rêheval Leyla pêxistiye, em ê bi meşaleyan mezintir bikin’

YPS: Divê ciwanên welatparêz û şoreşger pêşengtiyê ji pêngava serfiraziyê re bikin

Destpêkirina 1’ê Gulanê – Roja Cîhanî Ya karkeran

Gerîla bêvila faşîzmê bi erdê ve dikişîne

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.