Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji bo bîranîna şehîd Kemal Pîr (Kayhan Kartal)

Edîtor: Nucan Serdoz
09/09/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Kemal Pîr li gundê Qeregivîj ê Qereyaziya Erziromê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat welatparêz bûye wî di temenekî biçûk de partiya me nas kiriye û hestên wî yên welatparêzî û şoreşgeriyê di zaroktî de pêş ketiye. Demekê li ba malbata xwe ya maye û piştre ji bo xwendinê çûye metrepolên Tirkiyeyê û wî li wan deran bêtir dîtiye ku dewleta Tirk a mêtinger çawa li gelê Kurd dinihêre û ew rastiya dijmin bi zelalî dibîne. Ji ber ku dewleta TCyê bi dijminatî nêzî gelê me dibe û gelê me înkar dike, ev tişt dibe sedem ku heval Kemal berê xwe bide têkoşînê. Heval Kemal di salên 2005 û 2006’an de bi xebatên ciwanan dest bi têkoşînê dike û roj bi roj Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Heval Kemal di nav refan de çiqasî di têkoşînê de kûr bûye, wî têkoşîna xwe ewqasî mezin kiriye. Ji bo wî bûye azweriya herî mezin ku ew li çiyayên Kurdistanê li ser şopa hevalên xwe bimeşe û wekî wan gerîlatiyê bike. Di sala 2008’an de xwestiye vê xeyala xwe pêk bîne jî ji ber pêdiviyan dîsa tevlî xebatên bajaran bûye. Li bajarên ku dijmin gelekî serwer bû wî bi îradeyeke mezin a Apoyî têkoşîna xwe domandiye û bi profesyonelî tevgeriyaye. Metrepolên Tirk di serî de li gelek bajaran bi çalakiyan derbên giran li dijmin xistiye û hesapê qetlîam, girtin û êşkenceyê ji dijmin pirsiye.

Heval Kemal du caran ji aliyê dijminê faşîst hatiye girtin. Heval Kemal guh nedaye astengkirin û êşkenceyên dijmin û têkoşîna xwe domandiye. Herî dawîn di sala 2014’an de dema ku ji zindanên TC’yê derketiye û berê xwe daye nav refên azadiyê û hatiye çiyayan. Wî têkoşîna xwe êdî li çiyayên Kurdistanê domandiye.

Heval Kemal ji roja ku tevlî têkoşînê bûye, bi fedakariyeke mezin tevlî her xebatê bûye û bi berpirsyarî hewl daye her xebata xwe bi serkeftî pêk bîne. Heval Kemal navê xwe ji berxwedêrê mezin ê partiya me û kadroyê pêşêng ê partiya me Kemal Pîr stendiye û armanca wî ev bû ku di jiyana xwe de her dem wekî Kemal xwedî helwest û kesayet be. Heval Kemal di sala 2015’an de tevlî nav Hêzên Taybet bûye û wî tespîta Rêber Apo ‘Hevrêtî tê wateya ku mirov ji heqîqetê para xwe bistîne’ ji xwe re kiriye esas.

Ev hevalekî wisa bû ku her dem amade bû ji bo partiya xwe û hevrêyên xwe canê xwe bide. Dema ku ew li ser şopa Kemalan dimeşiya jî armanca wî ev bû ew wekî wan bibe fermandarekî mezin û ew bûye fermandarekî pêşeng ê serdema nû. Bi qasî du salan li qada Metînayê têkoşiyaye û bi tarza xwe ya xebatê û tempoya xwe serkeftinên mezin bi dest xistiye. Ew wekî fedaiyekî Rêber Apo wî tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo tu carî qebûl nekiriye û li her derê bûye xwedî helwest ku divê ev tişt neyê normalîzekirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî wî pêşniyaz kiriye ku ew biçe Bakurê Kurdistanê. Lê piştre ji ber pêdiviyên cihê yên partiya me ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê maye û wekî milîtanekî Apoyî wî xwe daye xebatan û ji bo ku bi ser bikeve bi fedakarî û kedeke mezin têkoşiyaye.

Heval Kemal her dem bi jiyana fedakarî û şerkirinê meş û têkoşîna xwe domandiye. Ji roja ku gava xwe ya pêşîn avêtiye nav partiyê û heta şehadetê wî jiyana bi îdeolojiya Rêber Apo ji xwe re kiriye esas, dil û mejiyê xwe bi vê îdeolojiyê mezin kiriye. Wî her kêlîka jiyana xwe wekî PKK’yiyan jiyaye û li her derê hewldana afirandina vî tiştî daye.

Kemal Pîr ku ji roja destpêkê ya tevlîbûna li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û pê ve bi kedkarî, fedakarî û fedaî tevlî bûn, gelek nirx afirandin û parastin. Hevrêyê me di 21’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûn.”

 

 

1 Ji 25
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Civaka heyî nikare li gorî potansiyela xwe tevbigere -11

Nivîsa Pêş

Ji bo azadiya Rêberê Gelan banga tevlîbûna meşê hate kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo azadiya Rêberê Gelan banga tevlîbûna meşê hate kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelan banga tevlîbûna meşê hate kirin

Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Pûşperê eşkere kir

Di çalakiya Jinên Tîrêjên Rojê de 3 polîsên faşîst birîndar bûn

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê gel di pêşengiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîdê daket qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.