Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dewleta Tirk îtîraf kir ku Abdullah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ mûaf girtî ye

Di bersiva Konseya Ewrupayê ya li ser serlêdana ji bo bi cih anîna biryara binpêkirina DMME’yê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, dewleta Tirk a faşîst îtîraf kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” mûaf girtî ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/08/2022 - 22:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Parêzer 15 mehin nikarin agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigrin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana 2003’an a parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewrupayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî “Ocalan 2” tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupayê ji bo Tirkiye qanûnên di çaçroveya “mafê hêviyê” de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li ser biryara DMME’yê nehate pêkanîn di 9’ê Tebaxa 2022’an careke din serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupayê dabû.

Di serlêdanê de ji bo ku di hiqûqa navxweyî de tevdîrên takekesî bên qebûl kirin, serlêdanên wan ên ji bo agahdarkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hebûn. Di serlêdanê de bal hat kişandin ku Abdullah Ocalan bêyî “mafê hêviyê” li girtîgehê tê ragirtin û hewldanên hiqûqî yên ji bo ewlekirina “mafê hêviyê” û serbestberdana wî ya dema dirêj a ragirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat red kirin.

Di serlêdanê de hat pêşniyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka binesazî ya di biryara DMME’yê de hatiye destnîşan kirin, divê guhertinên pêwîst ên qanûnî û pratîkî bi lezgînî ji aliyê Tirkiyeyê ve bên kirin. Di serlêdanê de hat diyar kirin ku Planên Çalakiyê yên di navbera salên 2015-2021’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine pêşkêş kirin, ji bo ji holê rakirina binpêkirinê tedbîrên şênber nînin û hat gotin ku îdîayên ku biryarên binpêkirina Tirkiyeyê bi cih anîne rastiyê nîşan nade. Di serlêdanê de hate diyar kirin ku Tirkiyeyê di mijara banga bicihanîna biryarê û pêşniyarên Komîteyê yên 3’ê kanûna 2021’an de gavên guncav neavêtine û daxwaz hatin rêz kirin.

Tirkiyeyê bersiva serlêdana ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Komîteyê dabû, da.  Tirkiyeyê îtîraf kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” muaf kiriye û got: “Pêkane ku mehkûmên bi cezayê giran ê muebbetê hatine ceza kirin bên berdan, lê belê bi taybetî hin sûc ji vê yekê muaf hatine girtin.”

Tirkiye bersivên xwe yên berê dubare kir û behsa Plana Çalakiyê ku di 1’ê Cotmeha 2021’an de pêşkêş kiribû, kir. Di bersivê de diyar kir ku Plana Çalakiyê mijarên ku di serlêdanê de cih digirin ji hêla parêzeran ve bi berfirehî hatine vegotin.

Piştî serlêdanê komîteyê di 3’yê Kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêm kirin û vekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya Îlona 2022’yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. Tevî ku ji meha Îlonê re kêm wext maye jî Tirkiyeyê ne têkildarî hejmara kesên cezayê cezayê muebbeta girankirî ne jî têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine.

 

 

Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Firatê ‘ANF’

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Mexmûrê şehîd Ebûzeyd Abdullah Ubeyd spartin axê

Nivîsa Pêş

ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2022’YAN

ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2022’YAN

Bersiva jiyana mezin, çalakiya mezin e

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê gel di pêşengiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîdê daket qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.