Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Em bi biryarin ku dewleta Tirk têk bibin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê got; "Ev şer ji bo berjewendiyên neteweyî û paşeroja azad a gelê Kurd berxwedaneke demokratîk û neteweyî ya gelekî girîng e. Lewma çawa ku heta niha me fedakariya pêwîst nîşan dan, ji niha û pê ve jî berdêla xwe çi dibe bila bibe em bi biryar in ya pêwîst bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
28/08/2022 - 15:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG’ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şer di rewşa heyî de gihîştiye qonaxeke gelekî girîng û krîtîk û destnîşan kir ku ew bi biryar in ku dewleta Tirk têk bibin.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk 14’ê Nîsana 2022’an li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh a dagirkeriyê kir. Ji 14’ê Nîsanê û vir ve hêzên me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berxwedaneke gelekî mezin û dîrokî dikin.

DEWLETA TIRK NEKARÎ BIGIHÊJE ARMANCA XWE, LI BER TÊKÇÛNÊ YE

Baş tê zanîn ku dewleta Tirk a mêtinger hesabê wê yekê dikir ku di demeke gelekî kurt de van herêman dagir bike û bi vê armancê êrîş kir. Lê belê tevî ku dewleta Tirk gelek piştgirî wergirt û çekên li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne li dijî tevgera me bi kar tîne, çar meh û nîv e nekariye dagirkeriyê pêk bîne. Dewleta Tirk di vê êrîşê de xitimî ye û li ber têkçûnê ye. Şerê me yên bi dewleta Tirk re bi rengekî bêeman dewam dike. Şer bi rewşa heyî di asteke gelekî girîng û krîtîk de ye.

EM BI BIRYARIN KU DEWLETA TIRK TÊK BIBIN

Yek ji qadên ku ji 25’ê Gulanê û vir ve şer lê giran bûye, xeta Girê Hakkarî û Girê Amediyê ye. Em bi biryar in ku li vê derê teqez dewleta Tirk têk bibin. Dewleta Tirk wê nikaribe van deveran bi dest bixe. Neçar e ku xwe vekişîne û biçe; eger xwe venekişîne wê tune bibe. Gelê me û raya giştî baş zanin ku em vî şerî weke şerekî taktîkî nanirxînin. Di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên neteweyî yên tevahiya gelê Kurdistanê û paşeroja demokratîk a gelên ehrêmê, em weke şerekî girîng û stratejîk dibînin. Ev şer ji bo berjewendiyên neteweyî û paşeroja azad a gelê Kurd berxwedaneke demokratîk û neteweyî ya gelekî girîng e. Lewma çawa ku heta niha me fedakariya pêwîst nîşan dan, ji niha û pê ve jî berdêla xwe çi dibe bila bibe em bi biryar in ya pêwîst bikin.

ÇÊKIRINA RÊ JI ALIYÊ PDK’Ê VE PIŞTGIRIYA ŞÊNBER A JI BO DEWLETA TIRK E

Di demekê de ku şerê navbera me û rejîma AKP-MHP’ê ya qirker li xeta navbera Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Sêgirê gihîştiye noqteyeke gelekî krîtîk, sibeha 27’ê Tebaxê li navbera vê xetê, ji parkeke li wê derê bi ber qadên me yên berxwedanê, hêzeke ewlekariyê ya hêzên PDK’ê bi makîneyên kar dest bi çêkirina rê kir. Em baş zanin ku bi çêkirina rê ya li wê derê, bi anîna tank û wesayitên zirxî ji wê rêyê, hewl dide ku dewleta Tirk a li Şikefta Birîndara û Werxelê xitimî ye, rizgar bike. Lê belê eşkere ye ku rêya li vê derê tê çêkirin jî wê nikaribe rejîma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk a tengav bûye, rizgar bike. Çêkirina vê rêyê wê ji bo dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê ya tengav bûye bê wateya piştgiriyeke şênber û destwerdana li şer.

BANGA LI PDK’Ê: RÊ ÇÊNEKE!

Banga me li rêveberiya PDK’ê ye; vê rêya ku dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd çêneke. Em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li çêkirina vê rêyê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin ku ev rêya ji aliyê PDK’ê ve tê çêkirin ji bilî xizmeta ji rejîma AKP-MHP’ê ti wateya xwe nîne.

Eşkere ye ku anîna vê rêyê ji aliyê PDK’ê ve ber bi navenda eniya şer, wê were wateya tevlîbûna yekser a li şer. Di vê demê de rûdana şerekî navbera Kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê. Lewma di vê demê de divê PDK karekî bi vî rengî neke. Bi vê armancê em bang li raya giştî ya demokrtîk, gelê Kurdsitanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo PDK’ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerîne ku dikare bibe sedema şerekî navbera Kurdan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di çalakiyên bi bandor yên gerîla de 6 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Di çalakiya bersivdanê ya HRE’ê de 12 leşkerên dagirker hatin kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di çalakiya bersivdanê ya HRE’ê de 12 leşkerên dagirker hatin kuştin

Di çalakiya bersivdanê ya HRE'ê de 12 leşkerên dagirker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker bi riya PDK’ê hovîtiya xwe dike

Dewleta Tirk a dagirker bi riya PDK'ê hovîtiya xwe dike

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.