Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dema bikaranîna bombeya ‘Bi bandora Hîroşîmaya Biçûk’

Dewleta Tirk li ber bêdengiya cîhanê her roj çekên taktîk nukleer li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kartîne. Dîmenê dema teqîna vê bombeyê ku mîna 'Hîroşîmayeke Biçûk' bandorê dike, vê carê li Qada Karker a Zapê hate kişandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/08/2022 - 12:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dema bikaranîna bombeya ‘Bi bandora Hîroşîmaya Biçûk’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di qonaxa dawî ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de artêşa Amerîkayê Tebaxa 1945’an bombeyên atomê avêtibûn ser Hîroşîma û Nagazakî yên Japonayê ku bandora wan 15 û 20 kîloton bû. Bandora bombeyên nukleerî yên taktîkî yên ku artêşa Tirk li dijî baregehên gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tînin, bi kamera hatin kişandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 14’ê Nîsana 2022’an destpê kirin, dewam dikin. Artêşa Tirk çekên nukleerî yên taktîkî hema hema her roj li dijî gerîla weke çekek ji rêzê bikar tîne. Artêşa Tirk bi sûdwergirtina ji bêdengiya cîhanê û raya giştî ya navneteweyî, niha her roj van çekên ku hemû zindiyên li herêmê tune dike, bikar tîne.

DEVÊ TUNELAN BI HEMWEXTÎ HATE TEQANDIN

Dema teqîna çekên nukleerî ya taktîkî herî dawî li Qada Berxwedanê ya Karker a Zapê bi kamerayan hat tomarkirin. Di dîmenan de hate dîtin ku artêşa dagirker a li hemberî rêbazên modern ên bilind û berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê bê çare maye, bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîşî çeperên şer ên Girê Ortê kirin.

Bi mehane ji hewa û bejahî ve bênavber her cûre gazên kîmyawî û bombeyan bikar tînin. Tunelên ku nekarîn bi mehan desteser bikin, bi awayek hemwext bi bombeyên kîmyewî yên dijwar û rokêtan hatin teqandin. Bi dijwariya teqînê, tê dîtin ku devê tunelan vediguhere goka ji agir.

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de ya bi bombeyên nukleerî yên taktîk ên rojên bihurî li dijî çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên li Herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî de jî heman dîmen hat tomarkirin. Di dîmen de ku 24’ê Tebaxa 2022’an li ser ANF’ê hate weşandin, ligel ku dîmen ji cihekî bi 5 kîlometreyan dûr ve hate kişandin jî bi bandora teqînê kamera hejiya.

BOMBEYÊN KU DI ASTA ‘HÎROŞÎMAYEKE BIÇÛK’ DE BANDORÊ DIKIN

Bombeyên taktîk nukleer ji ber ku li cihê tê bikaranîn mîna bombeya atomê ya li Hîroşîmayê hate bikaranîn bandorê dike, weke ‘Bombeyên bi bandora Hîroşîma Biçûk’ têne naskirin. Korgeneralê pîlot Erdogan Karakûş ê ji artêşa Tirk teqawît bûye, bi xwe mikur hat ku ev bombe ji salên 1990’î û vir ve li Kurdistanê têne bikaranîn. Karakûş meha Adarê beşdarî bernameya televîzyonekê bû û diyar kir ku di envantera artêşa Tirk de çekên taktîk nukleer hene û got, “Ya ku li Japonyayê hate bikaranîn 20 kîloton bû, yên li ber destê me nîv kîloton e.”

Li gorî hin pisporan, bombeyên taktîk nukleer ji ber ku biçûk in û hîn bi hêsanî têne bikaranîn, gelek caran ji bombeyên nukleerî yên bi fuzeyan ji parzemînan diavêjin parzemînan bêhtir metirsîdar in. Lewma navê xwe ‘taktîk’ jî be ev bombeyên nukleerê mîna li Kurdsitanê tê bikaranîn, ji bo armancên stratejîk têne bikaranîn. Armanca dewleta Tirk a ji bikaranîna van bombeyan mîna ku li Qadên Girê Şehîd Zemanî û Karker jî tê dîtin, tunelên ku nikare bi dest bixe, îmha bike.

Çavkanî: ANF (Ajansa Nûçeyan a Firatê)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya sê gerîlayên ku li Wanê şehîd bûne eşkere kir

Nivîsa Pêş

Milîsên HBDH’ê li Mersînê çalakiyek li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên HBDH’ê li Mersînê çalakiyek li darxistin

Milîsên HBDH'ê li Mersînê çalakiyek li darxistin

YPS: Emê bi Şerê Gelê Şoreşgerî li Kurdistanê dawî li rêjîma faşîst a AKP û MHP’ê bînin

YPS: Emê bi Şerê Gelê Şoreşgerî li Kurdistanê dawî li rêjîma faşîst a AKP û MHP'ê bînin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.