Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: 6 dagirker hatin ceza kirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên gerîla de yên bi pêşengiya tîmên bi tevger hatin lidarxistin, 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Derb li helîkoptereke êrîşê û droneyekê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/08/2022 - 15:06
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 9 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: 6 dagirker hatin ceza kirin, derb li helîkopterekê hate xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê wiha ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên giran bi fedakariyeke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, li pêşiya planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a qirker û mêtinger ên li ser Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn astengiya herî mezin e. Artêşa Tirk a dagirker ji bo vê astengiyê ji holê rake bi rêbazên li derveyî mirovahiyê, bi rengekî bêsînor êrîşan dike. Li hemberî van êrîşan berxwedana bi heybet a hêzên me dewam dike. Li gel bombeyên tatkîk nukleer û çekên kîmyewî artêşa Tirk li pêşiya çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya erxelê madeyên plastîk û lastîkên wesayitan dan ber agir û hewl dan gaza bi jehr ber bi hundirê çeperên şer ve bişîne.

Di çalakiyên hêzên me de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin, 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, derb li helîkoptereke êrîşê û droneyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî 17 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 25 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi tankan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşên hatine kirin wiha ne;

LI GARZANÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

14’ê Tîrmehê li qada Nizarê Azê yê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di operasyona dijmin de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Hevrêya me Sara ku di vî şerî de heta nefesa we ya dawî bi fedaîtî şer kir, ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevrêya me Sara rastiya Egîdbûnê ya jinên Kurd ên azad û ruhê fedaî yê teslîmnebûnê yê Bêrîtanan temsîl kir. Em soz didin ku wezîfeyên şoreşgerî yên radestî me kirine teqez bi ser bixînin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ne;

 

 

Nasnav: Sara Xebat
Nav paşnav: Leyla Yildizgorer
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Azîme-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeha 2022 / Garzan

 

 

Hevala me Sara li gundê Hewlêr ê Cizîra Botan di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku gundê Hewlêr gundekî welatparêz bûye, dijmin gelek zext li ser gund kiriye lê gund tu carî li hemberî êrîşên dijmin stûyê xwe xwar nekiriye. Ji ber vê dewleta Tirk a dagirker gundê Hewlêrê şewitandiye û malbata hevala Sara jî wekî gelek malbatên Kurdistanî koçî Cizîrê kirine. Heval Sara zaroktiya xwe di bin zilma dijmin de derbas kiriye û dema ku çûye dibistanên mêtingeriyê rastiya dijmin bêtir fêm kiriye û nas kiriye. Heval Sara PKK a ku pêşengiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye. Ji ber ku ji malbata wê jî gelek kes tevlî nav refan bûne, vê lêgerîna hevala ma Sara jî zêdetir û kûrtir bûye. Heval Sara ya ku xwedî kesayetiyeke serhildêr bû vê statuya ku civakê li ser jinan ferz kiriye red kiriye û li hemberî wê têkoşiyaye. Wê dîtiye ku ji bo jiyaneke mirovî karibe bijî tekane rê têkoşîneke bi bandor e û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Dema ku gihiştiye çiyayên Kurdistanê wê tevlêbûneke bi coş û daxwaz nîşan daye, piştî ku demekê li qadên Cûdî û Bestayê maye çûye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi tecrubeya gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê, ew bi awayekî jixwebawer tevlî nav xebatan bûye. Di her xebata xwe de ji xeynî serkeftinê tu encameke din qebûl nekiriye û ji bo ku bi ser bikeve kedeke mezin daye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir wekî her milîtaniya Apoyî ew çûye Şengalê li hemberî çeteyan şer kiriye. Heval Sara yekser di nav berxwedana li Şengalê cih girtiye û bûye şahidê destanên qehremaniyê. Wê bi kameraya gerîla kêlîkên ji bo gelê me yê Êzidî dîrokî bû, qeyd kiriye û ragihandiye ji gelê me û raya giştî re. Ew bûye wesîle ku Berxwedana Şengalê ji aliyê hemû dinyayê were bihîstin. Piştî ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hêzên YBŞ û YJŞ’ê li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê têk birin û Şengal rizgar kirin, wekî hemû HPG’yiyan ew jî vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo mûhasebeya pratîka şer a dijwar û tecrubeyên xwe tevlî pêvajoya perwerdehiyê ya Akademiya Mahsûm Korkmaz bûye û ji bo ku îdeolojiya Rêbertî baş fêm bike, bi awayekî xurt bala we daye perwerdehiyê. Bi lêhûrbûnên kûr re, wê di kesayetiya xwe de rêgezên jina azad û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk geş kiriye. Birayê wê hevrê Xebat (Mahmût Yildizgorer) piştî ku di sala 2017’an de şehîd bû, wê jî biryar da ku biçe Bakurê Kurdistanê û şer bike. Ji bo ku vê daxwaza xwe pêk bîne, wê di gelek qadan de xwe perwerde kiriye û wekî fermandareke jîr a YJA Starê çûye qada Xerzanê. Li qada Xerzanê bi helwesta xwe ya Apoyî her dem ji hevrêyên xwe re bûye mînak û peywirên xwe yên pêşengtiyê bi cih aniye. Li qada Xerzanê tevlî gelek çalakiyan bûye û derb li dijmin xistiye.

Hevrê Sara tevlêbûna nav refên gerîlayan wekî zayîneke nû dinirxand û ew bi evînî tevlî nav jiyana PKK’ê bûye ya ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin. Heval Sara bi dirustî, sadetiya xwe bêyî dudilî tevlî nav xebatên şoreşê bûye û ji hemû hevalên xwe re bûye mînak.

Malbata hêja ya hevala me Sara û gelê Botanê yê welatparêz di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

15’ê Tebaxê saet di 08:10’an li Qada Berxwedanê ya Saca, tîmên me yên bi tevger ên bi tevgera droneyan hesiyan, bi çekên ferdî lê dan. Piştî destwerdana hêzên me, drone neçar man ji qadê biçin.

15’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Çemço, dagirkerên di nava liv û tevgerê de bûn ketin bin kontrola hêzên me. Tîmên me yên bi tevger saet di 08:20’î de ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran dan û herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê hevrêyên me dest li droneyan werdan ên li qadê digiriyan û drone neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de; 14’ê Tebaxê saet di navbera 20:00-21:00 de helîkopterên êrîşê hewl dan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bibarînin. Tîmên me yên bi tevger bi xurtî dest li helîkopterên êrîşê werdan û derb li helîkoptereke êrîşê xistin.

15’ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Girê Koordîne ya Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15’ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me derb li droneyekê xistin. Heman demê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê jî bi sûîqestê li wî dagirkerî xistin ku ev drone bi kar dianî û dagirker ceza kirin.

15’ê Tebaxê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16’ê Tebaxê saet di 05:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li qadên Girê Şehîd Gelhat û Girê Şehîd Pîrdoxan hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmeywî;

15’ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Karker, 17 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombardûman hate kirin.

14 û 15’ê Tebaxê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Werxelê madeyên plastîk û lastîkên wesayitan li pêşiya çeperên şer vêxistin û gaza bi jehr a ji wan plastîkan belav dibû, hewl dan bişînin nava çeperên şer. Ev êrîşa bi dûyê jehrî heta êvara 15’ê Tebaxê dewam kir.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi tank û balafirên şer;

14 û 15’ê Tebaxê li Qada Qaşura ya Metînayê û qadên berxwedanê yên Çemço, Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê drone geriyan.

15’ê tebaxê li Garê qadên Gundê Gûzê, Deşta Kayfa û Gundê Geverkê, li Metînayê zeviyên Gundê Dergelê û Gundê Beşîlî, li Xakurkê jî qadên Sinînê û Şekîfê 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15’ê Tebaxê qadên berxwedanê yên Sîda û Girê Bahar 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi dehan caran bi tankan hate bombekirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan re serlêdana parêzeran

Nivîsa Pêş

ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2022’YAN

ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2022’YAN

TAYBET – Abdurrahman Hacî Ehmedî: Ji bo tolhildana şehîd Rêzan berê xwe bidin Qendîlê

TAYBET - Abdurrahman Hacî Ehmedî: Ji bo tolhildana şehîd Rêzan berê xwe bidin Qendîlê

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.