Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Ji bo bîranîna şehîd Mam Zekî Şengalî

Edîtor: Nucan Serdoz
15/08/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
TAYBET – Ji bo bîranîna şehîd Mam Zekî Şengalî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Mam Zekî di 28’ê Berfenbara 1952’an de li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sala 1969’an, ji ber zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan û taybet ser civaka Êzidî, wekî gelek malbatên Êzidî, bi malbata xwe re koçî Ewrupayê dike.

Sala 1979’an pêwendî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û di nava civaka Êzidî ya Ewrupayê xebat dide meşandin. Di rêxistinkirina civaka Êzidî ya li Ewrupayê de rolek sereke dilîze. Di 1989’an de bi awayekî fermî beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1990’an ji aliyê dewleta Elman ve tê girtin û demek dirêj li girtîgehê dimîne.

Piştî ji girtîgehê derdikeve, xebatên xwe berfirehtir dike û tevî malbata xwe bi hemû hêza xwe ji bo civaka Êzidî û azadiya Kurdistanê xebat dimeşîne. Di vê navberê de kurê Zekî Şengalî yê bi navê Qasim Ozden (Sîpan) û kurê xwîşka wî Xanê Demîr di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dibin.

Zekî Şengalî sala 1999’an biryar dide ku vegera welat û berê xwe dide Kurdistanê. Bi têkoşîn, xebat û pêwendiyên xwe bandorek mezin çêdike. Di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de jî rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).

Mam Zekî kesayetek neteweyî bû û xwedî hestekî şoreşgerî bû. Qet fikir û hizrê wî Kurdistan parçe nekir. Timî ji bo yekîtiya neteweyî kar dikr. Lewma di sala 2013’yan de pêşengtiya civînên ji bo kongreya neteweyî dike. Hewl dide ku nakokiyên di navbera aliyan de bi dawî bike û nêzî hev bike û hêviya gelê Kurd a bi salan pêk bîne. Lê hewldaneke bi vê rengî hêzên serdest tengav dike, ji bo pêkneanîna vê armancê heya hemû polîtîkayên xwe yên qirêj dan meşand.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, Zekî Şengalî jî berê xwe dide Êzidxanê û pêşengtiya berxwedanê dike. Ji bo birêxistinkirina Êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser bi şev û roj dixebite. Bi vê xebata xwe, di nava tevahiya civaka Êzidî de rêzdariyek gelekî mezin digire û wekî pêşeng tê qebûlkirin. Hezkirina ji bo Şengalî digihîje astek wisa ku êdî civaka Êzidî wî wekî perçeyek xwe dibînin û di dilê wan de hêlîn çêdike. Lewma Êzîdxan êdî wî wekî “Mamê Zekî” pênase dike û bi vê nava civaka û herêmê de tê naskirin.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Mam Zekî tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet Tirk a dagirker ku tevî eqwas êşên hatine kişandin jî êrîşî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû hedef. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta Tirk ya qirker bombebaran dike. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd dikeve.

Cenazeyê Mam Zekî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxir kirin. Gelê Êzidî piştî şihadeta Mam Zekî, li ser şopa wî îradeya xwe hîn xurtir kirin. Li aliyekê bîranîna Mamê xwe didin jiyan din, li aliyekê ji bo naskirina pergala xweser a Êzidxanê têdikoşin. Li cihê ku Mam Zakî lê hatiye şehîd xistin, bîrdariyek hatiye avakirin û tê ziyaretkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz serdegirtina Dihê -4

Nivîsa Pêş

TAYBET – Pêngava 15’ê Tebaxê bû bersiva qêrîna zîndana Amedê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Pêngava 15’ê Tebaxê bû bersiva qêrîna zîndana Amedê

TAYBET - Pêngava 15'ê Tebaxê bû bersiva qêrîna zîndana Amedê

Pêngava 15’ê Tebaxê û dijwarbûna êrîşan

Pêngava 15’ê Tebaxê û dijwarbûna êrîşan

Manşet

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.