Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tevlî Şerê Gelê Şoreşgerî bibin

PAJK: Ev ruhê ku bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Rojhilat, Şengal, Mexmûr û çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn şerê gerîla yê sedsala 21'ê gihandiye asta herî bilind, sînorên dewletên mêtinger bêwate kiriye û jin û gel bi hestên enternasyonal rakiriye ser piyan ruhê 15'ê Tebaxê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/08/2022 - 9:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê got, “Di salvegera 38’an a cejna me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê ya dîrokî de ku li Kurdistanê hişmendiya azadî û parastina hebûnê afirand û ev yek kir stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, di şexsê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd de hevrêyên li Zap, Avaşîn, Metîna şehîd ketin û şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

15’ê Tebaxê cejna vejînê li afirînerê nirxên me yên têkoşînê li Rêber Apo, gelên me, gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku bi ruh û hêrsa 15’ê Tebaxê li dijî dijmin şerekî bêeman dikin, li jinan û her kesên di nava têkoşîna şoreşê de ne pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Rejîma dewleta Tirk a faşîst-qirker ku ji avabûnê û vir ve qirkirin û dagirkeriyê ji bo xwe weke hinceta hebûnê dibîne, di dîrokê de bi mejiyê tekperest û neteweperest hebûna xwe dewam kiriye, vê hebûna xwe jî li ser înkar û îmhaya gelan de dewam dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku tecrûbeyên tarî yên dewleta Komara Tirkiyeyê ji xwe re weke mîrate wergirtiye, dixwaze siyaseta qirkirinê li tevahiya Rojhilata Navîn bimeşîne. Lê belê mîna doh îro jî li dijî rejîmên faşîst û temsîlkarên wê, berxwedaneke berfireh a gelan heye. Berxwedana gelan çawa ku rejîmên faşîst hemû hilweşandine, wê faşîzma AKP-MHP’ê û pitşevanên wê jî têk bibe.

Faşîzma dewleta Tirk ji avabûnê û vir ve ji bo xwe kiriye wezîfeya bingehîn ku tevgerên şoreşger bitepisîne, tasfiye bike. Tevgerên ciwanên şoreşger û hêviya sosyalîzmê ya ku di salên 1970’î de li cîhanê deng veda, li Tirkiyeyê bi kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin. Faşîzma ku ji serhildana ciwanên şoreşger ditirsiya, bi darbeya leşkerî bersiv da. Di vê pêvajoyê de ku dihate xwestin têkoşîna şoreşgerî bi tundiyê bê tasfiyekirin, Rêber Apo li dijî mêtingeriyê gaveke dîrokî avêt. Rêber Apo ku bi pêşengiya mîrateya têkoşîna şoreşgerî rabû, bi ragihandina PKK’ê re ku wê rê li ber şoreşa Kurdistanê vekiribûya, li dijî mêtingerî û mejiyê qirker dest bi meşeke mezin a azadiyê kir. Damezrandina PKK’ê ne tenê li dijî mejiyê dewleta netewe ya faşîst a Tirk bû, di heman demê de li dijî tekperestî, neteweperestî û mejiyê dewleta netewe ya li tevahiya herêmê serhildanek bû. Ji ber vê yekê faşîzma dewleta Tirk piştgirî ji NATO’yê û hêzên tarî wergirt û dest bi êrîşeke bêdawî kir.

Rejîma dewleta Tirk dît ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê veguheriye hêza îdeolojîk-polîtîk û xwest bi cûntaya 12’ê Îlonê re vê vejîna mezin bitepisîne. Ruhê Apoyî li zindanên Amedê serî li ber zilma li derveyî mirovahiyê ya cûntakaran netewandin û bi berxwedana destanî ya Mazlûman û Kemalan bû banga pêngaveke mezin a dîrokî, rê nîşan da. Banga berxwedanê ya Mazlûman bi fermandariya hevrê Mahsûm Korkmaz bi Pêngava 15’ê Tebaxê re veguherî hêza tolhildanê. Ev hêza ku tarîtiya giran a faşîzmê ji holê rakir, ruh û wêrekiya jinûve vejîna bi rengekî azad da gelan û jinan, ew fîşeka destpêkê ye ku li dilê mêtingeriyê ketiye.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi fermandariya fermandarê efsanewî hevrê Egîd li dijî mejiyê mêtingeriyê hate destpêkirin, weke gava herî mezin a sedsala 20’î derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Di pêvajoyekê de ku netewe dewlet û hêzên hegemonîk ji bo teslîmgirtina gelan hîn bêhtir xwe bi çek dikirin, hîmê xweparastinê û artêşa gel hate danîn. Bi qasî bandora xwe ya leşkerî, pêngav li Kurdistanê bû cejna serhildana li dijî zaliman, bû jinûve vejîn. Civaka Kurd a bi ser xwe ve hat, bi coşa cejnê, biryardariya xwe ya misogerkirina azadiyê û parastina hebûna xwe xurt kir.

VEGUHERÎ HÊVIYEKE MEZIN A MIROVAHIYÊ

Şerê parastina gel ku sala 1984’an di 15’ê Tebaxê li Botanê, li Dihê-Şemzînanê hîmê wê li dijî mêtingeriyê hate danîn, li Kurdistanê bû tovê çanda egîdbûnê. Berxwedana ku li Botanê bilind bû û veguherî qîrîna serketinê, li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê deng veda. Pêngava şerê şoreşgerî yê 15’ê Tebaxê ku bi felsefeya Rêber Apo destpê kir, bi pêşdîtin û biryardariya teqez serketinê ya fermandarê mezin hevrê Egîd kete pratîkê, civakî bû û bi Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêza Parastina Jinê (YJA Star) bû hêviyeke mezin ji mirovahiyê re.

Ev berxwedan bû navê şerê afirandina destanan ku li Xakurkê Bêrîtan, li Dersimê Zîlan, li Rojava Arîn Mîrkan û li Zap û Zagrosan sekna fedayî ya sedsalê ya gerîlayên HPG û YJA Starê hate afirandin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê li Kurdistanê serî li ber faşîzma dewleta Tirk rakir. Li dijî nokerî, xiyanet, zayendîperestî û paşverûtiya feodal ku xwe dispêre dewletê, bû banga hişyariyeke mezin. Jin û mêr ên Kurd ku ev agahî strand, li dijî dewleta serwer a mêr û paşverûtiya civakî berê xwe dan warê azad, çiyayan. Jinên Kurd ên xwe bi dilxwaziya azadiyê bi rêxistin kirin, hêza xwe ya xweparastin û îradeya rêxistinî ava kirin û bûn misogeriya azadiyan hemûyan. Jinên Kurd ên bi birêxistinbûnê veguherî artêşbûnê, bi pêşengiya bi heybet a Sara, Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Şîrîn û Avestayan warê Kurdistanê kirin warê şoreşê ya bi pêşengiya jinê.

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelên Mezopotamyayê yên qedîm ku hatine binpêkirin, hatine qirkirin û înkarkirin, li ser bingeha xwerêxistinî û xweparastinê bû ruh û bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk. Ev bingeha ku rê li ber hişyarbûna gelan vekir, ku desthilatdarên serwer bi sedan salan ew berdidan hev, îro bi sîstema neteweya demokratîk û jiyana azad re bû hişmendiya jiyana hevpar.

JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM TEVLÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BIBIN

Ev ruhê ku bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Rojhilat, Şengal, Mexmûr û çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn şerê gerîla yê sedsala 21’ê gihandiye asta herî bilind, sînorên dewletên mêtinger bêwate kiriye û jin û gel bi hestên enternasyonal rakiriye ser piyan ruhê 15’ê Tebaxê ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêza xweparastinê ku bi pêşengiya Rêber Apo gihaşt vê serdemê, bi avakirina sîstema xwerêveberiyê ya neteweya demokratîk ji gelên cîhanê re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Tevgera me ya azadiyê ku ji çavkaniya azadiyê ya Rêber Apo xwe xwedî dike, Kurdistanî bû, Rojhilata Navîn bû û gav bi gav dibe cîhanî.

Faşîzma dewleta Tirk û hêzên serwer ku hêza Rêber Apo ya ku gelên cîhanê digihîne hev dîtin, li dijî Rêberê me û tevgera me bi binpêkirina pîvanên mirovî û exlaqî konsepta tecrîd û tasfiyeyê xistin dewrê. Dixwazin gelê Kurd û jinê ku bi ruhê 15’ê Tebaxê jinûve vejiyan û bûn xwedî hêza xweparastinê, qir bikin û dema azadiyê ya gelan tarî bikin, teslîm bigirin. Di salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de jin û ciwanên Kurd ên bûne egîd, tecrûbeya 38 salan bi taktîka gerîlayên serdemê nû kirine, weke hevrêyên fermandarê efsanewî Egîd bi ehman ruh û biryardariyê, bi tecrûbeya çil salî û hêrsa sedan salî, bi hişmendiya azadiyê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê têk dibin.

Ruhê 15’ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne. Jin û mêr ên Kurd ên xwe bi egîdî xemilandine, rê nadin dagirkeriyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê mezin dibe, bi soza azadiyê ber bi serketinê ve diçe. Bi vê baweriyê divê gelê Kurdistanê ji jin û ciwanan, ji heft heta heftê salî tevlî vî şerê fînalê bibin û cihê xwe di hesabpirsîna dîrokî de bigirin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bi biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî şerê gel ê şoreşgerî bibin, jiyana azad ava bikin; 15’ê Tebaxê cejna vejînê careke din pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komalên Ciwan: Pêngava 15’ê Tebaxê di ciwanên Kurdistanê de rihê şoreşgerî ava kir

Nivîsa Pêş

Ji YPS’ê çalakiya li dijî bazirganên narkotîkê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji YPS’ê çalakiya li dijî bazirganên narkotîkê

Ji YPS'ê çalakiya li dijî bazirganên narkotîkê

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk ya dagirker weşand

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk ya dagirker weşand

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.