Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -1

Edîtor: Nucan Serdoz
12/08/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -1
ParvekeTweet

Ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re! Cûntaya faşîst mêtinger a 12’ê Îlonê ya dest bixwîn, dev bigirêz, palpişt DYE û kiryar faşîst, di şerê tunekirin û tepisandinê de ku du sal in li dijî gelên me dimeşîne, hewl dide kincê spî li ser kincê xwe yê şerê bixwîn û qirêj li xwe bike. Bi vê yekê dixwaze xwe rewa bike. Ji bo karibe vê sazîbûyina xwe mayinde bike, talan, mêtingerî, zextê bi rêya destûra bingehîn serwer bike, referandûm daniye holê.

Cûnta faşîst bi rêveberiya xwe ya du salan ji gelên me yên kedkar re xizanî, bêkarî, talanî, mirina bi sedan mirovên me, êşkence, zindanîkirin, êş û rondikên çavan anî. Ji bo karibe bûrjûvaziya tekperest û noker a ku nûnertiyê jê redike ji xeniqînê rizgar bike, bi rengekî bêsînor talan û mêtingeriyê dike. Ji bo ji êrîşên emperyalîzma DYE’yê yên li ser herêmê re bibe hêza çalak, ku xulamê ye, ji bo welatê me bike baregeheke ‘hêzên çevîk’, bêdudilî tevdigere ku ev yek di axaftinên serkêşê cûntayê Kenan Evren ên gera danasîna destûra bingehîn de jî careke din ispat bû.

Mafên aborî, civakî û demokratîk ên ku bi têkoşîna kedê ya karker û kedkaran ji bûrjûvaziyê hatin standin, bi fermanekî hemû bi komî ji dest hatin wergirtin, derfetên karê sendîkayî, grev û peymana komî nehate hiştin. Li febrîqeyan karker di bin siya tivinga komando de bi rêbaza kolekirinê ya mîna dema Elmanya Hîtler ê faşîst de, bi mûçeyekî gelekî kêm têne xebitandin. Ji ber lawaziya hilberînê û îflasê her roj gelek kargeh têne girtin, bi hezaran karkerên li van deran dixebitin bêkar têne hiştin.

GUNDIYÊN XIZAN DI NAVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Gundiyên xizan ketine rewşeke welê ku nikaribin debara xwe bikin, di nava birçîbûn, xizanî û perîşaniyê de neçar hatine hiştin ku jiyana xwe dewam bikin.

Dikandarên biçûk û nîv mezin her roj îflas dikin, hem nikare heqê berhemên ku firotine dewletê bistînin, hem jî ji ber ku nikarin bihayê lêçûnên hilberînê û bacê bidin, li dewletê dibin deyndar.

Kêmbûna mûçeyên karmendan, nebûna derfetên kirînê, neçar dihêle ku bi hezaran karmend emelîtiyê, hemaltiyê bikin û bi deh hezaran ji wan ji wezîfeya xwe têne avêtin, xizanî her roj zêdetir dibe.

Li dibistana îdeolojiya faşîst-şoven û çanda dejenere ya emperyalîst ji ciwanan re tê dayin, perwerdeya bingehîn jî di vê çarçoveyê de tê dayin. Dema ku xwendekar nerazîbûnê nîşan didin, yekîneyên polîs û jendermeyan ên li dibistanan hatine bicihkirin girtin û lêdanê li wan ferz dikin.

Sansureke tarî li ser tevahiya saziyên çapemeniyê tê ferzkirin. Çapemenî hem nikare bi rengekî azad kar bike, hem jî alîgiriya cûntayê li ser çapemeniyê tê ferzkirin. Bi giştî derfetê pêşketinê ji ti saziyên siyasî û derdorê re nayê dayin. Civak di nava atmosfereke tarî de tê hiştin, danhevî û xwegirtina li hev a girseyê bi ti awayî nayê qebûlkirin, tê xwestin ku têkiliyên navbera kes û civakan bê birîn.

LI KURDISTANÊ GIRTIN Û KOMKUJIYÊN HOVANE

Li Kurdistanê bi operasyonên girtinê, nêçira li hemberî şoreşgeran dewam dike, komkujiyên hovane li pey hev têne kirin. Saziya malbatê ku ji aliyê gelê me ve pîroz tê dîtin, li Kurdistanê tê xerakirin û koçberî li mirovan tê ferzkirin. Gelek gund hatine şewitandin û valakirin, amûr û berhemên debarê, her wiha malên mirovan ji destê wan hatine girtin. Bi binpêkirina feraseta namûsê ya gelê me re jinên me pêşkêşî leşkerên artêşa faşîst hatin kirin.

Li zindanan kadro û alîgirên PKK’ê yên ku teslîmiyetê qebûl nakin, êşkenceyeke giran bênavber li wan tê ferzkirin. Li pêşberî berxwedêriya hevrêyên me û dilsoziya wan a bi gel, şoreşê û partiyê re ku di vê oxirê de mirinê didin ber çavên xwe, cûnta leşkerî ya faşîst ketiye nava panîkê û bi darvekirina van mirovan qetil dike.

Cûntaya faşîst-mêtinger ku van kiryaran tîne serê gelên me yên bi êş, destûra bingehîn a ku dixwaze bi we bide qebûlkirin, gotina wan a ‘vegera li demokrasiyê’ tenê sefsete ye. Mebesta wan ji vegera li demokraisyê nixumandina dîktatoriya faşîst-leşkerî ye. Asta ku kapîtalîzma Tirk a tekperest gihîştiye û dewamkirina jiyana tengav a ku tê de ye, tenê bi faşîzmê dibe. Di vê nuqteyê de bi paş ve gavê neavêje.

DESTÛRA BINGEHÎN A CÛNTAYÊ KU TÊ FERZKIRIN

Parlament û hikumeta ku bi destûra bingehîn a nû bêne avakirin, wê polîtîkaya aboriyê ya bûrjûvaziya tekperest a noker dewam bikin, wê bibin saziyên bicihanîna vê yekê. Hemû erkên siyasî, edlî wê di destê Desteya Ewlekariya Milî de bêne komkirin ku endamên wê hemû ji endamên konseya cûntayê pêk tê. Ev sazî wê bibe saziya herî bilind a biryardan û qanûndanînê. Destûra bingehîna  cûntayê ku dixwazin bidin qebûlkirin wê azadiya fikir û çapemeniyê; peymana komî-grevê, mîtîng, xwepêşandan, mafên avakirina komele û sendîkayan bi giranî ji holê rake û bixe bin kontrola dîktatoriya faşîst. Bi qanûnên bêne anîn re wê pêşketina siyasî, aborî û civakî ya beşên civakê yên navîn û kedkar bê rawestandin, wê destûr ji muxalefeteke aborî ya eşkere re neyê dayin. Rêveberiyeke li ser vê destûra bingehîn a dîktatoriya faşîst a leşkerî bê avakirin, wê ji yên beriya xwe ti cudahiya xwe tune be, ku ev yek ji qanûn û şêweyên wê yên rêveberiyê tê fêhmkirin. Tofana mêtingerî, zordarî û harbûyî wê nesekine, berevajî wê zêde bibe. Wê derfetên madî yên dawî yên gelên me jî talan bike û biqedîne. Ji ber aciziya li nava raya giştî ya Ewropayê û civakê ya li derdorê bûrjûvaziyê, dîktatoriya faşîst a leşkerî pêwîstiyê pê dibîne ku ‘derbasbûna rêveberiya sivîl’ pêk bîne. Mîna ku Kenan Evren herî dawî li bajarê Antalyayê axivî û got, divê ew artêşê ji bo armanca êrîş û destwerdana li bûyerên pêşketî yên li herêmê bike, amade bikin. Cûntayê piştî ku beşa navxweyî ya bernameyê bi cih anî wê piştre dest bi bicihanîna beşa duyemîn a tevger ya plana DYE’yê ya destwerdana li herêma me bike. Cûntayê ev armancên xwe dewam dawî bi eşkere nîşan daye.

JI BO GELÊN ME YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ, BERXWEDANA YEKBÛYÎ YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE

Şovenîzmê kampanya sorkirinê daye destpêkirin û raya giştî jî bi vê armancê hatiye jehrîkirin, armanca wan hatiye berevajîkirin. Belê, cûntaya faşîst dixwaze bi qebûlkirina destûra bingehîn re armancên xwe pêk bîne ku ev yek wê ji bo gelên me bê wateya hilweşîn û êşê. Dirûşmên ‘Tirkiyeya Mezin’ ku di gera dawî ya Kenan Evren de bi serkêşiya wî hatin qîrîn, nêta wî jî bi eşkere raxist pêş çavan.

Destûra Bingehîn a ku zor û zehmetiyê, mêtingerî û komkujiyê li ser gelên Tirkiye, Kurdistan û herêmê ferz dike, destûreke bingehîn a faşîst e.

Di dengdana 7’ê Mijdarê de ku wê li ser vê destûra bingehîn bê kirin, divê gelên me bersiva ‘na’ bide.

Ji bo gelên me rêya yekane ya rizgariyê ew e ku li Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Fşaîzmê, şoreşger, demokrat, hêzên pêşverû û welatparêz bi çalakiya yekbûyî faşîzmê bi rêya şoreşê hilweşînin!

– Bimire dîktatoriya faşîst-leşkerî!
– Serketin wê bi têkoşîna berxwedana yekbûyî ya gelên me pêk were!
– Bijî Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê!

(Belavoka Mahsûm Korkmaz (Egîd) e ku bi îmzeya Nûnertiya FKBDC-PKK-Îran-Iraqê di sala 1982’an bi navê Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê nivîsandiye.)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji qonaxeke din a 15’ê Tebaxê – I

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla bûne: Ji bo tolhildana ji dagirkeriyê, werin tevlî nava refên gerîla bibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla bûne: Ji bo tolhildana ji dagirkeriyê, werin tevlî nava refên gerîla bibin

TAYBET - Ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla bûne: Ji bo tolhildana ji dagirkeriyê, werin tevlî nava refên gerîla bibin

Zozan Çewlîk: YJA Star wekî temînata hêza serfiraziyê û azadiyê ye

Zozan Çewlîk: YJA Star wekî temînata hêza serfiraziyê û azadiyê ye

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.