Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Tevgera PKK’ê Di Cewhera Xwe de Bersivek Beramberî Bêrêxistiniyê Ye – II

Gelo egîdiyek bi we re heye? Gelo hûn jî dikarin hinekê vê bikin?

Edîtor: Nucan Serdoz
11/08/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Tevgera PKK’ê Di Cewhera Xwe de  Bersivek Beramberî Bêrêxistiniyê Ye – II
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji dahorandina Rêbrê Gelan Abdullah Ocalan….

Ez jî her tim ji xwe dipirsim. Ger çar cîgirên min ên baş hebûna, misoger min serkeftin saz kiribû. Yek ji Ewrûpa, yek ji gêrîla, yek jî ji xebatên eniya siyasî hebe têrê dike. Me nekarî cîgiran derbixin. Hezar carî ji mirinê re amade ne, lê ji nûnertiyek têrkar re ne amade ne. Dixwazin bêjin; “Hinekê xwe bijîm. Çawa çêbûme wisa bipejirînim. Hinekê jî tu aqil bide şêwaza min. Min bi lewaziyên min ve bipejirîne. Ji min re bêje bimire ezê bimirim, lê pîvanên rêxistinê çar bi çar ferz neke. Pîvanên partiyê ferz neke. Bila hinek tişt jî ji min bimînin, ji vê re dihelim. Ger heme bi lewazî û kêmasiyên xwe ve heme. Kesayet û nasnameya min eve.” Nêzîkbûna giştî wisa ye. Elbet  min jî beramberî vê şerek mezin destpê kir. Ezê vê kesayet û nasnameya te cidî negirim. Lê dizanim wê tu li ber xwe bidî û pirsgirêkan derbixî. Teqez wê tu zirav bikî, bi vê yan jî wê rêyê cardin xwe ferz bikî. Niha ev nexweşiyek we ya ji mêj ve ye û di radeyek tirsnak de bi qadro re derdikeve holê. Ezê vê çawa derbas bikim? Belê pirsgirêkek min a çil salî heye. Bêguman min bi dahûrînan re pêşveçûnek saz kir. Bûna hêzek rêxistinê ya mezin çawa çêbû? Hûn jî dibînin, mînak li ber çavên we, me hewl da çareseriyekê pêşkêş bikin. Ger hûn li cem min bin dizanim we jî pir dijwar bidim karkirin û gav bi gav bidim bazdan. Ev hêz heye. Her çendî tevlîbûnek we ya weke roja destpêkê jî hebe, ezê we tam weke mirovek rêxistinê bidim karkirin, ti gumanê min ji vê nîne. Lê belê dîsa her tişt bi min re yan jî bi venêrînek evqasî nêzî min ve çênabe. Hinekê li dîrokê binêrin; eşkereye pêwîste em vê xebatê hinekê jî dema dirêj a dîrokê re bihêlin. Elbet hewce dike dîsa jî asta her kesî pir baş bê dîtin. Ger Rêbertî di vê mijarê de ne di rewşek misoger serkeftî de bûya, ev pêşketin jî çênedibûn. Rêbertî xwe çareser kiriye û di vê manê de kesayet ku têkoşînê di pîvanên serkeftinê yên misoger de dimeşîne. Ev pêdivî heye: Pêdiviya qadroyên baş û qadroyên baş ên cîgir pir heye. Ger hûn qadroyên wisa buna emê kêfxweş bûna, hûnê jî kêfxweş bûna, lê mixabin dernakevin. Bi mehan û salan beramber avaniya me ya giştî û rojane jî beramberî we dahûrînên Rêbertiyê çêkirin. Vêca hûn dibêjin; “Vaye me xweş xwaziyek ji Xweda dît, em şaşwazin ev çawa çêbû?” Ne wisa ye, weke hûn dihizirin we xwe nedîtiye. Şerê xwe avakirinê pir seyre û hêjî şêwazek xwe meşandina we ya wisa heye, bi rastî jî jêhatiyek awarte dixwaze, sebir dixwaze û pir hostatiyê dixwaze. Ev ne tenê karê mine, hûn berpirsyariyê bigirin, daku ez jî karê xwe bimeşînim. Hûn hatin vir, ger bi min re qusurek biçûk jî bibînin ezê bêjim bijî ji we re. Ger hêza we heye, di şêwaza min a rêveberî, eleqedarî û meşandinê de qusurek biçûk bibînin û bêjin; “Me di vê xalê de kêmasiya pêwendiyên te dît.” Ger we dît eleqedariyên min zêde encamê nagire, ezê di vê mijarê de xwe biselmînim û pir bi îdîa me. Ji pirsgirêka cewherî bigirin heta her cure teşeyî, ji berzbûna asta eleqedariya min bigirin heta sînorên rastiyên misoger dikarim vê raber bikim. Jixwe vê şanî we dikim. Gelo egîdiyek bi we re heye? Gelo hûn jî dikarin hinekê vê bikin? Her tim vê dibêjim: Baldariya hûn beramber cixareya xwe raber dikin, baldariya hûn ji van dildarî û xweperestiya xwe re – ya rastî jî şaş û nebesin, weke kes jî hûn nikarin xwe zêde pêş bixin û bidin jiyîn- raber dikin, gelo dikarin beramber nirxên me yên weke zêrîn raber bikin? Nikarin raber bikin, ji ber nikarin xwe pêş bixin. Hûn dibêjin perwerde, perwerde di vê wateyê de ye. Hewldana perwerdeyek awarte çawa tê raberkirin? Xebatek min a perwerdeyê ku min bi sebrek mezin meşandî û rehetî di nav sih salan de bicih kirî heye. Hêjî bêku aciz û bêzar bibim li ber çavên we datînim holê pêwîste ku perwerde çawa bê dayîn. Gelo hûn dikarin ji dehan yekê ku dixwazin bidin bigirin? Divê hûn hinekê vê bihizirin. Belê bi gotina filan û bêvan qadroyî, dizanim hûn teqlîda cihê min dikin. Paşê jî hûn dibêjin; “Hinek teqlîda Rêbertiyê dike.” Ev jî zêde li xweşa we naçe. Tawanbarê vê hûn bi xwe ne. Ger tu Rêbertî rast têbigihî, kes nikare teqlîda Rêbertiyê bike. Ev rast tênegihiştin, qusura we milete. Ya rastî pîvanên min heta dawî şênber û ronî ne. Binêrin, qadroyê bi vê re nakoke kiye bişînin cem me. Me ev bang kir: Ger kesê ku li gorî pîvanên me yên giştî tevnagere ez jî bim bi ser de biçin, ev mafek we ye. Çi di nav milet de, çi jî di nav rêxistinê de wexta we kesê ku pîvan derbas dike, pîvan ji rê derdixe, bikar nayîne dît, di vê mijarê de xwedî li peywirên xwe derbikevin. Ji bo hûn bi pîvanan re bin çiqasî bi we re şer dikim. Her roj qiyametê radikim. Hûn jî hinekê xwedî li peywirên xwe derbikevin. Her roj di nav partiyê de vê dibêjim: Li şûna evqasî  raporên gazincan ji min re binivîsin, bi yên kêleka serê xwe re nîqaşek dijwar bike û van pirsgirêkan çareser bike. Ev bîst salin tu bi taximek bîst kesî re yî, lê nikarî, tevkariyê ji xebatek rêxistinê ya rast û perwerdeyê re bikî. Tu kiyî? Bi çi heqî û wêrekiyê vê ji min re radigihînî? Hezar karên min hene, bi pirsgirêkên miletekî yên dîrokî ve mijûl dibim. Li qadek rehet a weke Ewrûpa, ger hêza te têra xebata komîteyek hêsan, karen vê komîteyê yên rêxistinî, nîqaş û pêvajoya wê ya biryarê nake, ma ti ferqa te ji hejarekî heye? Elbet ezê vê pir eşkere bêjim. Rewşek wisa ji taqet jî dixe nîne, xeterî tine û zêde ji taqet ketin jî nîne. Ma li Ewrûpa xebata herêmekî çiye? Girseya wê diyare, jixwe tiştên ku pêwîste ji wan re bê dayîn sînordar û diyarin. Peywirek sînordare, dikare bi rehetî şêwaz û tempoya wê bê dîtin. Ya divê bê kirin rêzdariye, pêwendiyên rêhevaltiyê ne, hevdu qanekirine, dabeşkirina peywiran û venêrîne. Wexta te karê xwe bi rêhevaltî kir, ger di pergala te de kêmasî jî hebin, wê tu şiyar bibî û erkên xwe pêk bînî û dê ev kar erênî biqedin. Ev pir hêsane. Ger hûn di şûna me de bûna dê we çi kiriba? Beramberî we hêzek ku hezar salin komkujiyê dike heye. Taktîkên wî yên tirsnak hene û hema hema her roj jî disepîne. Niha ezê bejim vêca êdî hûnê vê bibînin, lê kanî. Pirsgirêkên me yên bingehîn hene, aliyên me yên hatine xistin hene. Gelo hûn dikarin wan bibînin? Ma dibe ev werin bîra we? Bihizirin, hûn nikarin ji bin tevgaviyên xwe yên hêsan jî derbikevin. Elbet ev astek paşketî ye. Binêrin em çiqasî bi karên berfireh ve mijûl dibin û rêbaza me jî neku gazincan dike, berovajî çareseriyê esas digire. Qet nebe li qada ku lê me dengek cuda dernakeve. Vê jî bêjim: Naçewsînim, bêguman li vir çewsîneriyek herî biçûk jî nîne. Li ser we ne çewsandinek, demokrasiyek awarte hatiye sepandin. Hûn jidil beşdar dibin, ji nav we hinek yekem care wisa daxivin, yekem care zimanê we li vir vebû. Ev demokrasî ye û nêzîkbûna azadiyê ye. Lê dîsîplîn heye, lewra bêku henase bigirin pêwîstiya guhdarkirin û girêdanê dibînin. Ev jî esasên dîsîplîn û rêxistinbûnê ne. Kî dike? Feraseta min a peywiran vê rewşê derdixe holê. Bi gelemperî mezinbûna PKK’ê, ji ber vê feraseta rêxistinê çêdibe. Jixwe ji ber pir hostanî şer dikim, dîsîplînek wisa ya rêxistinê heye, kêm-zêde jî vê saz dikim. Pîvan vê digirin. Bi vê lîstin nabe. Pir caran ceribandin û xwestin bi erdê re bikin yek, ancex ji ber kûraniya min a rêxistinî û tevdîrên min ewqas mezin bûn, ewqas amade me, nepêkane vê bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Ruhê Egîdan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Ruhê Egîdan

Ji Pênûsa Gerîla - Ruhê Egîdan

Cînsiyetpareziya Civakê çiye?

Cînsiyetpareziya Civakê çiye?

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.