Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li ser gelê Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletiyê yên welatparêz komkujî hate ferz kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
09/08/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Li ser gelê Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletiyê yên welatparêz komkujî hate ferz kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Dijmin dê me li Başûrê Kurdistanê tengav bikin. Niha em li  Başûrê Kurdistanê hem ji aliyê leşkerî û hem jî siyasî ve  pêvajoyek pir xurt dijîn. Me çeperên xwe jî hîn berfirehtir kir.  Komara Tirk xwest Îran, Sûrî û Iraqê dijberî me derbixe. Di vir de  jî ser neket. Wê sînorê Iraq, Sûrî û Îranê ji her demê zêdetir kar  bike û dike jî. Xêra miletê me, herêma Kafkasan vebû. Em  dikarin li wir li gorî dixwazin tevbigerin. Wê îsal Ewrûpa bi  çavsorî pişgiriya şovenîzma Tirk neke. Heta wê Emerîka jî di  pêvajoya rêveberiya Clînton a nû de weke berê pişgiriyê nede  polîtîkaya tinekirinê ya Tirkî. Ev ji niha ve wisa ye. Ango diyare  wê di qada dîplomasiyê de kar zêdetir pêş bikevin. Ya herî girîng jî partiya me di hundur de amadekariyek  mezin a gêrîla dike. Em bi hêzek çekdarî ya nêzî deh hezarî ve  derbasî sala pêngavê dibin. Dîsa li bajaran eniya siyasî ya miletê  me di rewşek ku her cure serhildanê pêk bînê de ye. Em ber bi  Newrozê ve diçin. Di vê manê de Newroza sala 1993’an, wê  bibe sala azadiyê ya herî berfireh a dîroka me, wê di dîrokê de  yekem car ev Newroz bê wateya rojek nû. Wê di radeyek girîng  de Kurdistan azad be. Ya rastî ji niha ve qadên çolterê ji sedî  heftî di bin venêrîna me de ye û li bajaran jî heta radeya dawî  giraniya dijmin a siyasî hatiye lewazkirin. Lewra li hinek bajaran  bi navê Hizbullahê kontrgêrîla ferz dikin. Ev jî nayê wateya ew  xurtin. Na, deverên herî lê lewaz evderin. Ango dijmin hem li çolterê, hem jî li bajaran tecrîd dibe û dê gêrîla jî misoger mezin bibe. Wê îsal gêrîla bi deh hezaran bê ravekirin. Dibe ku hêza  me ya çekdarî xwe bigihîne pêncî hezarî. Ji bo van tevan jî milet têrê dike. Ango xwe sipartina we ve  ev pêşketin rehetî dikare bên kirin. Lewra ti carî bawerî bi  derewên dijmin ên dibeje; “Emê îsal biqedînin, me nekarîbe di  sala 1992’an de biqedînin, emê di sala 1993’an de biqedînin”  neyînin. Dijmin di hêmanên çapemenî û weşanên burjuva de,  her tim behsa wê partiyê çawa biçewsîne û tasfiye bike dike. Ev  propagande ne, şerê derûnî ye. Nekevin lîstoka dijmin. Partî û  Şerê Rizgariya Netewî ya pêşengiya wê dike, pêvajoya xwe ya  herî xurt dijî. Ez bi xwe li nav vê têkoşînê me. Vê jî bêjim, ez 20.  Salvegera vê xetê dijîm. Min bihara vê ya sala 1973’an jî jiyan kir  û bihara sala 1993’ê jî dijîm. Me ne ji sifirê, ji yên dêrîn destpê  kir. Fîşekek û quruşek jî nebû, wê demê ez deyndar bûm. Lê  niha em dikarin artêşekê xwedî bikin û bi çek bikin. Em rojê deh  hezar kesî têr dikin û xwedî dikin. Ango hinekê jî em ber bi nîv  dewletbûnê ve diçin. Me ev rewş ji tinebûnê afirand. Li dîroka  me ya rêbertî binêrin, ji rewşek deyndarî em çawa ber bi rewşek  ji dewletê jî xurtir ve hatine? Ji bîr nekin, me beramberî cîhanê  şer meşand û ev şer jî ser xist. Elbet me dijberî paşverûyên  cîhanê şer meşand û niha jî hema bêje Kurdistan ber zayînê ye.  Êdî dost û dijmin jî li xwe mikur tên. Ango ji bo miletê  Kurdistanê yên hîn doh şerim dikirin navê wê bilêv bikin û we  baweriya xwe bi serkeftina wê ne danî, êdî serxwebûn mijarek  demek nêze. Ango li ber berbangê ye, bi qasî sibe zelal bibe  nêze. Hûn jî ji nêz ve dibînin. Lewra dibêjim, qet nebê em îsal lîstokên dijmin xirab bikin.  Hûn miletê me yê herî zêde şerê taybet dijîne. Lewra herî zêde jî  hûnê li dijî wî bibiryardar têbikoşin. Her çendî zehmet jî derbas  bibe, me dîsa gêrîla gihand we. Hûn dikarin bawerî pê bînin û  hejmara wê jî zêde bikin. Ji bo vê hûn bi xwe kampanya  birêxistin bikin, xwarin û li ber xwe kirinên wan hûn amade  bikin. Heta cihê wan ên xwe veşartinê jî hûn amade bikin, malên  xwe jî bikin sipartekên veşartinê. Nexasim xebatkarên gund û  bajaran biparêzin. Hûn dikarin kampanyayên pişgiriya heyberî vekin. Li herêmê yên pir dewlemend hene, ger ev niha xwe ne  selmînin, dê siberojê nekarin li vî welatî bimînin. Yên dixwazin li  vî welatî bimînin û bijîn, dê bizanin di rojên zehmet de alîkariyê  bikin. Yên halxweşin li şûna bace bidin dewletê, bila bace bidin  şerê rizgariya netewî ya pîroz. Ya rast jî wisa ye. Ol jî vê dibêje,felsefe jî, neteweyî jî vê dibêje. Pereyên ku hûn didin dijmin,  dibin fîşek û li me dizivirin. Çi partiya desthilat be, çi jî partiya  muxalefet be, ev pişgiriya siyasî ya hûn didin partiyên burjuva  tev dibin fîşek û me dikujin. Lewra em pişgiriyê nedin van. Em  nebin leşkerên artêşa wan. Bila ciwanên me di Artêşa Rizgariya  Gelê Kurdistanê (ARGK) de li hev bicivin. Ti karê ciwanên me li  nav artêşa faşîst de nîne. Dîsa bi hemû hemşeriyên xwe yên li  bajarên mezin û Ewrûpa re di nav şêwrê de bin, ji wan bigirin,  bidin wan, bi rêya wan xwe birêxistin bikin. Hûn bi xwe  rêxistinbûna xwe ya cewherî saz bikin. Çi li gund çi jî li bajaran  dibe komîteyên xwe yên eniyan û komîteyên xwe yên milet  sazûman bikin. Paşê hûn dikarin ji partiyê re ragihînin. Li gêrîla jî  miqate bin, kêmasiyên wan rexne bikin, lê belê ji aliyê din ve jî  wan biparêzin. Ji ber hinek şaşiyê dikin, vê bi temamî nekin  malê partiyê. Ev hemû diyar dikin ku, peywirên we jî pirin. Hemû  milîtanên PKK’ê jî kêm kar nakin, jiyana xwe feda dikin, bi rastî jî  her roj bi çalekî û berxwedaniyên dîrokî ve hewl didin xwe  biselmînin û hêjayî we bin. Bi rastî jî gêrîlayên PKK’ê jî her tiştê  xwe feda dikin û wisa li ber xwe didin. Xulase di dîroka me de  yekem care rêxistinek wisa pêşeng, artêşek şer a çekdarî û  têkoşînek ber bi cîhanê ve vedibe pêk tê. Hûn jî ji vir û şûn de
hîn zêdetir û hêjayî pişgirî bidin. Lewra em ji eniya we jî  agahiyên serkeftî hêvî dikin. Divê êdî eniya we bi me bide bihîstin çiqas pêşketinên berz hene.  Ji bîr nekin, em ji tinebûnê hatin vê rewşê. Vaye xebatên  min ên bîst salan di xizmeta we de ye. Kesekê gotinek ji min re  nekir. Alîkariyek quruşekê û çekekê nekir. Em dikarin we tevan  di bin berpirsyariya xwe de biçek bikin. Yên birçî jî têr bikin. Em  dikarin hemû welat bi keda xwe veguherînin buhiştê. Me rêya  vê jî vekir. Em xwe ji vê peywirê nadin paş. Me di rojên herî  zehmet de jî bi tena xwe kir. Ji vir û şûn de jî dikarin hîn zêdetir  bikin. Me girêdana xwe ya beramberî we çawa diyar kir? Doza  we bi cîhanê da nasîn, nasnameya we bi faşîzma Tirk da  pejirandin û beriya her tiştî çeka rêxistinê, çeka gêrîla da we û  destnîşan kir ku me dev ji we bernedaye. Me miletê xwe yê di  demê de, di rewşek herî zehmet û tenê de xurt kir û pişgirî  dayê. Girêdan wisa ye, rêbertiya rast jî wisa ye. Ji hemû rêberan  xizmeta ku wisa ji we re bike bixwazin û ji rêberên wisa xizmetê  dikin re jî, hem jî girêdayî berjewendiyên demdirêj û hewcedariyên wê pêk tînin re girêdayî bimînin.
Tişta em ji we re bêjin eve: Me ji we re xizmetek baş kir. Hûn  baş bi têkoşînê ve girêdayî bin. Di navbera xwe de cih nedin sextekaran. Xwe bi zana, birêxistin bikin û xwedî li peywirên  xwe derbikevin.  Wexta em hewl didin li ser vî bingehî sala 1993’ê ser bixin,  hêvî dikim ev sal ji bo we tevan bibe sala têkoşîn û serkeftinê.  Silav û hezkirinê xwe pêşkêş dikim.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 09’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji derya ya dilê me re

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Ji derya ya dilê me re

Ji Pênûsa Gerîla - Ji derya ya dilê me re

Çi dikin bila bikin, faşîzm wê rizgar nebe

Çi dikin bila bikin, faşîzm wê rizgar nebe

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.