Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ciwanan ya ji bo şerê li dijî dagirkeriyê dewam dikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê û banga Rêveberiya Xwaser ya ji bo rewşa awarte, xebatên xwe yên derbarê amadekariyên gel di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/08/2022 - 13:08
di nav Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ciwanan ya ji bo şerê li dijî dagirkeriyê dewam dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst û qirker ve, li ser Herêmên Parastina Medyayê hatiye destpêkirin, rastî têkoşîneke fedayî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatî, û armanca wan ya dagirkirina Kurdistanê careke din di qirika wan de maye. Di 6 salên dawiyê de desthildata AKP-MHP’ê, ji bo ku karibe desthilatdariya xwe dewam bike, hemû derfetên xwe ji bo qirkirina Kurdan seferber kiriye. Ji ber vê jî di nava Tirkiyê de faşîzmeke mutlaq ferz kiriye, di heman demê de bi piştgiriya NATO û hevkarê xayîn PDK’ê re, li ser partiya ku ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn dike, êrîş li ser êrîşan dikin. Lê belê ji van êrîşên xwe yên bê navber jî nikarin encamekî bi dest bixin. Her roj têkçûn û windahiyên mezin jiyan dike.

Ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre, her roj gefan li ser herêmên Kurdistanê dixe, bi taybet qetilkirina sivîlan ji xwe re kiriye hedef. Dixwaze bi hedefgirtina sivîlan, hemû gelên herêmê bê îrade bike. Bi tayber li Rojavayê Kurdistanê û tevahî herêmê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze şoreşa ku bi îradeya gelan bi pêşketî têk bibe û wê bixe bin xizmeta xwe de. Lê belê dîsa li vê derê jî rastî berxwedaneke dijwar ya gelên herêmê hat. Ji ber vê jî her roj gefan dixe ku wê êrîşî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike. Li dijî van gefên dewleta Tirk ya dagirker, di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên xwe yên ji bo rêxistin û perwerde kirina gel, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dimeşînin.

  • TIL MARÛF

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajaroka Til Marûfê ya girêdayî bajarê Qamişlo, li ser rêxistinkirina gel ya li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî, bi beşdarbûna endamên komîna bajarokê, civînek li darxistin. Di civînê de ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê, dest bi axaftina xwe kirin.

Di serî de ciwanan di axaftina xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagiker yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û gotin; “Dewleta Tirk ya dagirker, di şexsê gerîlayên azadiyê de, li ser tevahî gelê Kurd û mirovahiyê şerê hebûn û nebûnê daye destpêkirin. Ji ber vê jî dewleta Tirk ya dagirker bi hemû hêza xwe û desteka NATO’yê tevlî vê şerî bûy. Li ruxmî vê jî nikarin ji êrîşên xwe yên hovane encam bigirin, gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe rê li ber van êrîşan digirin.”

Her wiha ciwanan di axaftina xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagiker, ya li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li hemberî wê erka gel ya di parastina şoreş û welat de anîn ziman.

Di dawiyê de ciwanan diyar kirin ku xwe di Şerê Gelê Şoreşgerî de rêxistin kirin, weke pêdiviyeke jiyanî ye û gotin; “Ji bo me civaka Kurd û tevahî civaka bindest, azadî tişta sereke divê ye, ji bo ku em azadiya xwe jî bi dest bixin, pêwîste, em li dijî dijminê xwe yên salan şer bikin. Di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, em dikarin bêhna jiyana azad bikişînin.”

Piştî ku ciwanan civîna xwe bi dawî kirin, derbarê bikaranîna çekê de ders hate dayîn, herkesê ku beşdar bûye, yek bi yek, fêrî vekirina çek û bikaranîna wê bûn.

 

  • ŞEHBA

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk di nava amadekariyan de ne.

Gel û şêniyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne, bi bawariya ku wê ji Şehbayê ji bilî vegera li Efrînê, neçin cihekî din, têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Ji bo vê jî tevahî gelên Efrînê li Şehbayê, ji bo şerê li dijî dagirkeran dest bi amadekariyan kirine. Amadekariyên weke; çêkirina tûnel û mewziyan, fêrbûna çek, ji bo rewşên awarte taybet perwerdeyên destwerdana lezgîn dibînin.

Heman demê de amadekariyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jî, yên ji bo vê şerî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan, li her bajar û bajarokê, li hemû kampên ku hene, digerin û dest bi dayîna perwerdeyên leşkerî kirine, li kêleka wê jî civînên ji bo gel jî dewam dikin.

Li ser vê bingehê ciwanan li kampa Berxwedan bi şîara “Bi rihê Ciwanên APOYÎ, Şerê Gelê Şoreşgerî tê rêxistin kirin. Li ser esasê bersivdayîna seferberiya li dijî dagirkerî û rewşa awarte, perwerdeya leşkerî ji ciwan û jinên ciwan ên kampê re hatin vekirin. Bi beşdariya dehan kesan, perwerdeyê destpêkir.

Ciwanan diyar kirin ku ewê ji bo parastina welat û Kurdistanekî azad heya dawiyê têkoşîn bikin û xwe di Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin bikin.

  • TEBQA

Yek ji xebatên herî stratêjîk û girîng ku karibe di dema rewşên awarte de mûdexeleyên lezgîn bike, xebata tendrûstiye. Ji ber vê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Tebqayê ji bo rewşa awarte ya ku hatî ragihandin, dest bi dayîna perwerdeyên destwerdana lezgîn kirine. Piştî ku ciwan perwerdeyên destwerdana lezgîn bi dawî dikin, li ser dermanxaneya digerin û ji bo nexwaşxaneyên leşkerî dermanan kom dikin.

Heman demê de ciwan serdana nexwaşxaneya leşkerî dikin û ji bo komkirina dermanan hîna zêdetir bibe, li gundên Cirniyê û Mensora li Tebqa xebatên bi vê rengî berdewam dikin.

Yek ji beşdarvanên vê xebatê ji me re axivî û wiha got; “Êrîşên dagikeriyê ya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîl û şervanan dewam dike. Êrîşên bê plan yên ku li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, ji bo wê jî, pêwîstiya me ya xwe xurtkirina di aliyê zanabûna tendrustiyê de lazim dike, bi taybet ji bo rewşên deswerdana lezgîn de. Bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demoqratîk û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Seyad, bi Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Werzîşê re yên herêma Reqa û Tebqa re ketin nava têkiliyê.”

Heman demê de ciwanê bi navê Mehmûd Yetîm jî wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Mehmûd Yetîm, ez Hevserokê Giştî ya Yekîtiya Werzîşê de cihê xwe digirim. Li ser esasê bangawaziya giştî ya Rêveberiya Xwaser a îlankirina seferberiya giştî. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşgerî ji bo tevlîbûna vê pêvajoyê, me jî di çarçoveya vê seferberiyê de dest bi xebatên xwe kirine.  Me niha dest bi komkirina dermanan kirine, em van dermanên ku kom dikin radestî nexwaşxaneyên leşkerî dikin. Piranî dermanên ku em kom dikin, dermanên ji bo rewşên awarte ye û ji bo bikarîna dema destwerdana lezgîn de ye.”

 

 

1 Ji 41
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

26.

27.

28.

29.

30.

31.

32.

33.

34.

35.

36.

37.

38.

39.

40.

41.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmena hovîtiya li dijî penaberan derket holê

Nivîsa Pêş

Dêrsim Dag: Em bang li ciwanan dikin ku li dijî dagirkeriyê tevlî mêtîngê bibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dêrsim Dag: Em bang li ciwanan dikin ku li dijî dagirkeriyê tevlî mêtîngê bibin

Dêrsim Dag: Em bang li ciwanan dikin ku li dijî dagirkeriyê tevlî mêtîngê bibin

Ciwanê ku helwestên xwe yên welatparêziyê nîşan daye ji aliyê çeteyên Roj ve hate binçav kirin

Ciwanê ku helwestên xwe yên welatparêziyê nîşan daye ji aliyê çeteyên Roj ve hate binçav kirin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.