Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – YPG û YPJ’ê enternasyonal: Li vir em dikarin ronahiya demokrasiyê, jiyana xweser û azad bibînin

Li ser vê esasê bi boneya 10'emîn salvegera şoreşa Rojava YPG û YPJ'ê enternasyonal daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de bang li tevahî enternasyonal kirin ku, ew jî werin cihê xwe di nava şoreşa mirovahiyê de bigirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/07/2022 - 12:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di van 10 salên Şoreşê de bi hezaran enternasyonalîst li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn û şoreş parastin. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava heya niha şoreşgerên ku ji bo azadiya gelan li welatên xwe ked dane, Rojava wek hêviya rizgarkirina gelan dîtine û tevlî vê şoreşê bûne. Şervanên Enternasyonalîst ku di çeperên herî pêş de tevlî şer bûne û şehîd ketine, wv şoreş kirine malê şoreşa gelên cîhanê.

Li ser vê esasê bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojava YPG û YPJ’ê enternasyonal daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de bang li tevahî enternasyonal kirin ku, ew jî werin cihê xwe di nava şoreşa mirovahiyê de bigirin.

Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, 10 sal berê li Rojava şoreşekê destpêkir. Şoreşeke ku li Kurdistanê hêviyek da gelan û ji Kurdistanê ev hêvî belavî her dera cîhanê bû. Şoreşeke ku li ser bingeha civaka demoqrat, azadiya jinê û ekolojiyê bersiv da pêkhateyên desthildar ya Rojhilata Navîn, heman demê de li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst jî vebijêrkek nû derxist holê. Şoreşeke ku ji destpêka avabûna xwe heya roja îro hertim rû bi rûyê êrîşan maye ye.”

“Li vir em dikarin ronahiya demokrasiyê, jiyana xweser û azad bibînin. Rojava cihê biratiya gelane û herêmeke bi ewle ye, ji ber vê jî hêzên desthildar dixwazin şerê xwe li vê derê bidin meşandin. Di Şoreşa Rojava de rola pêşengtiyê ku jin pê rabûye, beşdarî nava şer bûye û erkên xweparastinê pêkanîne, bû mînakek dîrokî.”

“Di Şoreşa Rojava jinan di asta pêşengtiyê de rola xwe lîstin. Bi taybet tevlîbûna jinan ya nava qadên leşkerî de, ne tenê zihniyeta baviksalar têk bir, heman demê de ji bo tevahî jinan jî riya têkoşîna azadiyê nîşan dan. Di dema şoreşê de jinên Rojava meclîsên edaletê yên jinan ava kirin, pergala hevserokatiyê ku tevlîbûna jinan di hemû saziyên siyasî de misoger dike, aboriya jinê ya xweser, pêkhateyên perwerdeyê û yekîneyên xweparastinê yên ku hemû civakê temsîl dike avakirin. Tevlîbûna jinên enternasyonalîst ên ji hemû cîhanê hatin ji bo parastina vê şoreşê nîşan dide ku ev destkeftiyên ku hatine bi destxistin destkeftiyên gerdûnî ne, ku êdî sînorên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî derbas kiriye.”

“Li Rojava, jinan rêbazên herî rast ên ji bo têkoşîna azadiyê derxistin pêş, bi vê yekê cudahiya xwe ji şoreşên din nîşan dan, bi pêşengtiya jinan serkeftinên mezin hatin bi dest xistin. Di vê rojê de em tevahî şehîdên xwe yên ku li dijî DAIŞ’ê bi berxwedaniyek mezin şerkirine, bi rêzdarî bi bîrtînin. Di vî şerî de enternasyonalîstên ku ji çar aliyê cîhanê tevlî vê şoreşê bûne roleke girîng lîstin, hejmareke zêde ji wan birîndar bûn û zêdetirî 40 rêhevalên me mîna Ivana Hoffmann, Anna Cambpell, Konstantin Gedig û Lorenzo Orsetti şehîd ketin. Ew stêrkên me ne, emê hertim li ser riya wan bimeşin.”

“Piştî bi berxwedaniyek mezin û bi rûmet DAIŞ hate têk birin, îro em her roj êrîşên hêza NATO’yê ya ku bi riya dewleta Tirk li ser herêmê dide meşandin dibînin, ji derveyî êrîşên ku dikin jî gelek ambargoyên mîna av û tiştên cuda re rû bi rû ne, ku beriya her tiştî ev zirarê didin gel. Ji bilî vê jî konfederalîzma demokratîk ku hîn di pêvajoya avakirinê de ye, barê giran ya bi hezarên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku, her yek ji wan ji welatekî cuda ye, hildigire ser milê xwe. Heta çend meh berê di şerê Hesekê de derketî ku armanca wê ji nû ve zindî kirina DAIŞ’ê bû, wê ji bo hemû cîhanê bi xwe re metirsiyên cidî anî ba, lê belê gel û şervanên YPG/YPJ/QSD’ê rê li ber vê metirsiyê girtin û nêhiştin ku dewleta Tirk bigihêje armanca xwe û DAIŞ ji nû ve zindî bike. Dema ku rêhevalên me yên YPG, YPJ û QSD’ê cîhanê ji gefên ku dewletên herî bi hêz ên Rojava jê ditirsin diparêzin, êdî cîhan divê li vê derê li Rojava parastina gel û şoreşa xwe bi berpirsyarî bigire ser xwe.

“Ji ber vê me jî berê xwe daye vê derê, ta ku em jî bibin parçeyek ji vê şoreşê. Soz û erka me ya sereke ya demên pêş de rizgarkirina herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û rizgarkirina gelên wir ji zilm û terorê ye. Em bang li hemû enternasyonalîstên li çar aliyê cîhanê dikin ku bi tevlîbûna di nava refên YPG û YPJ Enternasyonal de tevlî şoreşê û parastina nirxên mirovahiyê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê tê kirin, ji bo tevahî ciwanan bangek e

Nivîsa Pêş

HBDH: Emê li ser şopa nemirên xwe têkoşîna gelê xwe geştir bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HBDH: Emê li ser şopa nemirên xwe têkoşîna gelê xwe geştir bikin

HBDH: Emê li ser şopa nemirên xwe têkoşîna gelê xwe geştir bikin

KBDH’ê bi boneya salvegera 10’emîn şoreşa Rojava daxuyanî da

KBDH'ê bi boneya salvegera 10'emîn şoreşa Rojava daxuyanî da

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya YPG li dijî artêşa Tirk

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Rêyeke din ya jiyankirinê bê şûr û sîleh nayê girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.