Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Înnsbruckê ciwanên TCŞ û yên Enternasyonal li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên ku li dijî êrîşên dagirkerî û xiyanetê meşiyan, diyar kirin ku pêwîste têkoşîna gerîla li her qadê were meşandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/07/2022 - 17:59
di nav Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Înnsbruckê ciwanên TCŞ û yên Enternasyonal li dijî dagirkeriyê meşiyan
ParvekeTweet

ÎNNSBRUCK – Ciwan duh bi şev li bazara herî qelebalix a Înnsbruckê hatin cem hev û 20 deqeyan meşiyan.
Di meşê de ciwanên ku tevî destwerdana polîsan jî tu carî helwesta xwe neşikandin, gelek caran bê navber siloganên wekî, ‘Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zapê, “Ewropa û Nato fînanse dike Tirkiye bomberdûman dike”
hatin berz kirin. Piştî ku ciwanan meşa xwe bi dawî kirin, bi deqeyekî rêzgirtin daxuyanî dan.

Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;

“Êrişên dagirkeriyê yên ku ji aliyê dewleta tirk ya faşîst û qirker ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, rastî têkoşîneke fedayî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê hat û armanca wan ya dagirkirina Kurdistanê careke din di qirika wan de maye. Di 6 salên dawiyê de desthildata AKP-MHP’ê, ji bo ku karibe desthilatdariya xwe dewam bike, hemû derfetên xwe ji bo qirkirina kurdan seferber kiriye. Ji ber vê jî di nava Tirkiyeyê de faşîzmeke mutlaq ferz kiriye, di heman demê de bi piştgiriya NATO û hevkarê xayîn PDK’ê re, li ser partiya ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, êrişan dikin.

Rêjîma faşîst ya Komara Tirkiyeyê bi erişên xwe yên qirkirin û tasfiyekirinê ve îddîa dike ku tevahî Kurdistanê dagir bike û tevgera azadiyê ya ku hebûna Kurdan îfade dike tasfiye bike. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê (KT) hebûna xwe li ser qirkirina gelan didomîne, di vê sedsalê de jî hewl dide bi qirkirina kurdan hebûna xwe bidomîne. Dewleta tirk ya dagirker dizane ku nikare li pêşiya Gerîlayên Azadiya kurdistanê li ber xwe bide û bi ser bikeve, ji bo vê serî li rêbazên hov da. Li hember vê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakur, Başûr, Şengal û di hemû perçeyên Kurdistanê de bi qehremanî li ber xwe didin, li hember erişên qirkirinê berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Dewleta Tirk li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, serî li hemû rêbazan da û hemû jî bikaranîn, dîsa jî nikarîbû li hember gerîla bi ser bikeve û derbên giran dixwe. Rejîma faşîst ya KT’yê, ji ber ku negihêşt armanca xwe berê xwe da Zapê. Li beramberî van erişan egîdên Kurdistanê bi têkoşînekê ku Zap ji qirkeran re kirin dojeh, bûn tolhildêra êş û zilma ku hezar salan li ser kurdan hatiye ferzkirin. Di 50’yemîn salvegera têkoşîna me de, li Zapê wê mifteya azadiyê diyarî gel were kirin. Li Zapê tenê şer û berxwedan çênabe, destana ku me bi serkeftinê re tacîdar bike û zilma hezarê salan bi erdê re bike yek, tê nivîsandin. Ev destan destana Kurdistana Azad e.

Erka hemû ciwanên Kurdistanê ye

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Zapê parçeyek ji qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê jî şerê ku li Zapê diqewime, li ser hemû Kurdan e, ev şer jî şerê man û nemanê ye. Ev şer li ku derê dibe bila bibe, şerê hemû Kurdan e. Ev şer bi qasî ku tevahî gelê Kurd, Kurdistanê û gerîlayan ve eleqdar dike, ewqas jî mirovahiya bi rûmet eleqdar dike. Ji bo vê li hember zilm û zordariyê ve şerkirin mecbûriyetek e. Bê guman ev şer tenê şerê gerîla nîne, şerê hebûn û tunebûna gelekî ye, yanê ev şer şerê gel e. Ev şer wê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî faşîzmê têk bibe, Kurdistan û Rojhilata Navîn jî ji tundiyê rizgar bike. Ji bo vê tenê bi piştgiriya gerîla şerkirin na, cihê ku hûn lê ne li wê derê bikevin nava berxwedanê, li wê derê mêtîngeran têk bibin. Bi taybet jî ev erk herî zêde dikeve ser milê ciwanên welatparêz yên Kurdistanê. Ciwanên herî bi cesaret û fedakar yên Kurdistanê niha li Zapê dewleta dagirker û qirker xistiye nava xefletê de. Çawa ku gerîlayên ciwan bi vê rengî bersiv didin erişên dagirkerî û faşîzmê, di vê pêvajoya dîrokî de jî bersiva herî xurt ya ji faşîzmê re jî tevlîbûna ciwanên welatparêz ya nava refên gerîlayan e. Dîsa weke ku ciwanan di nava refên gerîla de cihê xwe girtin, di her qadê de ketina nava têkoşînê jî erka hemû ciwanên Kurdistanê ye. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kurdistanê em dibêjin, bi rihekî seferber, bi hemleya ‘Dem dema azadiyê ye” û bi şîara ‘Werin cenga azadiyê, li beramberî îxanet û dagirkeriyê ve ketina nava çalakiyê ye.

Bi rihekî seferber bikevin nava çalakiyan

Divê neyê jibîrkirin ku hemû gelê Kurd di hedefa van erişan de ye, ji ber vê jî her cihekî ku ciwan, gelê Kurd û dostên wê ve hebin, li wê derê dema bilind kirina têkoşînê ye. Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî her cihê ku faşîzma KT’yê heye, ew xistina hedefa xwe de û derb lêdan, erkekî şoregerî û welatparêziyê ye. Bi vê zanebûnê pêwîste di her qadê de bi şîara ‘ Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’, li dijî dagirkerî û îxanetê ve bi rihekî seferber bikevin nava çalakiyan. Li ser vê bingehê jî divê 50’yemîn salvegera têkoşîna me bibe, sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bibe sala bi binxistina rêjîma faşîst ya KT’yê, bibe sala dawî lê anîna koka îxanet û hevkariya bi mêtîngeriyê re.

Li ser van esasan weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê ‘Komalên Ciwan’, ji bo jiyanek bi rûmet, bi şeref were jiyankirin û ji derveyî serkeftinê tiştekî dîtir qebûl nekin, em bang li hemû ciwanên welatparêz û şoreşger yên Kurdistanê dikin. Ji Bakur heya Rojava, ji Başûr heya Mexmûr-Şengal, dîsa ji Rojhilat heya derveyî welat, di salvegera pêngava 1’ê Hezîranê de, bi rihekî serhildêr li her cihê ku hûn lêne, bikevin nava çalakiyên seferberiyê.

Ji xayîn, faşîstan û mêtîngeran hesab bipirsin

Bangawaziya me ji bo ciwanên Kurdistanê, roj roja rabûna serhildanê ye, roj roja li dijî dagirkerî û îxanetê ve qiyamet rakirinê ye, em dibêjin roj roja tolhildanê ye. Pêwîst e ciwanên Kurdistanê bizanibin ku tiştê em bi serbixînin, wê bi hêza me ya cewherî û şerê me ya cewherî be. Divê ciwanên Kurdistanê beramberî dijmin weke çekekê bin, ji hevkar û xayînan re xewê heram bikin. Çawa ku li çiya bi gurzê gerîla dijmin derbên giran dixe, li bajaran jî wê bi gurzê ciwanan derb bixe. Di Kurdistanê de tenê riya me berxwedan û şerkirin e. Em di nava mêtîngeriyeke wisa de ne ku bêhn standina me jî bi berxwedanî çêdibe. Ji ber vê jî em dibêjin bi rihê tolhildana şoreşgerî, li beramberî faşîzm, dagirkerî û îxanetê ve, li her derê, di her kêliyê de bi her rêbazê em faşîzmê bi binbixînin û xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Ev erk pêkanîn erka her ciwanekî Kurdistanê ye. Em bangawaziya hemû ciwanên Kurdistanê dikin, bi baldarî û berpirsyartî erkên xwe yên pêşengtiyê pêk bînin. Di her kolanê de ala berxwedanê bilind bikin. Ji dagirker, xayîn, faşîstan û mêtîngeran hesab bipirsin, serkeftinê misoger bikin.”

 

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji ber nexwaşiyê jiyana xwe dest da

Nivîsa Pêş

ROJEVA 11’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 06’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

ROJEVA 11’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Taktîkên Şerê Taybet Ya Nû Hizbullah XI-I

Taktîkên Şerê Taybet Ya Nû Hizbullah XI-I

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.