Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Têkoşîna li hemberî polîtîkayên faşîst bi qasî îbadetê pîroz e

KCK’ê Cejna Qurbanê ya alema Misilmanan pîroz kir û bang li Misilmanên Kurdistanê kir ku bila li hemberî dewleta Tirk a qirker û faşîst têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/07/2022 - 16:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Têkoşîna li hemberî polîtîkayên faşîst bi qasî îbadetê pîroz e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand. Peyama komîteyê wisa ye:

“Tevgera me Cejna Qurbanê ya alema Misilmanan pîroz dike û em hêvîdar in Cejna Qurbanê ya sala 2022’an Rojhilata Navîn di serî de, ji hemû alema Îslamê re edalet, aştî, aramî û yekîtiyê bîne. Em hêvîdar in parvekirin, hevgirtin, dostanî û biratiya di navbera gelan de zêde bike, têkoşîna demokrasî û azadiyê mezintir bike.

Cejn di nav civakan de li dijî kesên heq û hiqûqê nas nakin û li hemberî zalim û munafiqan têkoşîn û çanda parvekirin û hevgirtinê temsîl dikin. Di vê Cejna Qurbanê de jî em hêvîdar in wê li ba gelên Rojhilata Navîn û alema Misilmanan de van hest û fikran mezintir bike. Ji bo ku vê Cejna Qurbanê û di her cejnan de bi ruhê yekîtiyê yê demokratîk ê gelan bi awayekî azad were pîroz kirin, em bangî têkoşînê dikin.

TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST BI QASÎ ÎBADETÊ PÎROZ E

Wekî ku tê zanîn Kurdistan di serî de, li axa ku Misilman lê dijîn şer, talan, hejarî, hilweşandin, dagirkerî û qirkerî wekî polîtîkaya netewe-dewletan û ya hikumetên faşîst tê meşandin. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di bin navê Îslamê de bi awayekî nijadperestî êrîşî Kurdan dike. Li ser vî esasî dewleta Tirk di îmana xwe de munafiq in, di îbadetê de pesnê xwe dide, di dîn de îstîsmarê dike û xwedî feraseta Îslama desthilatdar a înkarî de, her roj zilmê li Kurdan, jinan û ciwanan dike. Rejîma qirker a mêtinger û Tirk bi çavê ganîmetê li axa Kurdistanê dinihêre. Dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê xwe dispêre vî tiştî. Ji ber vê Misilmanên Kurd di serî de, divê hemû Kurd bizanibin ku zemîna îdeolojîk a mêtingeriya Tirk, feraseta Îslama Tirk a ji rêderketî ye. Tevî Kurdên îxanetkar dixwaze rengekî Îslamî bidin vê jirêderketinê. Îslama Muhamedî tişta ku li ser Misilmanên Kurd ferz kiriye ev eku li hemberî îstîsmarên munafiq û zalim ên Îslamê têkoşînê bikin. Em bang li gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî Misilman û gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku têkoşîna wan a li hemberî polîtîkayên dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi qasî îbadetan pîroz e û bi qasî qurbanan wê karibin xêran bi dest bixin.

XÊRA ÎBADETÊ BI BERXWEDANÊ RE ZÊDETIR E

Dewleta Tirk di nêzîkatiya xwe li hemberî gelê Kurd ê mazlûm de nîşan daye ku ew dîn îstîsmar dike û ayetên Xwedê înkar dike. Li gorî baweriya Îslamê her tişta ku Xwedê ew afirandiye, gelê Kurd, zimanê Kurdî û axa Kurdistaê wekî ayetên Xwedê hene. Dewleta Tirk êrîşî van tiştan dike, jiyana Kurdan wekî sûc dbiîne, qirkirinê dike, çiya û kevirên wê her roj bi çekên kîmyewî bombe dike, xwezaya wê talan dike, mirovên wê qetil dike, firsendê nade ku Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe wekî Kurdan bijî û ji ber vê jî Xwedê înkar dikin.Êrîşkariya Tirkan li pêş çavê dinyayê bi rastiya şer a çend mehan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Rojava, Tirkiye, Başûr û li ser gelên Kurd û gel û bîr û baweriyên cihê gefan ava dike, rê li ber vî tiştî vedike ku mirov ji ax û welatê xwe koç bikin. Em bang li Tirk, Ereb, Kurd û gelên din dikin ku bila nebin şirîkê guneh û sûcên ku li ser navê Îslamê tên kirin. Divê were zanîn her helwest û tevgera ku wê piştgiriyê bide rejîma qirker a AKP û MHP’ê, jê re zemînê ava bike û wê cesaretê bide wê tê wateya dijberiya Îslama Muhammedî. Em ji bo têkoşîna li hemberî pergala qirkirinê bang dikin.  Her Misilmanên ku xwe wekî parêzvanê rûmet û namûsa xwe diparêze dibîne li hemberî pergala ku heqaretê li gelê me dike, wan li zindanan dîl digire, bi polîtîkayên xwe yên birçîbûn û hejariyê dixwaze wan terbiye bike, heke îbadet bi berxwedanê were kirin, wê xêra wê jî zêdetir be. Ji ber ku her Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de, berxwedan bi qasî qurbanê mezin û bi xêr e.

Gelê Kurd ji roja ku Îslam nas kiriye û vir ve biratiya ummetê ji xwe re kiriye esas. Bi gel û baweriyên din re timî di nava dostaniyê de maye. Gelê Kurd çil salên dawî bi tevgera azadiyê re hewl dide vê çandê dewam bike. Cejna Qurbanê ya sala 2022’an jî dikare rê li ber wê yekê veke ku gelê Kurd bi vê çandê paşerojeke azad û demokratîk bi gelên din re ava bike, ji bo vê jî xwe bi hişmendiya neteweya demokratîk xurt bike, rêxistiniya demokratîk hîn bêhtir bi pêş ve bibe.

DIVÊ PIŞTGIRÎ JI MALBATÊN ŞEHÎDAN Û GIRTIYAN RE BÊ DAYIN

Misilmanên Kurdistanî yên hêja;

Di vê Cejna Qurbanê de divê serdana şehîdgehan bê kirin û duayê xêrê li ser bê kirin. Divê girtiyên azadiyê hemû bêne ziyaretkirin, piştgirî ji malbatên şehîdan û girtiyan re bê dayin. Serdan û piştevanî ji çanda cejnê ye. Em dixwazin bi taybetî li bîra we bixin ku xêr û qurbanên xwe bidin wan kes û saziyan ku dikarin bigihînin hewcedaran. Em di wê baweriyê de ne ku xêr û alîkariya ji dewleta Tirk a qirker û kes û saziyên wê re bêne dayin wê neyên qebûlkirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, em bi vê hest û nêrînê, Cejna Qurbanê di serî de li malbatên xwe yên şehîdan, li Misilmanên Kurdistanî careke din pîroz dikin û bang li Misilmanên Kurdistanî dikin ku li dijî dewleta Tirk a înkarker, qirker û faşîst, têkoşîna rêxistinî bimeşînin. Bi wesîleya cejnê em careke din şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê de bi bîr bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenê çek û cebilxaneyên ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatin desteserkirin

Nivîsa Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê 7 keştî û keştiyeke seyranê şewitandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê 7 keştî û keştiyeke seyranê şewitandin

Milîsên HBDH'ê li Stenbolê 7 keştî û keştiyeke seyranê şewitandin

32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.