Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Cenazeyê leşkerê dagirker ya ku artêşa Tirk gotibû ‘birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye’ di destê gerîla de ye

Di dîmenan de derket holê ku cenazeyê leşkerê Tirk ya dagirker Nûrî Melîh Bozkurt ê ku dewleta Tirk ya dagirker gotibû “Birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da” di destê gerîlayan de ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/06/2022 - 13:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Cenazeyê leşkerê dagirker ya ku artêşa Tirk gotibû ‘birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye’ di destê gerîla de ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 30’ê Gulana 2022’an de ragihandibû ku sibeha 29’ê Gulanê li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de şer qewimî. HPG’ê ragihandibû ku efserên artêşa Tirk koma dagirkeran bi zorê şandibû qadê û ev agahî dabû:

“Hêzên me dîtin ku leşkerên dagirker nedixwestin bi pêş ve biçin û bi efseran re nîqaş dikirin. Efserên dagirker piştre koma ji 4 kesan ber bi çeperên şer ve şandin. Hêzên me li derdora çeperên şer ev hêz xistin bin kontrola xwe û bi sabotajê lê dan. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran û xistin bin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin, malzemeyên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatin îmhakirin. 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola hêzên me de man.”

DEREWA DEWLETA TIRK BI DÎMENAN HATE EŞKEREKIRIN

Lê belê artêşa Tirk tevî ku windahiyên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn eşkere nekir, ji civaka Tirkiyeyê re jî nûçeyên derewîn weşand. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku leşker Nûrî Melîh Bozkûrt bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê miriye. Lê belê eşkere bû ku Bozkûrt li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn hatiye cezakirin û cenazeyê wî jî ketiye destê gerîla.

Gerîla her wiha dîmenê cenazeyê Bozkûrt kişandin. Gerîlayekî ku di dîmen de diaxive anî ziman ku leşker beriya bimire ji wan re axiviye û gotiye ku navê wî Melîh e. Gerîla ji kamerayê re diyar kir ku 2 leşkerên Tirk ên din jî hatine cezakirin û cenazeyên wan derxistine derve.

DAGIRKER CENAZEYÊN XWE JI ZINARAN DIAVÊJE

HPG’ê têkildarî 4 leşkerên Tirk ku Nûrî Melîh Bozkûrt jî di nav de bû, yên 29’ê Gulana 2022’an ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hatin cezakirin, agahiyên nû parve kir. HPG’ê diyar kir ku ew leşkeran bi zorê ji aliyê fermandarên xwe ve ber bi tunelan ve hatine dehfdan û li ser bûyera ku wê rojê qewimî ev agahî da:

“Hevalên me beriya ku li wan bixin bi saetan ew şopandin û li wan guhdarî kirin. Ji axaftina wan fêhmkirin ku navê wan Bûrak, Îslam û Melîh e. Leşkerên ku bi zorê ber bi tunelên şer ve hatin şandin ji aliyê hevalên me ve hatin cezakirin. Ji bo cenazeyên xwe werbigirin, hevalên me cenazeyên 2 leşkeran birin derve. Nûrî Melîh Bozkûrt bi giranî birîndar bûbû û hevalên me xwestin wî li cihekî aram biparêzin. Lê belê demeke kurt piştî ku got navê wî Melîh e, mir. Ji ber ku artêşa Tirk hemû windahiyên xwe vedişêre, hevalên me dîmenê cenazeyê Melîh kişandin. Piştre jî cenazeyê wî danîn cihekî, ji bo dewleta Tirk karibe bibe. Lê belê piştre eşkere bû ku artêşa Tirk li şûna ku cenazeyên li derve hatin hiştin bibe, yekser ew ji zinaran avêt. Em nizanin bê cenazeyê leşkerê ku dîmen hatiye kişandin çi pê kirine.”

DEREWA ‘LI NEXWEŞXANEYÊ BÛ, BIRÎNDAR BÛ, NEHATE RIZGARKIRIN’

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk têkildarî mirina Nûrî Melîh Bozkûrt ji raya giştî re agahiyên derewîn, nûçeyên derewîn weşand. HPG’ê got, “Mînak, ji bo Melîh Bozkûrt gotin, ‘li nexweşxaneyê bû, birîndar bû, nehate rizgarkirin’, bi vî rengî derew kir. Halbûkî ew leşker li Zapê mir. Nediyar e ku cenazeyê wî birine yan na. Civakê dixapînin. Em bi vî rengî bi mirovî nêzî cenazeyên wan dibin, lê belê ew bi hovane nêzî cenazeyên me û cenazeyên xwe jî dibin.”

HPG: BI RENGEKÎ HOVANE NÊZÎ CENAZEYÊN ME DIBIN

HPG’ê işaret bi kiryarên nemirovane û derveyî exlaqê yên dewlet û artêşa Tirk kir û bi bîr xist ku bi rengekî hovane nêzî gerîlayên şehîd bûne dibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li hemberî cenazeyên hevrêyên me yên şehîd bûne, mîna DAÎŞ’ê bi rengekî hovane nêzîk dibin. çawa ku êşkenceyê li gelê me dikin, bi rêbazên hovane nêzî cenazeyên me dibin. Di vê der barê de gelek belge li ber destê me hene. Dewleta Tirk wê rojekê teqez li pêşiya dîrokê û wijdanê mirovahiyê, her wiha li qada navneteweyê bê darizandin û hesabê van kiryarên xwe bide. Nêzîkatiyên bi vî rengî yên hovane li hemberî cenazeyên me weke parçeyek ji şerê psîkolojîk li dijî gelê me bi kar tînin. Ji wan heye ku ev yek bi wan dide qezençkirin. Halbûkî moral û motîvekirineke bi vê rêbazê wê mîna bûmerangê li dagirkrean vegere û li wan bikeve.

Her roj di çapemeniyê de tê weşandin ku leşker û polîsên psîkolojiya wan xera bûye çawa destpêkê xizmên xwe qetil dikin û piştre xwe dikujin. Ev hemû pêwendiya xwe bi hovîtiya li Kurdistanê tê kirin, heye. Dibe ku ji wan heye ku ji aliyê psîkolojîk ve me lawaz dixîne, lê belê me dît ku ev rêbaza şerê psîkolojîk herî zêde zerarê dide wan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

li Stenbolê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê hate kirin

Nivîsa Pêş

Jinên ciwan ên herêma Firatê pêşbirka werzîşê li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên ciwan ên herêma Firatê pêşbirka werzîşê li darxistin

Jinên ciwan ên herêma Firatê pêşbirka werzîşê li darxistin

‘Dê her kes cezayê bêhiqûqiya ku dike, bikşîne’

'Dê her kes cezayê bêhiqûqiya ku dike, bikşîne'

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.