Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji bo bîranîna şehîd Avzem Çiya

Edîtor: Nucan Serdoz
23/06/2022 - 13:36
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama karên Rêberê me yên li Rojava de malbata hevrêya me Avzem Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û her ku şahidî ji têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê me re kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Hevrêya me Avzem ku li nava malbateke bi vî rengî ya welatparêz ji dayik bû, bi çanda ji malbata xwe wergirtî di temenê biçûkanî de partiya me PKK nas kir. Her tim xwe weke parçeyek ji PKK’ê dît û bi vî rengî jiyanek da ber xwe. Paşeroja xwe hemû di vê çarçoveyê de nirxand, ji bilî felsefeya Rêbertî û jiyana PKK’ê li şêweyekî din ê jiyanê nefikirî. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwe bi rêxistin kir, hevrêya me Avzem jî bi rengekî çalak tevlî kar bû û dest bi birêxistinkirina ciwanan kir. Bi rêbaza xwe ya jêhatî, ji her ciwanên ku bi tevgera azadiyê da naskirin kelecaneke mezin wergirt û kêfxweş bû. Di karê xwe de her tim hewl da ya herî baş bike û ti carî sînor dananî ber xwe. Bi têgihiştina ku di kar de aliyê îdeolojîk li pêş e tevgeriya, di her kêliyê de hewl da xwe di felsefeya Rêbertî de kûr û nû bike. Dilsoziya bi hestewarî ya bi Rêber Apo re veguherand hişmendî û dilsoziyeke îdeolojîk. Li gel girîngiya karên ciwanan jî dilê hevrêya me Avzem timî bi gerîla û çiyê re lê dida. Lewma jî sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Weke kadroyeke şareza piştî perwerdeya şervanên nû bi wezîfeya fermandariya tîm rabû û bi perwerdeya hevalên nû tevlî bûn re mijûl bû. Jiyana gerîla û çiyê hînî hevalên nû tevlî nava refên gerîla bûn, kir û ji bo bibin gerîlayên profesyonel, cewhera PKK’ê bi rengekî rast bipejirînin û bibin milîtanên cewherî gelekî hewl da. Ji zarokatiya xwe ve bi taybetmendiya xwe ya bi îrade û bi biryar, bal dikişand ser xwe û her tim hewl da ya herî baş bike, armancên xwe timî bilind kir. Li ser vê bingehê sala 2019’an tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi biryardariya ku bibe gerîlayeke jin a azad, meşa xwe ya şoreşê derbasî qonaxeke bilind kir û weke milîtaneke fedaî her kêliya jiyanê bi fedaîtî derbas kir. Hevrêya me Avzem di nava Hêzên Taybet de her tim xwe bi pêş xist û weke fermandareke YJA Starê jiyaneke ji rêzê ti carî li xwe neanî. Her tim karek peyda kir ku bike û dema xwe qet vala derbas nekir.
Êrişa dijmin a li ser destketiyên gelê me, israra dijmin a di siyaseta qirkirinê de kir ku hêrsa milîtana PAJK’ê ya pêşeng hevrêya me Avzem mezintir bibe. Ji ber vê yekê jî kûrbûna xwe ya leşkerî zêde kir û bi israr xwest biçe qadên ji şerê germ. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dijmin ku ji sala 2021’ê ve bi berfirehî li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hevrêya me Avzem derbasî herêmên Avaşîn û Zapê bû û beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di van çalakiyan de tecrûbeyên gelekî mezin bi dest xist û ev tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dijmin a ku di 14’ê Nîsanê de da destpêkirin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn tevlî şer bû. Hevrêya me Avzem ku di her kêliya şer de bi sekn û rêbaza xwe ya fedaî ya li nava jiyanê bû mînak û pêşeng ji hevrêyên xwe re, weke fermandareke YJA Starê her tim li refên herî pêş ên çalakiyan bû. Beşdarî gelek çalakiyan bû ku bi dehan dagirker hatin cezakirin û di asêkirina dijmin a li Zapê de bi roleke girîng rabû. Li gel hevrêyên xwe bi çalakiya fedaî ya ku bi ruhê êrişê yê bilind û hişmendiya Apoyî pêk anîn, Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn kir keleha berxwedanê ya Zapê û hesabên dijmin hemû têk bir.

Nasnav: Avzem Çiya
Nav paşnav: Berîvan Cûma
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Mûnteha-Feremez
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2022 / Zap

 

1 Ji 20
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şehbayê ciwanan ji bo berxwedana gerîla şahî li darxistin

Nivîsa Pêş

Gerîlayên tîmên bi tevger li leşkerên dagirker dan – 5 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayên tîmên bi tevger li leşkerên dagirker dan – 5 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên tîmên bi tevger li leşkerên dagirker dan - 5 dagirker hatin ceza kirin

Li Kobanê û Reqayê ji bo şehîd Ferhad Dêrîk konên sersaxiyê hatin vedan

Li Kobanê û Reqayê ji bo şehîd Ferhad Dêrîk konên sersaxiyê hatin vedan

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.