Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TAYBET – Ciwanê Başûrê Kurdistanê ku tevlî nava refên PKK’ê bûye: Xeta şehîd Bêrîtan ji bo me esas e

Yek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê bi navê Behroz li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan tevlî nava refên gerîla bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/06/2022 - 0:12
di nav Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Ciwanê Başûrê Kurdistanê ku tevlî nava refên PKK’ê bûye: Xeta şehîd Bêrîtan ji bo me esas e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ji 17’ê Nîsanê de li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastina Medyayê êrîşeke nû ya dagirkerinê daye destpêkirin. Li hember hemû êrîşên hovane Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihekî fedayî bê navber derb li dagirkeran dixin û berxwedaneke bê hempa raber dikin. Li ser vê bingehê ji bo hembêzkirina berxwedana gerîla ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate ragihandin.

Ji bo wê jî li ser esasê bersivdayîna banga seferberiyê bi sedan ciwan û jinên ciwan yên Kurd û dostên wê ve li dijî êrîşên dagirkeriyê ya bi hevkariya PDK’ê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla radigihînin. Di heman demê de ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li hember xeta îxanetê ya PDK’ê bi bertekin, bersivên xwe jî bi tevlîbûna nava refên PKK’ê didin.

Ciwanê bi navê Behroz ya ji Başûrê Kurdistanê bajarê Ranyayê ye ku li ser esasê seferberiyê tevlî nava refên gerîla bûye, ji ajansa me re tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla parve kir. Behroz destnîşan kir ku divê sekna rêheval Bêrîtan ya li hember xeta îxanetê bê domandin û her kes li ser wê xetê soza bilindkirina têkoşînê bide.

‘Dema ku min heval dîtin min hestekî pir cuda jiyan kir’

Dîtina min ya ji bo hevalan tesedûfekî mezin bû, yanê dema ku min heval dîtin min hestekî pir cuda jiyan kir. Ji bilî wê jî şerê Rojava hîna di bîra min de bû, min hertim ji xwe dipirsî çima ez jî nikarim tevlî vê şoreşê bibim û li dijî dagirkeran şer bikim. Ev yek weke hesretekê di hundirê min de mabû, ji bo wê jî ez çûm gel hevalan, min li gel wan xwast PKK’ê nasbikim. Piştî ku min heval dîtin û kêmekî bi wan re danûstandin kir, di dawiya 2019’an de ez tevlî kar û xebatê ciwanan bûm, min li gelek bajarên cuda cuda xebat da meşandin.

‘Xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan min ji bo xwe esas girt’

Her wiha Behroz axaftina xwe dewam kir û got divê li hember xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan a li hember îxanetê were mezin kirin û got; “Ez ji xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan a li hember îxanet û şerê birakujiyê bandor bûm, min sekna şehîd Bêrîtan ji bo xwe esas girt, ji ber ku şehîd Bêrîtan bi sekna xwe destanekî dîrokî nivîsand. Li ser vê esasê min li ser xeta şehîd Bêrîtan soza xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla da. Di heman demê de divê her kes xwedî li vê xetê derbikeve.”

‘Êrîşên dagirkeriyê di şexsê gerîla de li ser tevahî gelan û mirovahiyê tê kirin’

Behroz da zanîn ku wê têkoşîn û xebatê xwe hemû ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bixe xizmetê û got; “Ezê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikim û xebat bidim meşandin. Niha li çiyayên Kurdistanê li dijî Gerîlayên Azadiyê şerekî pir dijwar rû dide, li hember gerîla çekên kîmyawî tên bikaranîn, dîsa ruxmî hemû êrîşên hovane gerîla bi rihekî fedayî li berxwe dide. Di heman demê de divê ev berxwedan bi gerîla tenê re sînordar nemîne, hemû mirovên welatparêz bi taybet jî ciwan divê bibin xwedî helwest û li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku ev êrîş ne tenê ser gerîla ye, di şexsê gerîla de li ser tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

‘Divê ciwan li dijî îxaneta heyî bê deng nemînin û tevlî nava refên gerîla bibin’

Behroz di dawiyê de destnîşan kir ku divê her kes tevlî nava refên gerîla bibe, da ku jiyan azad hembêz bikin dewam kir û got; “Ez bang li hemû ciwanan dikim û bi taybet jî ciwanên Başûrê Kurdistanê, divê li dijî van êrîşan bê deng nemînin û tevlî nava refên gerîla bibin. Ji ber ku êrîşên tên kirin, di şexsê gerîla de li tevahî gel û mirovahiyê tê kirin. Careke din ez soza xwe ya ji bo şehîdan û Rêber Apo dubare dikim û dibêjim heya dawiyê bedêla wê çibe ezê ji bo mirovahî û jiyana azad xizmet bikim.”

 

NC// Destîna Qendîl

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin!

Nivîsa Pêş

DGH’ê li Stenbolê li dijî faşîstan çalakiyek li darxist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
DGH’ê li Stenbolê li dijî faşîstan çalakiyek li darxist

DGH'ê li Stenbolê li dijî faşîstan çalakiyek li darxist

Ciwanên Welatparêz ji bo meşa 12’ê Hizêranê bang kirin

Ciwanên Welatparêz ji bo meşa 12'ê Hizêranê bang kirin

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.