Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Çalakvanên Meşa Dirêj ya Başûr: PDK’ê em bi mirinê kirin

Meşa Dirêj ya ku ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê di 1'ê Pûşperê de dabûn destpêkirin, ji aliyê PDK'ê ve hate asteng kirin. Li ser vê esasê jinên ciwan ên ku ji xiyaneta PDK'ê re şahidî kirine ji ajansa me re nirîna xwe parve kirin û gotin; "PDK'ê em bi mirinê tehdîd kirin."

Edîtor: Nucan Serdoz
04/06/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
TAYBET – Çalakvanên Meşa Dirêj ya Başûr: PDK’ê em bi mirinê kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin, heya niha jî bi rêbazên hov hîna berdewam dike. Li hember van êrîşan ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bê navber bersivên giran tên dayîn. Di heman demê de tevahî ciwanên Kurdistanê û Ewrupa ji bo şermezarkirina van êrîşên dagirkeriyê û piştgirî dayîna berxwedana gerîla, li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan, meşeke dirêj ya ku 3’ê rojan dewam kir li darxistin. Her wiha ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî van êrîşan daketin qadan û di 1’ê Pûşperê de dest bi meşa dirêj kirin. Lê belê meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji Koya destpêkirî, li ber sînora di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de li Dêgele, ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hate asteng kirin. PDK’ê li ber meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo şermezarkirina îxanet û dagirkeriya li Kurdistanê rê girt.

Li ser vê bingehê ji ciwanên ku tevlî meşê bûne û ji xiyaneta PDK’ê re şahidî kirine, ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku yekane hêza ku teslîmî dagirkeran nebûye PKK’ê ye û got; “Di 1’ê Hizêranê de, ji bo ku em piştgirî bidin berxwedana gerîla me berê xwe da bû Behdînanê, em heya sînorê Dêgele meşiyan, lê belê hêzeke mezin ji pêşemergeyan li Hewlêrê em dan rawastandin û gotin ku ji wan re ferman hatiye dayîn, ger hûn meşa xwe berdewam bikin, emê bi gûleyan li we bidin.”

Ev bû nîv sedsale ku gerîla ji bo bi binxistina dagirkeran têkoşînê dimeşîne;

Destpêkê Xezan Elî ya ji bajarê Silêmaniyê wiha dest bi axaftina xwe kir; “Ger em vegerin dîrokê, em dibînin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo bi destxistina xewna Împaratoriya Osmaniya ku dixwaze Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê bixe bin destê xwe û dagir bike. Lê PKK hertim rû bi rûyê wan bûye û planên wan vala derxistin e. Nêzî nîv sedsale gerîla ji bo vala derxistina dagirkeran têkoşînê dimeşîn e. Lê di dîrokê de gelek caran dagirker bi alîkariya partiyên Başûrê Kurdistanê êrîşî Kurdistanê tevahî dikin. Niha jî bi awayekî pir vekirî PDK’ê ji bo dagirkirina Kurdistanê bi hemû hêza xwe alîkariyê dide dewleta Tirk ku êrîşî Kurdistanê û bi taybet jî xaka Başûrê Kurdistanê bike. Ji ber vê dewleta Tirk ya faşîst bi hêsanî dikare êrîşî Başûrê Kurdistanê bike.”

Çopê dîrokê jî wê PDK negire nava xwe;

“Di 17’ê Nîsanê de dema ku dewleta Tirk êrîşî Zap û Avaşînê kir, PDK’ê bi awayekî vekirî hevkarî kir. Ji ber ku îxanet heye, dewleta Tirk bi hêsanî êrîş dike. Divê PDK bizanibe ku ew dijminatiya xwe jî dike. Di berdêla wê de wê ji xwe re dîrokeke nedîtî çêbike û çopê dîrokê jî wê PDK negire nava xwe. PDK’ê li ber çavê civakê qirêje. Lê PDK ji bo vê xiyanetê bi gel bide ji bîrkirin hewl dide mejiyê gel mijûl bike. Bi nedayîna mûçeyan û çêkirina krîzê ku gel mijûl bibe. Ji bilî PDK’ê hêzên din jî bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne, bi siyaseteke nerm û veşartî xwe weke piştgirê gel didin qebûl kirin.”

Divê em ji xwe bipirsin çima ji her alî ve êrîş li ser PKK’ê tê kirin;

“Divê em ji xwe bipirsin çima ji her alî ve êrîş li ser PKK’ê tê kirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê êrîş bê navber tên kirin. Divê em vê bizanibin ji ber ku yekane hêza ku teslîmî dagirkeran nebûye PKK ye. Divê her kes vê yekê bizanibe. Her çendî haya gel ji xiyaneta PDK’ê û van êrîşan hebe jî, divê li ser van êrîşan xwedî pratîk bin. Pirsgirêka me ji ceyran, av û mûçeyan mezintir e, pirsgirêka me ya mezin dagirkirina welatê me ye.”

“Divê mirov xwedî helwest be, divê gel li hemberî hemû zilm û dagirkeriya xaka me dakeve qadan. Her wiha li hember îxanetê bisekinin. Di vir de rola sereke ya ciwana ye, ji ber vê divê ciwan xwe hîn zêdetir bi pêşbixînin û perwerde bikin. Ji bo ku dema li hember dagirkeran sekinîn, hêza wan ya xwe parastinê hebe. Dixwazin hiş û ramanên me li pişt perdeyan veşêrin. Dixwazin bi hin lîstokan rastî û îxaneta xwe veşêrin, lê êdî gel rastiya wan fêm kiriye. Em weke ciwan heya ku dagirkerî û îxanet hebe, emê tu carî di cihê xwe nesekinin. Em di 1’ê Hizêranê de, ji bo ku em piştgirî bidin berxwedana gerîla em heya sînorê Dêgele meşiyan, da ku em çûbana Behdînanê. lê belê hêzeke mezin ji pêşemergeyan li Hewlêrê em dan rawastandin û gotin ku ji wan re ferman hatiye dayîn, ger hûn meşa xwe berdewam bikin, emê bi gûleyan li we bidin.”

Parastina axê tê wateya parastina kesayeta xwe û têkoşîna ji bo azadiyê;

“Ez bang li ciwanan dikim ku li hember hemû êrîş, dagirkerî û îxanetê bibin xwedî helwest. Divê ciwan ji bîr nekin ku em hîna azad nebûne û welatê me azad nebûye. Heta kesayet nebe xwedî helwest û ranebe ser piyan, wê nikaribe di welatekî azad de jiyan bike. Ez bang li ciwanên çar perçeyên Kurdistanê dikim ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku parastina axê tê wateya parastina kesayeta xwe û têkoşîna ji bo azadiyê.”

Emê hertim li hember dagirkeran serkeftî bin;

Di heman demê de jina ciwan ya bi navê Kajîn ku ji Mexmûrê ye, ew jî beşdarî meşê bibû, nirîna xwe wiha anî ser ziman; “Em jî weke ciwanên Mexmûrê tevlî meşa dirêj ya li Koya bûne. Em weke ciwan divê li hember van êrîşên ku li ser Rojava û Başûr ve tê kirin bê deng nemînin. Divê hemû ciwan li hember îxaneta ku tê kirin, bibin xwedî bertek. Ji ber ku yê civakê biparêze û bi pêşbixîne ciwanin. Heya ku em azadiya xwe bi dest nexin, emê jî li kêleka gerîla hertim şer bikin. Îro gerîla li çiyayên Kurdistanê li hember teknîk û hêza herî faşîst bi berxwedaniyeke bê hempa şer dike. Em jî weke ciwan li pişt gerîla ne. Em weke ciwan di vê pêvajoyê de çi ji destê me were emê bikin. Emê hertim li hember dagirkeran serkeftî bin.”

Hemû ciwanên Kurdistanê divê rabin ser piyan;

“Niha ev êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin, divê em weke ciwan hîn zêdetir xwedî lê derbikevin. Ji ber ku yê civakê zane dike ciwanin. Ji ber vê jî divê ciwanên me li hember van êrîşan bibin xwedî bertek û helwesta xwe nîşan bidin. Hemû ciwanên Kurdistanê divê li hemberî van êrîşan rabin ser piyan. Ji ber ku êrîşên bi pêşdikevin, li hemberî me ye. Di heman demê de divê em li hember sîstema kapîtalîst jî şer bikin, ger em nekin emê tu carî azadiya xwe bi dest nexin. Di dawiyê de bangawaziya min ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê heye ku rabin ser piyan, ji ber ku em êdî di pêvajoya man û nemanê de ne. Ji ber vê jî hemû ciwanên ku dibêjin em ciwanên vî welatî ne, em hêza civakê ne wê rabin ser piyan û ji civakê re pêşengtî bikin. Li hember vê îxanetê serî rabikin.”

 

NC// Destîna Qendîl

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jiyan bi giştî bi pêşengtiya jin bi rêve çûye

Nivîsa Pêş

Ji kesên ku hatine binçav kirin 16 kes hatin berdan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji kesên ku hatine binçav kirin 16 kes hatin berdan

Ji kesên ku hatine binçav kirin 16 kes hatin berdan

Dewleta Tirk herêma Biradostê da ber topan

Dewleta Tirk herêma Biradostê da ber topan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.