Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşekere kir

Hêzên Parastina Gel HPG'ê nasnameya sê gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
31/05/2022 - 11:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşekere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û got “Di şerê xwe yê destanî de her sê hevalên me şehîd bûn û di wateya rastîn de ew bûne PKK’yî. Em sersaxiyê ji malbata wan û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê wisa ye:

“Di 25’ê Nîsana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Bestayê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar şehîd bûn. Ev hevalên me bi heyecan û îddîayeke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û bi helwesta xwe ya biryardar a di têkoşîna xwe de, wan baweriya xwe ya ji bo serfiraziyê di her demê de parastine. Hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar her yek ji wan fermandarên pêşeng bûn. Em ê têkoşîna her sê hevalên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Koçer Didêrî

Nav û paşnav: Naîm Îlçîn

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Ayşe – Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

 

Nasnav: Berxwedan Amara

Nav û paşnav: Leyla Îldenîz

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Navê dê û bav: Nazdar – Faysal

Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

 

Nasnav: Dijwar Cîzre

Nav û paşnav: Selîm Ûslû

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Nefiye – Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

 

KOÇER DIDÊRÎ

Hevalê me Koçer li bajaroka Deşta Darê ya Hezexê di nav malbateke ji eşîra Didêrî ji dayik bûye. Dewleta Tirk a ku di salên 1990’î de li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têk çûbû, dema ku nekarî tevgera me tasfiye bike, serî li polîtîkayên qirêj dabû û cerdevantî li ser gelê me ferz kiribû. Malbata hevalê me Koçer ê ku ji dil girêdayî tevgera me ne û berdêl dane, ji ber ku dizanin cerdevantî tê wateya îxaneta li hemberî gelê Kurd û koçberî dane ber çavê xwe. Heval Koçer ê ku di temenekî zaroktî de hatiye koçkirin, li hemberî dijmin kîn û hêrseke wî ya mezin çêbûye. Dema ku Rêbertiya me bi komploya navneteweyî hatiye dîlgirtin, vî tiştî bandoreke mezin li ser wî kiriye û xwestiye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Lê ji ber ku ciwan bû, nekariye tevlî bibe. Heval Koçer heta sala 2003’an sekiniye û tevî xizmekî xwe tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ligel ku neçûye dibistanê wî di nav refan xwe xwe pêş ve biriye û bi coşeke mezin hewl daye paradîgmaya Rêbertiya me fêm bike. Heval Koçer li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kiriye û di astên cihê de fermandarî kiriye. Di salên 2014-2016’an de ligel ku li Bakurê Kurdistanê rastî gelek dijwariyan hatiye, bi bîr û dilpakiyeke mezin ev tişt derbas kiriye û bûye xwedî îradeyeke ji pola. Di berxwedana destanî de yên li Bakurê Kurdistanê wî peywirên girîng stendiye û hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftineke mezin pêk aniye. Piştre vegeriyaye Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vir jî pêşengtî û fermandarî ji gelek çalakiyan re kiriye. Li hemberî konsepta topyekun a îmhayê ya li hemberî tevgera me,wî xwestiye bi îddîayeke mezin tevlî tevlî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bibe. Ji bo bicihanîna pêdiviyên pêvajoyê wî pêşniyaz kiriye biçe Bakur û li ser baweriya ku wê bi ser bikeve çûye qada Botanê. Heval Koçer di xebatên xwe de ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku heval Koçer dewrî me kiriye, bi ser bixînin.

BERXWEDAN AMARA

Hevala me Berxwedan bi eslê xwe ji Wanê bû, li Îzmîrê ji dayik bû, di malbateke welatparêz de mezin bû û di nava têkoşîna me ya azadiyê de cih girt. Wek her Kurdên li metropolan rêhevala me Berxwedan jî rastî polîtîkayên helandin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk hatiye. Li hemberî hemû polîtîkayên dewletê, ji ber ku ji kevneşopiyeke kûr tê, her tim di nava lêgerînekê de bûye. Di destpêkê de bi awayekî hestiyarî ji bo parastina çanda gelêrî ya kevnar a Kurdî, dest bi têkoşînê dike. Lê belê rêhevala me Berxwedan ku pê dihese ku têkoşîna wê têrê nake, biryar dide ku têkoşîna xwe hîn aktîftir bike.

Hevala me Berxwedan ku ji xwe ne dûrî tevgera me bû, bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan dibe. Dema xebatên ciwanan dimeşand, tevî hemû zextên rejîma faşîst jî bi biryar têkoşîna xwe didomand. Dema ku rejîma faşîst nekarî rêhevala me Berxwedan di nava pergala xwe de tasfiye bike û vê carê hat girtin û avêtin girtîgehê. Tevî hemû êrîşên rejîma faşîst, di girtîgehê de hêj bêhtir bi Rêberê me û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve hat girêdan. Di bin bandora îdeolojiya Rêber Apo û jiyana PKK’ê ya ku afirandiye de ma. Dema ku di zindanê de ye, di nava sîstemê de nepêkanîna şerê têkoşînê dihese û piştî ku ji wir derket berê xwe dide çiyayên azad ên welatê xwe ya xeyala wê dikir. Ji ber ku ji berxwedana PKK’ê gelekî bandor bûye navê “Berxwedan” li xwe kiriye.

Rêhevala me Berxwedan ku di tevlîbûna xwe de ji dil bû, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û coş qîmeta hemû rêhevalên xwe girt. Rêhevala me Berxwedan ku di girtîgehê de, di aliyê îdeolojîk de xwe bi pêş xist û kûr kir, di nameya ku ji Rêbertiya me jê re hat şandin de ev yek hatibû gotin, “Ger hûn hişê xwe serdest bikin û forma xwe dewlemend bikin, hûn dikarin bibin gerîlayekî mezin. Dikarî bibî wek Sara.” Bi vê perspektîfê beşdarî jiyanê bû. Bi vê hevoka ku karakterê wê yê manîfestoyê heye, ji bo bibe milîtan û gerîlayekî fedayî yê Rêber Apo kedeke mezin da. Bi watedayîna zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma, bi hêza ku ji Rêbertiya me û şehîdên me digirt, karîbû hemû zehmetiyan derbas bike. Bi akademiyên leşkerî yên dîtî re karîbû bibe gerîlayekî profesyonel. Rêhevala me Berxwedan ku di xeta Jina Azad de ji bo bibe pêşengek bi hêz û di vegotina vê ji rêhevalên xwe re pêşengî kir. Xeyala hemû gerîlayan bû ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û şer bikin. Rêhevala me Berxwedan ji bo hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker û dagirker bipirse û tecrubeyên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dest xistiye bi îradeyek mezin û bi biryardariyeke mezin ji bo tolhildana şehîdên me diçe Bakurê Kurdistanê. Di dema mana xwe ya li Bakurê Kurdistanê de bi tempoya xwe ya bilind û bi şêwazê xebata xwe ya bi biryar di demeke kurt de serkeftinên girîng bi dest xist û di vê wateyê de di têkoşîna azadiya gelê me de bû fermandara pêşeng a YJA Starê.

DIJWAR CIZRE

Rêhevalê me Dijwar di nava malbateke welatparêz de li serhildana bajarê Cizîrê ji dayik bû. Kesayetiya rêhevalê me Dijwar ku li Cizîrê ji dayik bûye û mezin bûye, bi awayekî xwezayî bi çanda welatparêziyê mezin bûye. Rêhevalê me Dijwar bi bandora têkoşîna Rêbertiya me û hevalên me yên şehîd, ji ciwaniya xwe ve dest bi xebatê kiriye. Pêşî di nava xebatên ciwanan de cih girt û bi hêza xwe ya enerjîk di demeke kurt de di vî karî de bû pêşeng. Rêhevalê me Dijwar ku di nedihişt dijmin dakevin nava kolanên Cizîrê, roleke girîng lîst, bi hevrêyên xwe re dest bi danîna bingehên berxwedana xwerêveberiyê kir. Pişt re ji ber ku têkoşîna xwe têr nedît, ji bo têkoşîneke hîn aktîftir û bi fêdetir berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de li herêma Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Her çiqas dema tevlî bû PKK heta bi hinek pîvanan nas kiribe jî, beşdariya wî bi piranî li ser bingeheke hestiyar bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di bin bandora jiyana komînal, kolektîf a Partiya me ya ku civakbûyîn derdixist holê, di demeke kin de bi ser ket û di demeke kin de şêwaza jiyana pergala kapîtalîst a ku civak ji hev belav dikir nas kir. Rêhevalê me Dijwar ku bi helwesta xwe ya leşkerî ya tûj gerîlayekî mînak e, ji bo xwe hîn bêhtir pêşde bibe giranî daye perwerdeyên bîrdozî. Dizane ku bêyî fêmkirina felsefeya Rêbertiyê nikare bibe xwedî jiyanek rast. Ji bo vê jî li ser esasê parêznameyên Rêbertî xwe perwerde kir û ji bo bibe pêşengê Apoyî kedeke mezin da. Rêhevalê me Dijwar li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat kiriye û di her xebata ku tê de cih girtiye bi şêwaza xebata xwe ya bi disîplîn bawerî daye hevalên xwe. Di çarçoveya ji nû ve avakirina gerîla de xwe bi şêwazê gerîlatiya serdema nû ava kir. Rêhevalê me Dijwar ê ku di perwerdeyên ku dîtî de hewl da ku bersiva Rêbertiya me, şehîdên me û daxwazên azadiyê yên gelê me bide, difikire ku ev yek herî baş dikare li Bakurê Kurdistanê pêş bixe. Rêhevalê me Dijwar ku xwest biçe Bakurê Kurdistanê û hesabê komkujiyên ku dijmin di berxwedana xwerêveberiyê de li ser gelê me pêk anîbû bipirse, gihişt vê armancê û weke şervanê azadî vegeriya axa Botanê ya ku lê ji dayik bû. Rêhevalê me Dijwar ku di tevlîbûna xwe de bi rastî û kesayetiya xwe ya cewherî hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest xist, wê her tim bibe pêşengên me.

Rêhevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar ku di têkoşîna azadiya gelê me de têkoşîneke bênavber dimeşandin, di vê dema ku em di qonaxên herî krîtîk ên azadiya gelê xwe re derbas dibûn, li Bakurê Kurdistanê bi gerîllatiyê erkên xwe bi rêk û pêk anîn. cih. Di serî de ji malbatên hêja yên her sê rêhevalên xwe, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, yên di têkoşîna xwe ya destanî de şehîd bûne û bûne endamên PKK’ê, dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Bê dengî tê wateye şirîkatiya sûc

Nivîsa Pêş

Gerîla li Zapê li dagirkeran da – 8 leşkerên dagiker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne

Gerîla li Zapê li dagirkeran da - 8 leşkerên dagiker hatin ceza kirin

Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê peyamek pîrozbahiyê ji gerîlayan re şand

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Bremenê ji bo Meşa Kolnê pankart vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.