Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Gerîla li Zapê li dagirkeran da – 15 dagirker hatin ceza kirin

Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi her cure çekên kîmyewî, bomberdûmanên hewayî û bejayî, berxwedana gerîla bênavber didome. Di çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 1 pergala kameraya mobesse û 2 dron hatin derbkirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
22/05/2022 - 15:35
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN: Gerîla li Zapê li dagirkeran da – 15 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Berxwedana bi heybet û çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bênavber dewam dikin. Bi rexmê ku artêşa Tirk a dagirker 38 caran bi çekên kîmyewî, 56 caran bi balafirên şer û bi sedan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombebaran kiribe jî, ti encamek bi dest nexist. Di çalakiyên bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê hatin lidarxistin de 15 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, 1 pergala kameraya mobesse û 2 dron hatin derbkirin.

Agahiyên derbarê çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

LI HERÊMA ZAPÊ;

18’ê Gulanê danê nîvro, dagirkerên li herêma Kurojahro bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Hedefên ku di vê çalakiyê de hatine destnîşankirin bi awayekî serkeftî li wan hatiye xistin.

20’ê Gulanê saet 18:40’an de, dagirkerên ku dixwestin xwe li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve hedef hatin girtin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 1 pergala kameraya mobesse jî hate derbkirin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker şeva 21’ê Gulanê bi helîkopterên êrîşê herêm bi dijwarî bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe rakirin.

21’ê Gulanê saet 16:15’an artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi teqemeniyan bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hate xisin. Li wir 2 dagirker hatin cezakirin.

Roja 21’ê Gulanê di saet 16:30’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di nava tevgerê de bûn, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin hedefgirtin û ji nêz ve li wan hatiye xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Roja 21’ê Gulanê saet 11:50’î dronek ku li ser çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro digeriya ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

21’ê Gulanê danê nîvro çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştî bombebaranê di saet 15:30’an de komeke dagirker bi kincên parastina li hember kîmyewî xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Dema ku dagirkerên ku qedemeyek bi paşde vekişiyan, xwestin careke din bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi bombe û çekên ferdî bi awayekî bandor li wan hate xistin. Heman rojê saet 17:25’an de dagirker careke din bûne hedef û ji nêz ve li wan hat xistin. Di encama van rêze çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

20’ê Gulanê saet 22:30’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

Roja 21’ê Gulanê saet 19:20’an droneke teqemenî lê barkirî ya ku li herêma Şikefta Birîndara digeriya ji aliyê hêzên me ve hatiye derbkirin.

21’ê Gulanê bi şev helîkopterên êrîşê ku xwestin herêmên Şikefta Birîndara, Karker û Çemço bombe bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di 21’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûmanên bi rengên cuda derdixin çeperên şer ên Şehîd Hewrê, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn, Şehîd Tolhildan, Şikefta Birîndara û Çiyareş bombe kirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Agahiyên derbarê êrîşan wiha ne:

Di 20 û 21’ê Gulanê de balafirên keşfê yên bêdeng û biçûk li ser herêmên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bihar û gundên Kanê, Sergelê, Dêreşê, Guherzê, Berçiya û Mijê yên navçeya Amediyê geriyane. Ev tevger hê jî didome.

Di 21’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Rûbar, Girê Cûdî, Girê Şehîd Kendal, Girê Şehîd Yunus, Girê Şehîd Leşker, Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Mamreş, Çiyareş, Şehîd Dunya, Çemço û Rênçbir Axa yên herêma Zapê, bi obus û helîkopterên êrîşê û 36 caran bi balafirên şer ve hatine bombekirin.

Di 21’ê Gulanê de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel û Girê Ortê yên herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 13 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 21’ê Gulanê de quntarên Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê bi obusên ji qereqolên li ser xeta sînor hatine avêtin û 7 caran jî bi balafirên şer ve hatiye bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê li Hesekê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Nivîsa Pêş

Gelê Amûdê li dijî dagirkeriyê li qadan e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gelê Amûdê li dijî dagirkeriyê li qadan e

Gelê Amûdê li dijî dagirkeriyê li qadan e

Ciwanên Dîlokê dîl girtina ciwanên Amedê protesto kirin: Ciwan li vir li berxwe didin

Ciwanên Dîlokê dîl girtina ciwanên Amedê protesto kirin: Ciwan li vir li berxwe didin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.