Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Dîsa dagirkeran derb ji gerîla xwarin – 13 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakî lidar xistin. Di encamê de 13 dagirker hatin cezakirin, yek birîndar bû. Çeperek hate rûxandin, derb li droneyekê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
09/05/2022 - 18:06
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dîsa dagirkeran derb ji gerîla xwarin – 13 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakiyên xurt li dijî dagirkeran lidar xistin. Di encama çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, çeperek hate rûxandin û derb li droneyekê hate xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

8’ê Gulanê saet di 13:45 û 15:20’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin. Heman rojê saet di 14:40’î de jî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

LI HERÊMA ZAPÊ;

8’ê Gulanê saet di 10:00 de li hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro xistin. Heman rojê saet di 15:00 de li girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro çepereke dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi temamî hate rûxandin û 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

8’ê Gulanê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî lidar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li çepereke dagirkeran xistin û îmha kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî bi sûîqestê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir. Di heman demê de hêzên me li droneyekê xistin ku li ser qadê digeriya. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, derb li droneyekê hate xistin.

8’ê Gulanê saet di navbera 22:00-22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku dixwest bombeyan li çeperên şer bibarînin. Di encama vê destwerdanê de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin. Heman saetê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û di encamê de neçar man ji qadê biçin.

LI HERÊMA XAKURKÊ;

6’ê Gulanê saet di 16:20’î de li Girê Şehîd Derwêş, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û derbên serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

BOMBARDÛMAN DEWAM DIKE

Bombardûmana artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

8’ê Gulanê li herêma Xakurkê li quntara çiyayê Şekîfê, dewleta Tirk bi obus û hawanan bombe li xelkê herêmê barand ku pincar kom dikir. Ji ber vê bombardûmanê ji xelkê herêmê kesek birîndar bû. Bombardûmana li ser vê qadê dewam dike.

8’ê Gulanê li herêma Zapê, qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin. Qadên Griê Amediyê, Girê Cûdî, Karker, Saca û Kurojahro 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. heman rojê saet di navbera 22:00-00:30’î de qadên Çiyareş, Girê Cûdî, Girê Rûbar, Girê Şehîd Dunya, Girê Şehîd Şemdîn, Girê Şehîd Harûn û Girê Şehîd Xelîl bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

7 û 8’ê Gulanê li herêma Avaşînê qada berxwedanê ya Werxelê ji aliyê helîkopterên êrişê û balafirên şer ve hate bombekirin.

8’ê Gulanê saet di 15:00 de qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Besê Hozat: PDK’ê bi salane petrol û gaza Başûr difiroşe Tirkiyeyê

Nivîsa Pêş

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re, ji bo azadiya Rêber Apo bang li gelan kir ku hîn zêdetir çalak bin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re, ji bo azadiya Rêber Apo bang li gelan kir ku hîn zêdetir çalak bin

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re, ji bo azadiya Rêber Apo bang li gelan kir ku hîn zêdetir çalak bin

Jinên Ranyayê li dijî xiyanet û hevkariyê li daketin qadan

Jinên Ranyayê li dijî xiyanet û hevkariyê li daketin qadan

Manşet

  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin
  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.