Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Emîne Şanyaşar: Li vî welatî edalet tune ye

"Ez hemû dayikên edaletxwaz silav dikim. Keça Fadil, gava bavê wê hat girtin 3 mehî bû, niha 4 salî ye. Her cara ku derî vedibe dibêje 'bavê min hat.' Di cejnê de zarokan şekir berhev dikirin lê neviya min ji ber ku bavê wê ne li cem wê bû digiriya." 

Edîtor: Nucan Serdoz
06/05/2022 - 9:22
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Emîne Şanyaşar: Li vî welatî edalet tune ye
ParvekeTweet

RIHA – Emîne Şenyaşar ku dê îsal jî li ber Edliyeya Rihayê Roja Dayikan pêşwazî bike got: “Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e.”

Her sal yekşema dudoyan a meha gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Lê ev roj li Tirkiyeyê bi êş û azaran dibe rojev. Ji dayikên ku vê rojê bi xemgînê pêşwazî dikin yek jê jî Emîne Şenyaşar e ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku ji bo kurê wê Fadil Şenşayar ê ji ber xwe parast hatiye girtin û 38 sal ceza lê hatiye birîn bê berdan, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 424 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, dê îsal jî Roja Dayikan li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike. Dayika Emîne têkildarî Roja Dayikan bi ajansa me re axivî.
Dayika Emîne Şenyaşar, rojên borî yên Roja Dayikan bibîr xist û wiha got: “Berê zarokên min Roja Dayikan pîroz dikirin. Lê ew ji min stendin. Ez pir ji wan razî bûm. Zarokên min li gund baxçeyek danîn, lê bêyî fêkiyên wê bibînin çûn. Ez dixwazim kurê min ê girtî bê berdan. Tenê ne kurê min, ez dixwazim hemû kesên belasebeb hatine girtin bên berdan. Dixwazim vê rojê di nava zarokên xwe û neviyên xwe de pîroz bikim. Dixwazim kurê min Fadil bê destê min maç bike.”
‘HEYA EW BÊ EZ Ê LI VIR BIM’
Şenyaşar, diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar di girtîgehê de û ew jî li ber Edliyaya Rihayê “riziyaye” û wiha domand: “Kurê min belasebeb 4 sal in girtiye. Ez jî 424 roj in li ber edliyeyê li bendê kurê xwe me. Heya ew derê ez ê li vira li bendê bim. 2 kurê min û hevjînê min kuştin. Malbata min belawela kirin.” Şenyaşar, destnîşan kir ku dê tu carî dev ji “edaletê” bernede û wiha pê de çû: “Ez ji bo her kesî doza edaletê dikim. Dayik ji bo zarokên xwe yên girtî doza edaletê dikin. Divê hemû zarok di roja dayikan de destên dayika xwe maçî bikin. Di vê roja dayikan de jî çavê min li rêya Fadilê min e. Me di meha Remezanê de fitariya xwe li ber edliyeyê kir. Me fitariya xwe bi hêviya ku edalet bê kir. Qey wijdanê vê dewletê qet tune ye?”
‘DIYARIYA HERÎ MEZIN’
Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku ji roja Nobeda Edaletê dane destpêkirin heya niha yên herî zêde piştgiriya wan kirine dayikên aştîxwaz û jin in û her cara ku dayik serdana wê dikin hestiyar dibe. Şenyaşar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êşa min êşeke giran e. Xwedê neyne serê tu kesî. Ez bi şev ji bo karibim rakevim dermanan dixwim. Dê li axretê çawa hesabê vê êşê bidin? Li vî welatî edalet tune ye. 4 sal in li benda edaletê me. Êdî bila dayik negirîn. Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e.”
Şenyaşar di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Yê ku dibe sedema giriyê dayikekê bihûştê bi çavên xwe nabîne. Ez her roj digirîm. Malbata min li ber çavên dewletê hat qetilkirin. Di roja dayikan de divê dilê dayikan hênik bikin. Roja dayikan a hemû dayikan pîroz be. Bila edalet pêk bê ji bo hemû dayikan. Ez hemû dayikên edaletxwaz silav dikim. Keça Fadil, gava bavê wê hat girtin 3 mehî bû, niha 4 salî ye. Her cara ku derî vedibe dibêje ‘bavê min hat.’ Di cejnê de zarokan şekir berhev dikirin lê neviya min ji ber ku bavê wê ne li cem wê bû digiriya.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Emperyalîst wê negihêjin armanca xwe, ji ber ku sekna Rêber Apo raber kiriye seknek dîrokî ye, gelê kurd jî bi vê seknê şiyar bûye

Nivîsa Pêş

Îro kure siba bave – Hêzên dagirker ne tenê madî bi binketin, aliyê ramyarî de jî bi binketin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Îro kure siba bave – Hêzên dagirker ne tenê madî bi binketin, aliyê ramyarî de jî bi binketin

Îro kure siba bave - Hêzên dagirker ne tenê madî bi binketin, aliyê ramyarî de jî bi binketin

Zarokên Agir bîlançoya meha Nîsanê parve kir – 57 şewat pêkhatiye

Zarokên Agir bîlançoya meha Nîsanê parve kir - 57 şewat pêkhatiye

Manşet

  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.