Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Em ê berxwedêriya zindanê bilindtir bikin û di serketina sala 2022’an de hebin

"Ji bo têkbirina van êrişên ku bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî tên kirin, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serketin wê teqez misoger bibe."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/04/2022 - 11:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Koma 2’emîn dest bi girêva birçîbûnê kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî em hewl didin bûyeran ji nêz ve bişopînin. Li gorî agahiyên kêm ên gihîştine ber destê me, dewleta Tirk bi çekên şer ên berfireh û komplîke li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîna êrişên beriya niha di vê êrişê de jî dewleta Tirk bi rêya têkiliyên xwe yên kûr ên bi PDK’ê re hewl dide PDK’ê tevlî vî şerî bike û hate gotin, “PDK bi asta heyî ya xiyaneta xwe re teslîmî dewleta Tirk bûye, welê lê hatiye ku her gotina wê dike. Mînaka herî şênber a vê yekê ew e ku çend roj beriya êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Serokwezîrê Federe yê Kurd Mesrûr Barzanî li Dolmabahçeyê bi Erdogan re rûnişt, ku wêneyê di wê hevdîtinê de her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev wêne mînaka şênber a hevkarî, koletî û teslîmbûna xanedaniya Barzanî ye. Xanedaniya Barzanî veguheriye rewşeke welê ku ti derdê xwe yê Kurdîtiyê nemaye, berjewendiyên xwe yên malbatî di ser her tiştî re dibîne, zêdeyî 30 sal in Başûrê Kurdistanê şêlandiye, nirxên madî yên gel kontrol kiriye, li welatên DYE, Tirkiye û welatên cuda pere stok kiriye û bi vî rengî bûye çeteyeke diziyê. Tebeqeya jorîn a xanedaniya Barzanî ji bo karibe xenîmetên xwe biparêzin dikarin her tiştî bikin. Yek ji sedemên sereke yên êrişa wan a li dijî Tevgera Azadiyê diziya wan e. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ji ber ku li tevahiya cîhanê û Kurdistanê destketiyên Kurdan diparêze û wan mezin dike, xanedaniya Barzanî êriş dike. Herî kêm bi qadî dewleta Tirk ji PKK’ê, ji Rêber Apo, hêzên azadiyê û ji gelê Kurd ê li her parçeyî ditirse. Lewma sûcên giran kiriye û xiyanetê dike. Çarenûsa vê xanedaniyê û ya Erdogan û AKP’ê bûye yek. Yên ku sûcên wan kifş kirine jî PKK û Serok Apo ye. Sedema esasî ya êrişa bi vî rengî ye.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê destnîşan kirin ku ti eleqeya vê xanedaniyê bi Kurdîtiyê nemaye û got, “Erdogan çiqasî Kurd be, ew jî ewqasî Kurd in. Gelo dikare bê gotin ku Erdogan ‘nirxên Kurdîtiyê diparêze?’ Na. Ew dijminê Kurdîtiyê ye. Ji bo tunekirina nirxên Kurdan dixebite. Bingeha ku bi xanedaniya Barzanî re li ser li hev kirine zemîneke wiha ye.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku rastiya Newrozê ya sala 2022’an, her wiha şervaniya fedaî ya gerîla wê serketinê îsal misoger bike û gotin, “Em ji vê yekê bawer in. Em ê berxwedêriya zindanê li se vê bingehê bilindtir bikin û di serketina sala 2022’an de hebin. Bi baweriya ku sala 2022’an wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe, di serî de gelê Kurdistanê em bang li gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dikin ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibin. Li dijî van êrişên tunekirinê her mirovekî me dikare tiştekî bike. Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha yên ku hêza xwe hene divê li qadan, li kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî. Yên ku hêza xwe têra vî tiştî nake dikarin li gorî baweriya xwe dua bikin û serketinê bixwazin. Ji bo têkbirina van êrişên ku bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî tên kirin, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serketin wê teqez misoger bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Serketin wê ya gerîlayên ku bi fedaî şer dikin û gelê me yê li ber xwe dide, be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji ciwanên Şengalê daxuyanî: Em ji bo Kurdistanek serbixwe, Êzidxanek Xweser û Iraqek demokratîk, şer bikin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger li Qamışlo li dijî dagirkeriyê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger li Qamışlo li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên Şoreşger li Qamışlo li dijî dagirkeriyê meşiyan

Gerîlaya YJA Starê Nûşîn Botan: Gel û gerîla bibe yek wê dijmin têk biçe

Gerîlaya YJA Starê Nûşîn Botan: Gel û gerîla bibe yek wê dijmin têk biçe

Manşet

  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.