Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Ev helwesta xiyanetkar a PDK’ê bi tu awayî ji aliyê gelê Kurd ve divê nayê qebûl kirin

"Çawa ku li Kobanê, di sala 2014’an de li hemberî êrişên dewlata Tirk û çeteyên wê gelê Kurd û jinên Kurd bêyî serketinê tu bijarte nas nekirin û erka parastinê wekî nirxa sereke ya jiyana bi rûmet hilbijartin, vê yekê serketinekî dîrokî bi xwe re anî. Di vê dema dîrokî de wekî gel, jin û ciwan Kurdistanê li dijî dagirkeriyê em rabin serhildanê û faşîzmê hilweşînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/04/2022 - 14:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: DAIŞ a esasî hikumeta Erdogan e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, her wiha rê û rêbazên têkoşîna civakî yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi hişmendiya Osmaniya nû li ser esasê dagirkirina tevahiya Kurdistanê ji her alî ve êriş dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dijminahiyekî bê hed û hesap li dijî hebûna Kurdê azad di nav şerekî topyekûn de ye. Siyaseta li ser esasê tinekirin û bê îradekirina Kurd azad hedefa sereke ya dewleta Tirk e. Bi vê zihniyeta tineker bi awayekî pir alî li hemberî gelê me di nav şer û êrişan de ye. Ev şer dewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me ye. Dewama plana bi gelê me çûng bidin danînê ye. AKP-MHP’ê hebûna desthilata xwe li ser vê armancê didomînin. Êrişa 17’ê Nîsanê domandina vê planê ye.

‘GERÎLA HÊZA PÊŞENG A TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE, LEWMA ÊRIŞ LI SER TÊ KIRIN’

Faşîzma AKP-MHP’ê bi salane li ser zihniyeta qirkirinê li dijî gel, tevgera me û jinan pêşdixîne êdî tu sînoran nas nake. Êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bihara 2019’an de li Xakûrkê destpê kir, li Haftenîn, Garê, Metîna, Zap û Zagrosê dewam kir. Bi êrişa 17’ê Nîsanê re ev plana dagirkeriyê dewam dike. Ji ber gerîla li ber xwe dide, parastina destketiyên Kurdistanê dike, hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ye, lewma tê hedefgirtin.

‘HELWESTA GELÊ ME Û JINAN A LI DIJÎ XIYANET Û DAGIKERIYÊ DI ASTEKE ERÊNÎ DE YE, DIVÊ BÊ XURTKIRIN’

PDK’ê ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe yê malbatî û eşîrî, bi her awayî pêşî li hêzên dagirker vedike. Hem rê dide dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û hem jî hemû derfet û dewlemeniyên xaka Kurdistanê pêşkêş dike. Êdî xiyanet û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a faşîst ku hebûna xwe dispêre tinekirina gelê Kurd eşkere bûye. Eger PDK’ê bi piştgirî û tevlîbûna xwe di vê planê de cîh negirtiba wê dewleta Tirk nikarîbûye ewqasî dagirkeriya xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh kiriba. Ev helwesta xiyanetkar a PDK’ê bi tu awayî ji aliyê gelê Kurd ve divê nayê qebûl kirin. Bertek û helwesta gelê me û jinan a li hember xiyanet û dagirkeriyê di asteke erênî derket pêş. Ji îro û pê ve divê ew helwest hîn şênber û bi awayekî çalak werê nîşandan.

‘ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ JI FERMANA BI DESTÊ DAÎŞ’Ê NE QUT E’

Bi rasthatina cejna Carşema Serê Nîsanê re bi êrişên li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê re hem wext li hemberî hêzên parastina Şengalê êrişa artêşa Iraqê ne ji xwe ber û rast hatiye. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana ku li ser Şengalê nekarîn temam bikin, niha dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê û Iraqê dixwaze pêk bîne. Dewleta Iraqê û PDK’ê di sala 2014’an de civaka Êzîdî neparastin û di nava fermanê de hiştin. Gelê Êzîdî ku bi hêza xwe, xwe diparêze, di rojên xwe yên herî pîroz de rastî êrişên dewleta Tirk, PDK û artêşa Iraqê tên. Ev yek eşkere dike ku planên li hemberî hebûna gelê Êzîdî ji fermana bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat ne qute. Fermana 2014’an ji aliyê gelek sazî û dewletan ve weke jenosîdê hate kabûlkirin û wekî rûreşiyekê di dîroka Iraqê de cihgirt, divê îro ev rûreşî careke din neyê dubarekirin. Eger dewlet, sazî û derdorên ku êrişa 2014’a wakî komkujî pênase dikin, ji dil bin wê demê pêwîste helwestek zelal nîşan bidin.

‘ÊRIŞ NE JI RÊZÊ NE, BERXWEDAN JÎ DIVÊ NE JI RÊZÊ BE’

Em wekî gel û tevgera azadiyê di demeke pir dijwar a têkoşînê de ne. Li ser destketiyên têkoşîna me hesabên qirêj têne kirin. Eger pêşî li van hesab û plangeriyên qirêj neyê girtin wekî gelê Kurd em ê bi xeteriyên dîrokî re rû bi rû bên. Li hemberî van êriş û şerê qirkirinê ji her demê zêdetir pêwîstî bi bilindkirina têkoşîn û firehkirina eniya berxwedanê heye. Êrişên hem wext û pir alî ne ji rêzê ne. Helwest û berxwedana li dijî vê yekê jî lazim e ne ji rêzê be.

‘ERKA PARASTINA WELAT YA HER FERDEKÎ KURD E’

Gerîlayên azadiya Kurdistanê îro bi rihê Apoyî nirxên gelê me û xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêze. Erka parastina welat erka her ferdekî Kurd e. Li ser vî esasî ji heft heta heftê salî, jin, ciwan hemû gelê me li her deverê têkeve nava têkoşînê. Tirsa faşîzmê ya herî mezin ji gelê rêxistinî, berxwerdêr û xwedî hêza parastinê ye. Lewma bi çavsorî êrişî van hersê rastiyan dike. Ji bo tirsa faşîzma AKP-MHP mezintir bibe û têk biçe, li Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat, Şengal, Mexmûr û hemû deverên Kurd lê ne divê bi rihê seferberiyê her qad vegere berxwedanek topyekûn. Çawa ku di dîrokê de li dijî zilmê xeta berxwedanê ya gelan bi ser ket, wê teqez berxwedana gelê me ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst û qirker bi ser bikeve.

‘LI DORA BERXWEDANA GERÎLA BIBIN XELEK’

Li ser vî bingehî divê di serî de gel me, jin û ciwanên Kurd, dostên gelê me li dora berxwedana gerîla bibin xelek. Li hemberî şerê tinekirin û qirkirinê, dem dema mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî û misogerkirina hebûnê xwe ye. Berxwedana gerîla bi têkoşîna topyekûn ya civakî wê bi serbikeve. Çawa ku li Kobanê, di sala 2014’an de li hemberî êrişên dewlata Tirk û çeteyên wê gelê Kurd û jinên Kurd bêyî serketinê tu bijarte nas nekirin û erka parastinê wekî nirxa sereke ya jiyana bi rûmet hilbijartin, vê yekê serketinekî dîrokî bi xwe re anî. Di vê dema dîrokî de wekî gel, jin û ciwan Kurdistanê li dijî dagirkeriyê em rabin serhildanê û faşîzmê hilweşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mesrûr Berzanî li Brîtanyayê hêk xwar – Ciwanan hevkariya Berzanî protesto kirin!

Nivîsa Pêş

Dewleta Faşîst dixwazê dîlên azadiyê bikuje – Xwê û lîmon jî nadin girtiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê ya 4 girtiyan di roja 10’êmîn de ye

Dewleta Faşîst dixwazê dîlên azadiyê bikuje - Xwê û lîmon jî nadin girtiyan

HPG’ê nasnameya 3 şehîdân ragihand

HPG'ê nasnameya 3 şehîdân ragihand

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.