Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Divê ev têkoşîn bi Kurdistanê re sînordar nemîne

"Ev êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ne tenê li dijî tevgera me ya azadiyê û gerîlayên wê yên fedaî ne. Ev êriş ew êriş e ku dewleta Tirk dixwaze li Bakurê Kurdistanê îradeyê bişikîne, polîtîkaya qirkirinê mezin bike û dema ku konjonkturê dest da hingî destketiyên li Başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê rabike."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/04/2022 - 10:42
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Her cara ku rayedarên PDK’ê diçin Tirkiyeyê, dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi êrişê dike. Lewma tesadûfî nîne ku piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Tayyîp Erdogan û Şêwirmendê MÎT’ê re, dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi piştgiriya PDK’ê dixwze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike.

Gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye ji PDK’ê dixwaze dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk berde, lê belê PDK hîn bêhtir xwe dike parçeyek ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Bi vî rengî li şûna ku guh bide dengê gelê Kurd, daxwaza dewleta Tirk bi cih tîne. Ev yek jî gelê Kurd û dostên gelê Kurd aciz dike, hêrs dike.

PDK ji bo têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre hîn jî amûrên propagandayê bi kar tîne, lê belê pratîka heyî radixe pêş çavan ku êriş bi planeke hevpar têne kirin. Dewleta Tirk ji qadên ku PDK lê serwer e êrişî qadên gerîla dike ku ev yek jî vê rastiyê nîşan dide.

Bêyî ku PDK temînata ewlehiyê nede, nepêkane ku hêzên leşkerî yên faşîzma AKP-MHP’ê ji Bamernî, Amediyê, Dêrelok û Şêladizê êrişî gerîla bikin. PDK destûrê dide artêşa Tirk ku ji van deveran êriş bike û bi vî rengî piştgiriyê dide hewldana ji bo dorpêçkirina gerîla. Wekî din, li gelek deveran bi êrişên dewleta Tirk re hemwext, hêzên leşkerî yên taybet ên PDK’ê jî ketin nava liv û tevgerê. Hewl didin ku qadên gerîla dorpêç bikin, têkiliya navbera hêzên gerîla bibirin, li hin qadên gerîla bi cih bibin û bi vî rengî bikin ku dewleta Tirk encamê bi dest bixe. Ev rastî ji aliyê tevahiya gelê Kurd, xelkê me yê ku têkiliya xwe bi PDK’ê re heye û derdorên siyasî ve tê dîtin. Ji ber ku PDK bi vê polîtîkaya xwe ji bo dema navîn û dema dirêj, dibe şirîkê rewşa neyînî ya ku zerarê dide gelê Kurdistanê.

DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RABE SER PIYAN Û WEZÎFEYA XWE YA WELATPARÊZIYÊ YA DÎROKÎ BI CIH BÎNE

Ev êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ne tenê li dijî tevgera me ya azadiyê û gerîlayên wê yên fedaî ne. Ev êriş ew êriş e ku dewleta Tirk dixwaze li Bakurê Kurdistanê îradeyê bişikîne, polîtîkaya qirkirinê mezin bike û dema ku konjonkturê dest da hingî destketiyên li Başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê rabike. Rayedarên dewleta Tirk ji xwe her gavê vê armanca xwe tînin ziman. Eger ev gotin tenê weke gotinên ji bo polîtîkaya navxweyî bê nirxandin, ev yek wê encamên giran bi xwe re bîne û bibe xefleteke dîrokî. Ji xwe armanca dewleta Tirk a ji van êrişan ew e ku qadên stratejîk ên li ser cografya Kurdistanê serwer in bi dest bixe.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, divê tevahiya gelê Kurdistanê, saziyên demokratîk û hêzên siyasî hemû li dijî van êrişan rabin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li seranserê Kurdistanê serwer be û Kurdistanê bike qade ji bo belavbûna netewebûna Tirk. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî êrişa 2008’an a li ser Zapê li Bamernî, Kadîşe, Amediyê, Dêrelok û Şêladizê rabû ser piya û rê neda liv û tevgera artêşa Tirk a li vê qadê, bi vî rengî tevkariyeke girîng li têkçûna artêşa Tirk a li Zapê kir. Îro jî divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li van qadan rabe ser piyan û wezîfeya xwe ya welatparêziyê ya dîrokî bi cih bîne.

LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIVÊ GELÊ ME HELWESTEKE WELÊ NÎŞAN BIDE KU BI BERXWEDANA GERÎLA RE BIBE YEK

Bêguman çawa ku gerîla 40 salan têkoşiya, çawa ku sala 2021’ê derseke dîrokî da artêşa Tirk wê li hemberî vê êrişê jî şerekî mezin bike. Keç û xortên gelê Kurd, ewladên vî gelî wê li dijî armancên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe bidin. Lê belê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê bê misogerkirin, divê ev êrişên dewleta Tirk bên şikandin ku di dijminatiya li Kurdan de serkêşiyê dike. Ji bo vê jî divê li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me helweesteke welê nîşan bide ku bi berxwedana gerîla re bibe yek.

DIVÊ EM LI HER DERÊ ŞER BIKIN

Bêguman eger dewleta Tirk dibêje ku li ku dibe bila bibe ez ê êrişî destketiyên Kurdan bikim; divê em jî li her derê li dijî dewleta Tirk têbikoşin, bi ser her avahiya mêtinger qirker ve biçin. Eger dewleta Tirk şer tenê li cihekî nameşîne, divê em jî li her derê şer bikin.

DIVÊ GELÊN EWROPA Û DYE’YÊ LI BER TÊKILIYÊN QIRÊJ ÊN HIKUMETÊN XWE YÊN BI TIRKIYEYÊ RE RABIN

Dewleta Tirk destûra ji bo van êrişan ji Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) werdigire. Dewleta Tirk demên dawî hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi Ewropa û DYE’yê re, di encama bazara li ser Kurdan de bi pêş ve bibe. Destûra DYE û Ewropayê ya li van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dide ku çima li pêşberî van êrişan bêdeng dimînin. Li Ûkraynayê li ber dagirkeriyê radibin, lê belê destûrê didin êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ku ev yek bi gotina herî sivik durûtî ye. Eger di mijara dagirkeriya li Ûkraynayê de ji dil bin, divê tavilê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. Divê bixwazin ku ji herêmên dagirkirî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava xwe vekişînin. Eger vê helwestê nîşan nedin, hingî wê bibin şirîkê polîtîkaya qirker û dijminatiya li Kurdan a dewleta Tirk ku çekên kîmyewî û gazên qedexekirî di êrişan de bi kar tîne.

Dewleta Tirk dewleta herî dagirker, herî qirker û herî zalim a dîrokê ye, lê li gel vê rastiya xwe jî di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de xwe weke hawariyê aştiyê nîşan dide û hewl dide cîhanê bixapîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xwe bêguneh nîşan dide û ji aliyekî ve hewl dide sûdê ji vî şerî werbigire, li aliyê din jî bi vî rûyê xwe hewl dide êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê binixumîne.

Hêzên mîna DYE û Ewropa, dema ku li cihekî cuda dagirkerî dibe, gazên qedexekirî têne bikaranîn û mirov ji warê xwe têne koçberkirin van weke sûc û qirkirinê dibînin, lê belê dema ku êriş li ser Kurdan tê kirin, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî ji nedîtî ve tên. Lewma mebesta wan ji berjewendiyên siyasî tê wateya jinedîtîhatina zilm û qirkirina gelan.

Ji ber vê yekê divê gelên li Ewropayê, hêzên demokratîk, gelê DYE’yê û hêzên wê yên demokratîk vê rastiyê bibînin û li ber têkiliyên qirêj ên hikumetên xwe yên bi dewleta Tirk rabin.

JI BER KU AXA WÊ PÊŞKÊŞÎ TIRKIYEYÊ TÊ KIRIN DIVÊ GELÊ IRAQÊ HESAP BIPIRSIN

Dewleta Iraqê jî berpirsê van êrişan e. Ji dêvila ku divê li hemberî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê derkeve, êrişî civaka Êzidî ya mazlûm dike, ev jî diyar dike ku Iraq bûye hêsîrê ber destê Tirkiye û PDK’ê. Şefê faşîst ê dewleta Tirk Tayyip Erdogan dibêje em li Başûrê Kurdistanê li ser vê derê serwer in, ev der di bin kontrola me de ye. Wisa xuya dike ku Iraq û PDK’ê, qadên Rêkanî û Nêrvehî jî tê de qadeke berfireh pêşkêşî Tirkiyeyê kirine û firotine. Divê gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê hesap bipirsin ku çima ev ax pêşkêşî Tirkiyeyê hatiye kirin.

LI HER DERÊ DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WERE GEŞKIRIN

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê plansaziya êriş û dagirkeriyeke gelekî berfireh kirine. Bi vê êrişê re hemû destketiyên gelê Kurd kirine hedef, ji bo dema nêz jî dixwazin hilbijartinê bikin û dîsa bibin desthilatdar. Bi vî awayî li gorî hesabê wan ew ê Kurdan qir bikin û bigihêjin armanca xwe.

Divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd şev û roj li her derê rabin ser xwe û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê geş bikin. Divê ev têkoşîn bi Kurdistanê re sînordar nemîne, divê gelên cîran, gelên dinyayê û tevî hêzên demokrasiyê vê têkoşînê geş bikin.

Bi têkoşîna yekpare û hevkar a gerîla û gelê Kurd wê ev êriş were şikandin. Wê deriyên Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk heta dawiyê vebe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Iraqê dîsa êrîş kir – Li Şengalê şerê giran didome!

Nivîsa Pêş

Duran Kalkan: Eger PDK jî bi rengekî çalak tevlî şer bibe, wê li Başûr jî belav bibe

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kalkan: “Li dijî êrîşkariya faşîst a topyekûn, berxwedana topyekûn!”

Duran Kalkan: Eger PDK jî bi rengekî çalak tevlî şer bibe, wê li Başûr jî belav bibe

Li Îzmîrê 4 kes hatin binçav kirin

Li Antalyayê 4 kes rehîn hatin girtin

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.