Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ev lîstoka Kurdî dê Dewletê hilweşîne – Walî û dadgaha faşîst wisa dibêje!

Dadgeha 2’yemîn a Îdarî ya Rihayê piştî 14 mehan derbarê doza betalkirinê de biryara xwe da. Dadgehê di biryara xwe de îdîa kir ku koma bi navê Teatra Jiyan Nû girêdayî Navenda Çand a Mezopotamyayê ye NÇM jî bi PKK’ê re di nav têkiliyê de ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/04/2022 - 14:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ev lîstoka Kurdî dê Dewletê hilweşîne – Walî û dadgaha faşîst wisa dibêje!
ParvekeTweet

RIHA – Walîtiya Rihayê lîstika şanoya kurdî qedexe kiribû, ji ber vê qedexeyê doz hatibû bekirin lê dagehê bi hinceta maf û pêywira walîtiyê heye ku ji bo domdariya dewletê bi kar bîne û biryara doz vekirinê qebûl nekir.

Di 14’ê Mijdara 2020’an de dê ji aliyê Baroya Rihayê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ve lîstika şanoyê ya kurdî ya Teatra Jiyana Nû “Bêrû Klakson Borizan Girt” bihata pêşandan. Lê belê Walîtiya Rihayê bi biryareke kêfî di 13’ê Mijdara 2020’an de li navenda bajêr û navçeyên wê lîstik qedexe kir. Parêzeran Alî Arslan û Hîdayet Enmek ji bo “Biryara qedexeyê bê rakirin” seril li Walîtiya Rihayê da. Walîtiyê jî bi hinceta “Dê tiştek neyê kirin” ev serldana parêzeran red kir.

VEGUHEZTÎ DADGEHÊ

Piştî biryara red a Walîtiyê parêzeran ji bo betalkirina vê biryarê di 12’ê Sibata 2021’an de serî serî li Dadgeha Îdarî ya Rihayê dan û doz vekirin. Parêzeran di serlêdana xwe xwe destnîşan kirin ku ev lîstik bi Tirkî li gelek bajarên Tirkiyeyê derket ser dike û hat lîstin, ev qedexeya ji bo lîstika Kurdî li derveyî nirxên civakî yên demokratîk û hukmên Makeqanûnê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha parêzeran di serlêdana xwe de diyar kiribûn ku ev lîstik bi salan e li gelek caran hatiye lîstin, tenê ji ber bi Kurdî ye hatiye qedexekirin û ev jî li dijî rêgeza wekvîtiyê ye, ji ber van sedeman xwestin ku ev biryar bê betalkirin.

‘JI BO DOMDARIYA DEWLETÊ…’

Dadgeha 2’yemîn a Îdarî ya Rihayê piştî 14 mehan derbarê doza betalkirinê de biryara xwe da. Dadgehê di biryara xwe de îdîa kir ku koma bi navê Teatra Jiyan Nû girêdayî Navenda Çand a Mezopotamyayê ye NÇM jî bi PKK’ê re di nav têkiliyê de ye. Dadgeh, berpêş dike ku têkoşîna li dijî “terorê” ewlehiya mîlî û ji bo pêkanîna domdariya dewletê pêywira rêveberiya îdarî ya xizmata cemaweriyê ye, ji ber vê hesasiyeyê biryara pêwirdayînê hatiye fireh kirin. Dageh bi berdewamî îdia dike bi qedexeya vê lîstikê pêşî li piştgiriya “terorê” hatiye girtin. Li ser vê bingehê dadgeh aşkera dike ku biryara Walîtiya Rihayê ya ji bo qedexeya koma Teatra Jiyana Nû ya lîstika “”Berû Klakson Borizan Girt” a ji bo navend û navçeyên Rihayê di cih de ye, ne li derveyî qanûnî ye û doza ku di vî warî de ji aliyê parêzeran hatiye vekirin red dike.
Parêzer ji bo biryarê îstinaf bikin dê bibin Dadgeha Îdarî ya Edliye ya Herêmê.

‘DIJBERÎ KURDÎ YE’

Parêzer Hîdayet Enmek têkildarî biryara dadgehê ya qedexeya lîstika şoanoyê de axivî û diyar kir ku ev tê wateya qedexikirina çand û zimanê kurdî. Enmek ev tişt anî ziman: “Ev yek ji polîtîkayên pişaftinê yên li ser nasname, çand û zimanê kurdî cudatir mirov nikare bifikire. Ev pêkanînên li ser gelê kurd ku tê kirin li dijî birayarên Peynama Mafên Mirovan a Ewropa û rêgezên huqûqî yên gerdûnî ye.”

Enmek destnîşan kir ku ev biryara dadgehê ku daye çawa dibe ku lîstika şanoyê zirarê bide hebûna dewletê û ev tişt anî ziman: “Em di fêhmkirinê de zehmetiya dikişinin. Lê me careke din dît ku ev biryar ji polîtîkayên li dijî Kurdan û zimanê Kurdî ne serbi xwe ye. Me careke din dît ku dadgeh û daraz jî ji van polîtîkayan ne serbixwe ye. Di vir de pirsgirên ne ew lîstika ku ji aliyê Dario Fo yê Îtalî ve hatiye nivîsandin, ji ber ku bi Kurdî tê lîstin e.”

‘PIRSGIRÊK NE LÎSTIK E’

Parêzer Alî Arslan jî helwesta dadgehê nirxand û diyar kir ku ev biryar ew rêgeza huqûqa gerdûnî bi de aliyekî, gelekî dûrî standardên hiqûqa herî kêm e. Arslan destnîşan kir ku ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha polîtîkayeke pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî tê meşandin heye. Araslan diyar kir ku dadgehê di hinceta reda birayar xwe de koma Teatra Jiyana Nû bi NÇM’ê û NÇM’ê jî bi PKK’ê ve gire dide û wiha got: “Ji ber vê yekê hinceta redkirinê ne ji ber naveroka lîstika şanoyê ye, ji ber zimanê ku lîstika şanoyê pê derdikeve ser dikê ye. Mirov dikare bêje ev biryar gotinên Suleyman Soylu ên ‘Bikin dê hiqûq li pêy me bê’ piştrast dike.”

ÇI BÛBÛ?

Teatra Jiyana Nû dê di 13’ê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya piştgiriya projeya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku di dema pandemiyê de dê li Sahneya Gazîosmanpaşa derketa ser dike. Lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê beriya ku lîstik bê pêşandan bi çend saetan bi hinceta ku “Dibe ku cemaweriy aciz bike” qedexe kir. Alîgirê Wezîrê Karê Hundir Îsmaîl Çatakli jî ji bo lîstika ku ji aliyê nivîskarê îtalî Dario Fo nivîsiye gotibû “Propagandaya PKK’ê”. Walîtiya Stenbolê jî aşkera kiribû ku ji ber lîstikvanan “Propagandaya PKK’ê” kiriye derbarê wan de lêqirsîn dane destpêkirin. Ev qedexe û daxuyanî ji aliyê gelek derdoran ve rastî bertekên tund hatibû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – YJA Starê lê da: 3 dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Çalakiya tabûtê ya bi xwîn a li ber ATK’ê – 3 kes dîl hatin girtin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Çalakiya tabûtê ya bi xwîn a li ber ATK’ê – 3 kes dîl hatin girtin

Çalakiya tabûtê ya bi xwîn a li ber ATK'ê - 3 kes dîl hatin girtin

10 girtiyên ku bi îşkenceyê neçar man întîxar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin

10 girtiyên ku bi îşkenceyê neçar man întîxar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- DGH: “6 febrîqe, 18 kargeh, 3 wesayît û 2 depo hat şewitandin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.