Enter your email Address

Cuma, Şubat 13, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG ê nasnameya gerîlayê xwe yê 2019’an şehîd ketî eşkere kir

"Malbata hêja ya hevrê Şoreş di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wî yên Rêbertiya Azad û Kurdistana azad teqez bi cih bînin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/04/2022 - 13:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG ê nasnameya gerîlayê xwe yê 2019’an şehîd ketî eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di operasyona Tebaxa 2019’ an a dewleta TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Şoreş şehîd ketiye. Hevrêyê me Şoreş ê bi şoreşgeriyeke bê eman, sûdeke mezin daye têkoşîna azadiyê ya gelê me, li ber gelê me û şehîdên me yên leheng, erka xwe bê kêmanî aniye cih. Hevryê me yê bi nirx ku hemû erka xwe serketî bi cih anî, gihaye meretebeya milîtanê herî bijare yê Partî û gelê me. Hevrêyê me heta kêliya dawî ya şehîdbûnê li ser esas, pîvan û Pradîgmaya Modernîteya Demokratîk jiyaye, bi şehîdbûna xwe jî bû yek ji parêzvanê herî girîng ê vê jiyanê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

  Nasnav: Şoreş Amed
Nav û Paşnav: Devrîm Kavak
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Nûrten – Mehmet Cemal
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herêmên Parastinê yên Medya/ Tebaxa  2019

Amed a bi hezaran salan e di serî de ji bo Kurdan û gelek şaristaniyan malovanî kiriye, di her qonaxa dîrokê de li dijî zaliman bi sekna xwe ya serhildêr, ji bo hemû hejaran bûye welat. Vê taybetmendiya xwe derbasî hemû mirovên vê erdnîgariyê kiriye, gelê qedîm ê Amedê, serî li ber desthilat, zalim û mêtingeran ti demê netewandiye. Malbata Kavak a ji çand û kevneşopiyek wiha bi kok tê, li dijî polîtîkayên qirker ên mêtingeriya Tirk a li ser gelê me, cihê xwe li nava refên berxwedanê girtiye, li ser vê rêyê berdêl daye. Bi vê sekna xwe ya asîl bûye rûyê azadiyê yê gelê Kurdistanê, di şerê parastina rûmeta gelê xwe de, bûne mînak. Ev malbata me ya bi nirx gelek şehdî û gerîlayên xwe yên di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dane, ji ber vê taybetmendiya xwe tim rû bi rûyê zextên dijmin hatiye, êşkence lê hatiye kirin. Her demê girêdayî Rêber Apo, şehîdan û doza azaadiyê ya gel bûye, ji bo parastina vê girêdan û li ber zextên dijmin şer bike, gelek heskiriyên wan neçar man ku Kurdistana hes jê dikin sirgûn bibin. Her çendî bi hezaran kêlometreyan ji Kurdistanê dûr jî bin, ti demê ji Kurdistanê qût nebûne. Her weku li welatê xwe, welatê xwe Kurdistan ji bîr nekirine.

Hevrê Şoreş di malbateke wisa de ji dayik bûye û wekî hemû zarokên Amedê di bin zextên dijmin de zaroktiya xwe derbas kiriye û zilma dijmin dîtiye. Ji ber vê li hemberî dewleta Tirk a qirker hêrseke mezin li ba wî peyda bûye. Hevrê Şoreş di sala 2003’an de dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di demeke dijwar de bû, wî girêdayîna bi Rêber Apo û şehîdan ji xwe re kiriye armanc û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ew bi coş û xwestekeke mezin tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştre di warê leşkerî û îdeolojîk de jî xwe xurtir kiriye. Demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiyaye û ji bo ku li hemberî planên dijmin ên ji bo tasfiyekirinba partiya me wî berê xwe daye Bakurê Kurdistanê. Di salên 2008 û 2009’an de ew tevlî gelek çalakiyan bûne yên ku derbên giran li dijmin hatine xistin. Hevrê Şoreş fêm kiriye ku ji bo serkeftinê divê bi taktîkên cihê li dijmin were xistin. Ji ber vê demekê di nav xebatên bajêr de maye. Di dema van xebatan de di sala 2009’an de li Stenbolê dîl ketiye destê dijmin, li hemberî êşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî yên dijmin teslîm nebûye. Ew girêdayî çanda berxwedanê ya Mazlûm, Kemal û Hayriyan maye. Bi dahneviya teorîk tevkarî li perwerdehiya hevalên xwe kiriye û hewl daye peywira xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Di dema zindanê de dijmin bi tenê di warê fîzîkî de karibûye hevrê Şoreş dîl bigire, ruhê wî yê azad her dem li çiyayên Kurdistanê di nav hevalên wî de bû. Hevrê Şoreş tu carî dev ji daxwaza azadiyê bernedaye û cara pêşîn li Girtîgeha Çewligê firar kiriye lê piştre hatiye kirin. Piştre jî li Girtîgeha Amedê bi plansaziyeke wekî ya fîlman tevî hevalên xwe firar kirine. Di vê çalakiya firarê de ya ku tê wateya serkeftinê, wî bi jîrbûn, ked, cesaret û baweriya xwe pêşengtî ji hevrêyên xwe kiriye û îspatkiriye ku tu zincîr û deriyên hesinî nikare li pêşiya milîtanên Apoyî bisekine. Di sala 2016’an de piştî firarê dîsa xwe gihandina çiyayên Kurdistanê, xwedî li peywirên xwe derketiey û hewl daye deynê xwe yê ji bo Rêbertî, şehîdan û gelê me bide. Heval Şoreş bi taybetiya xwe ya mutewazî, kedkar û pratîkê her dem li pêş bû û bi kûrahiya îdeolojîk ji bo hemû hevalên xwe bûye milîtanekî Apoyî.

Hevrê Şoreş wê wekî milîtanekî mînak ê Şoreşa Kurdistanê bi helwesta xwe ya zelal û israr xwe ya azadiyê wê her dem di têkoşîna me de bijî. Malbata hêja ya hevrê Şoreş di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wî yên Rêbertiya Azad û Kurdistana azad teqez bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çima pêşmergên xwe dikujin û dixin stuyê PKK’ê?

Nivîsa Pêş

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome – Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 382’an de dewam dike

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome - Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin

Dewleta Tirk a dagirker vê carê li Dirbesiyê li wesayîtekê xist

Balafira Dewleta Tirk ya bêmirov li Şehbayê ket xwarê

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Li Stenbolê Komploya 15ê Sibatê Protesto Kirin
  • Ciwanên Tirbespiyê Bi Meşekê Komplpoya 15`ê Sibatê Şermezar Kir
  • Kobanê pêşwaziya konvoyekî ji Cizîrê kir
  • Alîkarî li Koçberên Serêkaniyê û Efrînê tê Belavkirin
  • Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê Protestokirin
  • Ciwanên Ku Beşdarî Berxwedana Rûmetê Ya Rojava Bûn Li Silêmaniyê Bi Coş Hatin Pêşwazîkirin
  • Li Hesekê bi Pêşengtiya Ciwanan Şahiyek Hat Bi Rêxistinkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Kalkan: Berxwedana Rojava Careke Din Bandor Li Hemû Cihanê Kir

    Kalkan: Berxwedana Rojava Careke Din Bandor Li Hemû Cihanê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Em Bi Dirûşma ‘Azadî Ji Rêber Apo Re, Statu Ji Rojava Re’ Rabin Ser Piyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hebûn Xwe Parastine!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kobanê pêşwaziya konvoyekî ji Cizîrê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Li Rihayê Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan nûçeya Meşa Dirêj ya 3’ê rojan li Ewrupa

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.