Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di Newrozê de 173 jê zarok herî kêm 488 kes hatin binçavkirin

Beriya pîrozbahiyên Newrozê 173 jê zarok herî kêm 488 kes hatin destgîrkirin. Li gel êrişan jî gel herikî qadan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/03/2022 - 15:58
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di Newrozê de 173 jê zarok herî kêm 488 kes hatin binçavkirin
ParvekeTweet

Newroz bi dirûşma “Dem dema serketinê ye” li zêdeyî 60 bajarî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkete pêş. Li Amedê zêdeyî milyonek kes li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.

Li gel êriş û astengiyên desthilatdariya AKP-MHP’ê gel paşve gav neavêt. Herî kêm 488 kes hatin destgîrkirin ku 173 ji wan zarok bûn.

AMED

Li navçeyên Amedê di pîrozbahiyên Newrozê yên 19 û 20’ê Adarê de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Beriya pîrozbahiyan jî li navçeyan gelek kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin. Pîrozbahiya 21’ê Adarê jî bi astengiyan dest pê kir. Destûr nehate dayin ku bi deh hezaran kes bikevin qadê. Polîsan bi gazê, fîşekên plastîk û ava şid êrişî girseya gel kirin. Ji ber vê êrişê gelek kes birîndar bûn. Her wiha 150 jê zarok herî kêm 300 kes piştî pîrozbahiyên Newrozê hatin destgîrkirin.

AYDIN

20’ê Adarê li navçeya Efeler a Aydinê heman piştî Newrozê hunermend Serhat Kûral, Fesîh Şahîn, Nîhat Yilmaz, Eyup Yildiz, Sedat Kement, Gokhan Olçer, Mervan Aktûmûr ji ber stranên ku bi Kurdî gotin hatin destgîrkirin. 5 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Fesîh Şahîn hate girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.

KONYA

21’ê Adarê di pîrozbahiya li navenda Konyayê de Hediye Yildiz, Serhat Levent, Hamîde Kaya û Resûl Hocaogûllari Meram ji ber lixwekirina kincên neteweyî hatin destgîrkirin.

MÊRDÎN

19’ê Adarê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan êrişî meşa piştî Newrozê kirin. Piraniya wan zarok nêzî 30 kes destgîr kirin. 21’ê Adarê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan hewl dan li qadê dest deyne ser alan û mirovan destgîr bikin. Li ser nerazîbûna gel neçar man vekişin. Lê belê piştî Newrozê danê êvarê di serdegirtina malan de herî kêm 5 kes hatin destgîrkirin.

ŞIRNEX

20’ê Adarê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 6 kes bi hinceta ku flamayên bi rengê kesk, sor û zer hildan hatin destgîrkirin.

EDENE

21’ê Adarê li Edeneyê di dema Newrozê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Sezgîn dema ku xwest ku bi rojnameyê bikeve qadê hate destgîrkirin.

STENBOL

20’ê Adarê di Newroza Stenbolê de 5 jê zarok 86 kes hatin destgîrkirin.

TEKÎRDAG

Li Tekîrdagê di 20’ê Adarê de 9 kes di Newrozê de hatin destgîrkirin. Her wiha 5 kes jî bi hinceta dirûşmên qîriyan e bi îdîaya “propaganda rêxistinê” hatin destgîrkirin.

GEBZE

Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê 19’ê Adarê piştî pîrozbahiya Newrozê 4 kes hatin destgîrkirin Ramazan Oter, Îhsan Oter, Eyup Oter û Yûsûf Demîr ên hatin destgîrkirin bi îdîa “propaganda rêxistinê” hatin girtin.

WAN

Li Wanê 20’ê Adarê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hinceta ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyane 15 kes hatin destgîrkirin.

17’ê Adarê li navçeya Erdîşê 5 kes bi îdîaya “propaganda rêxistinê” hatin destgîrkirin.

AGIRÎ

21’ê Adarê li Agiriyê piştî pîrozbahiyê 10 kes bi hinceta qîrîna dirûşman hatin destgîrkirin.

GEVER

21’ê Adarê li navçeya Geverê ya Colemêrgê endamekî koma Grûp Îsyan Ateşî di Newrozê de hate destgîrkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bajarên Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan pîrozbahiyên 50’emîn Sala Serketinê

Nivîsa Pêş

KBDH’ê li Stenbolê 7 wesayîtên faşîstan şewitandine

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KBDH’ê li Stenbolê 7 wesayîtên faşîstan şewitandine

KBDH’ê li Stenbolê 7 wesayîtên faşîstan şewitandine

Girtiyê Can Guder bi guman jiyana xwe ji dest da

Girtiyê Can Guder bi guman jiyana xwe ji dest da

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.