Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Kocaeliyê agirê Newrozê hat pêxistin; Em ê hemû tecrîd li vî welatî tên ferzkirin bi dawî bikin

Li Kocaeliyê tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê herikî qada Newrozê û pîrozbahî li dar xist.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/03/2022 - 19:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Li Kocaeliyê agirê Newrozê hat pêxistin; Em ê hemû tecrîd li vî welatî tên ferzkirin bi dawî bikin
ParvekeTweet

KOCAELÎ – Tevî barîna berfa zêde û hewayê sar jî bi hezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi coşeke mezin herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî bi li Qada Bazarê ya li Taxa Mevlana ya Gebzeyê hat pîrozkirin û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu û endamê Meclîsa HDP’ê Selahattîn Yilmaz jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li ser dikê bi zimanên Kurdî û Tirkî pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin. Her wiha qada pîrozbahiyê bi alayan hatibû xemilandin. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Newroz, Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Di dema ketina qadê de polîsan gelek caran astengî derxistin. Bi hinceta ku emniyetê hişyarî da ye, polîsan nehiştin ku welatî bi rengên kesk, sor, zer û bi cil û bergên xwe yên Kurdî bikevin qada pîrozbahiyê. Welatiyekî ku cilên sor li xwe kiribûn, bertek nîşanî tacîza polîsan da û polîsan ew welatî bi darê zorê ji qadê dûrxist.

BI GOVENDÊ DEST PÊ KIR

Gel, bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê ber bi qadê ve herikî û pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê dest pê kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Tevî ku berfeke zêde dibariya û hewa gelek sar bû jî gel dakete qada Newrozê û ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt.

‘EM Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’

Di pîrozbahiyê de Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga axivî û bertek nîşanî astengkirinên di ketina qadê de hatine derxistin da. Akboga diyar kir ku bi sedan siyasetmedar niha di girtîgehan de ne û wiha domand: “Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Dê di hilbijartinê de AKP’ê têk bibin. Em ê di hilbijartinê de bibin şirîkên rêveberiyê û dê kesek nekare pêşî li vê bigire.”

‘DÊ AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRE’

Hevseroka HDP’a Gebzeyê Leyla Akgun jî destnîşan kir ku li dijî kesên wan tune dihesibînin, bersiva herî xurt li qadên Newrozê hatiye dayîn. Akgun da zanîn ku heta ku eşqa têkoşînê bi wan re hebe dê kesek nekare agirê Newrozê vemirîne.

‘ME NEWROZ BI DEST XIST‘

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “Di ketina qadê de nehiştin ku rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Ji ber ku dijminên pirrengî û pircuretiyê ne. Ma em nizanin ku hûn dixwazin çanda Newrozê pîroz bikin. Me Newroz bi saya têkoşîna xwe ya mezin bi dest xist. Tevî hemû zivistanên giran jî em ê pirrengiyê li vê erdnîgariyê serwer bikin. Ne tenê tecrîda li ser girtîgehan lê em ê dawî li hemû tecrîd û bêhiqûqiyên li vî welatî tên ferzkirin bi dawî bikin.”

Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi stranên hunermenda MKM’ê Rûken Demîr bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kobanê şahiya Newrozê li darxistin

Nivîsa Pêş

Gelê Mexmûrê bi şiyara “50. Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê pîroz be“ ve Newroz pîroz kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gelê Mexmûrê bi şiyara “50. Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê pîroz be“ ve Newroz pîroz kirin

Gelê Mexmûrê bi şiyara “50. Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê pîroz be“ ve Newroz pîroz kirin

Bayik: “Şoreşa Rojava bingehê yekîtiyê netewî çêkiriye”

Cemîl Bayik: Ez silavên xwe ji ciwanên Kurd re radigihînim û wan silav dikim

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.