Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Saltanata dehaqên îro, hilweşînin

Koordînasyona PAJK’ê: Wê Newroza 2022’an bibe destpêka hevdîtina bi Rêbertî re û wê jin hetanî dawiya salê bi çalakiyên ku qat bi qat çalakiyên Newrozê derbas dikin ve pêşengtiya xwe ya civakî pêk bînin. Çalakî û biryardariya çalakiyek wiha wê me jinan bike pêşengê sedsalê, wê sedsala 21’emîn jî bike sedsala azadiya jinan. 

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/03/2022 - 10:46
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: “Em bang dikin ku meşaleya ku Sema Yuce pêxistî bigihînin hemû jinan”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe bi peyameke nivîskî Newroza sala 2022’an pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em cejna Newroza 2022’an ji jinên ku bi coşa biharek nû ruhê şoreşê jiyan dikin, bi stranên xwe yê serhildanan ve hemû qadan ji 8’ê Adarê hetanî Newrozan bi govendên xwe xweşik dikin û ji hemû gelên berxwedêr re pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev berxwedan wê bi Newrozê re hê mezin bibe, vegere serhildanan û bi jiyanek azad re bibe qonaxeke girîng.

Newroz, di kevneşopiya Kurdistanê de destpêka salê ye. Destpêka jiyana azad a bi serhildan û berxwedanan ve hat afirandin û destpêka jiyana rasteqîn e. Newroz, serhildan e. Newroz, bi mezinbûna ramana serîrakirina li hember pergalên mêtînger serwer ve, berxwedanek gel derdixîne holê. Newroz di vê wateyê de cejna jinan e.

Li dijî qirkirin, mêtîngeriya netewî, çandî, bedenî, fizîkî û serweriya zilamê ku di Dehaq de şênber bû wêrekî nîşandayîn e. Bi rêxistinkirina vê sekna şoreşgerî ve civakî kirin û desthilatdariya dehaqan hilweşandin e. Di vê wateyê de Newroz tevgerek şoreşgerî ye. Pîroz kirina Newrozê pîroz kirina biçoşa serkeftinên şoreşekê ye.

Cejna Newrozê, bi destpêkirina  berxwedana PKK’ê ya wek tevgerek mirovahiya civakî, tevgerek azadiya Kurdistanê ve gihişt wateyek nû. Tovên destpêkê yên PKK’ê di rojek Newrozê de hatin çandin. Rêber Apo demarên jiyana azad- civaka azad di dîrokê de geriya û peyda kir. Tespîta ‘Kurdistan mêtînger e’ dike û di Newroza 1973’an de li hember mêtîngeriyê berxwedanê dide destpêkirin. Îro jinên ku di pêşengtiya civakî û bîrdozî ya PAJK’ê de dicivin û ber bi azadiyê ve dimeşin jî, zîldana zayîna Rêbertî û Newroza Rêbertiyê ne. Tekoşîna hevala Sara ya di salên 70’an de destpêkirî, wek serîrakirina azadiya jinek Newrozê wate dîtiye. Heval Sara ew wate di nava salan de kûr kiriye û di cewherê wê de gihandiye xwedawendiyê, heqîqeta jina ku şer dike, dibe partî, artêş, azad û xweşik dibe.

Îro em bi Newroza sala 2022’an re rûmeta Newroza Rêbertî ya 50’emîn dijîn. Gelê me ji destpêka meha Adarê û hetanî niha Newrozên îsal bi dilxweşiyek mezin, bi berxwedan û eşqa azadiyê ve pêşwazî dike. Çawa ku jinên Kurdistanî ji hemû hest, raman û çalakiyên civakê re pêşengtî kir; ev jî bi 8’ê Adarê re tacîdar kirin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê nîşan da ku wê jinên Kurdistanî çawa Newroza sala 2022’an bikin cejna azadî û berxwedanê. Ji ber vê yekê em ji niha ve agirê Newrozê ya ku çar aliyên Kurdistanê, li gund, tax û di kolanan de hat pêxistin pîroz dikin. Em ji mezin hetanî zarok hemû gele xwe yê ku di govenda Newrozê de cih digire bi rêzdarî silav dikin. Em bawer dikin ku wê çoşa Newrozê hetanî dawiya meha Adarê bilind bibe, çalakî mezin bibin, wê pêngav paşve bi hemû desthilatiyan bide avêtin, desthilatiyên ku ji kaxizan pêk hatin bi erdê re bike yek û wê asta azadiyek ku tola Gazî, Qamişlo, Helebçeyan digire derbixîne holê û wê sala 2022’an li ser bingehê azadiyê ji nû ve ava bike.

Em bi wesîleya Newroza 2022’an Kawayê Hemdem û rêberê dîroka berxwedana me heval Mazlum Dogan bi rêzdarî û bi mînet bi bîr tînin û em diyar dikin ku hetanî civaka azad biafirînin, emê xwedî mîrateya ku wî ji me re hiştî derbikevin.

Di dîroka Kurdistanê de berdêla xweşikbûyîna ku azadiya bixwe re anî jî mezin e. Jinên Kurd bedena xwe kirine goga ji agir û welê Newroz pîroz kirine û wateya dîrokî li Newrozê dane qezenckirin. Zayîna ji nû ve ya li ser bircên keleha Amedê ya Zekiye Alkan, digel hemû êrîşên dijmin jî biryardariya pîrozbahiyê bi bedena mirov a Rehşan Demîrel, biryardariya azadiyê û hevrêtiya jinan a Ronahî û Bêrîvanan tekoşîna me ye. Ev dîrok, wek partiya jina azad a Kurdistanê PAJK’ê hemû demên me ronî dike. Em wek PAJK, carek din çalakiyên ji agir ên ku civaka jinê diafirîne silav dikin. Ev çalakî dîroka me ne, paşeroja me û pêşeroja me ne. Biryardariya me ya xwedî derketina paşeroj û pêşeroja me ya bi Rêbertiya azad û civakbûyîna azad tam e.

Wê Newroza 2022’an bibe destpêka hevdîtina bi Rêbertî re û wê jin hetanî dawiya salê bi çalakiyên ku qat bi qat çalakiyên Newrozê derbas dikin ve pêşengtiya xwe ya civakî pêk bînin. Çalakî û biryardariya çalakiyek wiha wê me jinan bike pêşengê sedsalê, wê sedsala 21’emîn jî bike sedsala azadiya jinan. Em baweriya xwe ya azadiyê bi çoşa Newroza 2022’an re dikin yek û bi vê coşê ve carek din cejna Newrozê ya hemû jinan pîroz dikin. Em bawer dikin ku wê gelê Kurdistanê bi Newroza 2022’an re bikevin salek nû ya azadiyê. Em di serî de jin bang hemû gelê xwe dikin ku coşa Newrozê mezin bikin, qadan bi ruhê serhildanên tijî bikin û saltanata dehaqên îro, hilweşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Mêrdînê bi biryar in – Dê Mêrdîn heta Newrozê li ser piya be!

Nivîsa Pêş

Li Silopiyayê 4 kes hatin destgîrkirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Edeneyê dema destgîrkirina 12 kesî dirêj kirin

Li Silopiyayê 4 kes hatin destgîrkirin

Di derheqe dayika Emîne Şenyaşar de doz hat vekirin

Di derheqe dayika Emîne Şenyaşar de doz hat vekirin

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî û Colanî peyman îmze kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.