Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Newroz tê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/03/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Newroz tê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Hasan Ozguneş Nivîsand

Newroza azadiyê tê!

Newroza aşitî, dad û wekheviyê tê!

Newroza bihar û bereketê tê!

Newroza berxwedan û vejînê tê!

Em jî dibêjîn tu bixêr û xweşî hatî Newroz!!!

Horebaya Newrozê li deşt û çîya, li gund û bacarên Kurdistanê belav dibe.

Ji niha ve agirê Newrozê li gelek deveran hate pêxistin. Îsal HDP’ê agirê azadî, aştî û ji nûve vejînê li quntara Çiyayê Kato, Navçeya Elkê da hilkirin.

Piştî çend salan pîrozkirina cejna Newrozê li Navçeya Elkê kelecanek û coşeke nu li ser gelê Elkê pêkanî.

Çiruskên agirê Newrozê ji quntara çiyayên bilind ber bi deşt û newal, gund û bacarên Kurdistanê ve belavbu.

Wekî her sal kelecan û coşa gelê me ya Newrozê pir bilind dixweyî. Mirov ji niha ve dikare bêje kelecan û coşa îsal dê di asteke bilind de be. Hêviya me jî ew e.

Bê guman em hêviya xwe ji pîrozbahiyên 8’ê Adara îsal û xwedîderketina pîrozkirina Newroza salan û ji kevneşopiya wî digirîn.

Wekî din gelê me her roj têkoşîn, berxwedan û fedekariyên jina Kurd dibine. Heştê Adarê kelecan, coş û tililiyên jinên Kurd hemu qad, erd û ezman hejand. Qêrînên “jin jiyan azadî” li hemu asîmanê cîhanê bilind bu. Tovê jiyana azad, wekhevî û berxwedanê li hemu deverên Kurdistanê û cîhanê belav kirin.

Ez bawerim ev giyana berxwedêr û bi biryar dê mora xwe li Newroza îsal jî bide. Ji xwe bi têkoşîna 40 salan bingeheke xwurt hatiye avakirin jî. Gelê me êdî xwedî cerbeke dîrokîye…

Têkoşîna pîrozkirin û jiyandina cejna Newrozê ji kurahiya dîrokê tê.

Gelek çavkaniyên dîrokê de tê nivîsandin ku dema kalkên Kurdan; Gutî li himberê Sumeriyan, Akadiyan serkeftin bi destdixistin wekî şahiya serkeftinê agir hildikirin û şahî pêktanîn.

Wekî din dema B.Z. 1900’î de Kardunîjî-Kardunîşî (Kasîdî) ji Çiyayên Zagrosê daketin Babîlê û bune desthilatdarê Babîlî dîsa agir hilkirin û şahî li darxistin. Mîtolojiyê de tê gotin ku, qiralê Kardunîjiyan Cemşîd-camaşîd, qiralê Babîliyan Dehaq dîl digire û li çiyayê Demawendê di şikeftekê de girê dide.

Buyera herî dawî û esas tê girtin jî ya serkeftina Mediyan li himberê Împaratoriya Asuriyan e. Ew jî B.Z. 612’an de pêkhatiye û dewleta Asur têk çuye. Gorî mîtolojiyê lehengê buyerê Kawayê hesinkar e û zalim jî qiralê Asuriyan yê dawiyê ye. Wê çaxê ji qiralên zalim re digotin “Dehaq an jî Azhî Dehaq.” Di şibandin ejderhan…

Tê zanîn pergala dewlet bunê ji hela Sumeriyan ve hatiye afrandin. Gelên Aryanîk, kalikên Kurdan tim di bin zext û zora Sumeriyan, Akadiyan, Babîliyan û Asuriyan de bun. Navbera wan de tim şer û pevçun hebun. Ji zilma wan rizgarbun bingehê Cejna Newrozê avakiriye.

Bi têkçuyîna Asuriyan Newroz ji bo kalkên Kurdan û gelê Kurd êdî buye roja berxwedan, azadî, aştî û jinuve vejînê.

Ji wê deme û vir ve gelê Kurd vê cejnê bi vê wateyê pîroz dike. Mazlum, Rahşan, Ronahî û cangoriyên Newrozê wateya vê cejnê nujen û xurt kirin. Salên 1990‘î û virve ji bo cejna Newrozê bedelên giran hatine dayîn. Her sal gelê Kurd bi giyaneke xurtir li vê cejnê xwedî derdikeve.

Gelek gelên cîhanê Newrozê bi wateyên cuda pîroz dikin. Lê belê tu gel wekî gelê Kurd bi wateya berxwedanê, azadiyê û aştiyê pîroz nake. Wateyeke ew qas giranbuha nadidê.

Newroza îsal ji hêla HDP’ê ve dê li gelek bacar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyê bête pîrozkirin. Gelê me bi kelecaneke mezin amedekariyan dike û li gelek deveran jî agirê Nevrozê hilkirin jî.

Bawer dikim ku dê li her derî Newroz bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Hêvî dikim ev Newroz bibe bingeh ji bo aştî, azadî û wekheviya gelan.

Newroz li gelê Kurd û hemu gelên cîhanê pîroz be…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa gerîla – Çalakiya herî mezin rukeniya Sarya bû

Nivîsa Pêş

“Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Elefteria Fortulaki”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
“Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Elefteria Fortulaki”

"Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Elefteria Fortulaki"

Ciwanên Mêrdînê bi biryar in – Dê Mêrdîn heta Newrozê li ser piya be!

Ciwanên Mêrdînê bi biryar in - Dê Mêrdîn heta Newrozê li ser piya be!

Manşet

  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.