Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Jinên Kurdistanê ku bi rengê biharê vejiyane û bîrewer bûne, pêşengiya li gerdûnîbûna şoreşa azadiyê dikin

"Em azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Rêber Apo bi cih bînin, ku pevgihîna hemû nirxên rastiya gelê Newrozbûyî ye. Bi vê hîs û baweriyê em careke dî Cejna Newrozê ya li hemû jinên ji bo azaiyê li ber xwe didiin û li gelan pîroz dikin. Newroz pîroz be."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/03/2022 - 10:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: A li Xelfetiyê qewimî israrkirina qirkirinê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KJK’ê diyar kir, jinên Kurdistanê bi rengê biharê vedijin û bîrwer dibin, pêşengiyê ji cîhanîbûna şoreşa azadiyê re dikin û got, ”Bi vê bingehê em Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê. Bi tecrûbeya şoreşa azadiyê ya nîv sedsalî hesabê dîrokî bipirsin. Sedsala 21’ê bi peşengiya jinê biqulibînin ser şoreşa gelan a li ser vîna gewherî.”

Daxuyaniya KJK’ê ya ji bo Cejna Newrozê wiha ye: ”Bi coşiya vejîn û berxwedanê Cejna Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên xwe yên ku li zindanan, li her qadên têkoşînê li ber xwe didin, li jinan û gelê xwe pîroz dikin. Bi bîrewerî, serhildan û berpirsyariya dîrokî ya Mazlûman ku bi pêşengiya Rêber Apo ev nîv sedsal e li geş dibe, serê xwe natewînin, yên ku gotin ‘çi jî bibe dawî wê bêhempa be’ û bi qasî ku di ber xwe de bimirin ji jiyanê hez kirin û gotin ‘Berxwedan jiyan e’, em Newroza 50’yî ya Rêbertî bi coşiyekê pêşwazî dikin. Em hemû jinan ku li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li çiyayan, deştan, zindanan, li meydanan tevlî berxwedana Rêbetî bûne û li dijî faşîzmê têkoşîn geş kirine û gelê xwe jidil slav dikin. Di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Semayan ku agirê Newrozê bi bedena xwe pêxistin û bi rihê Apoyî li dijî mêtingeriyê li ber xwe dane, em hemû şehîdên şoreşa Kurdistane bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

ADRÊSA BERXWEDANA LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ

Li Mezopotamyayê ku hicreyê hîmî yê mirovahiyê lê geş bûyî di serî de Kurd, Ereb, Fars, Ermen, Sûryan, Tirk, gelên herêmê serketina têkoîna hevpar a li dijî zordaran bi sedsalan di rastiya Newrozê de dîtine, bi hezaran sal in ku Newrozê bi rengê cejna berxwedanê pêşwazî dikin. Ji ber vê jî, Newroz li dijî her cure mêtingeriyê destpêka her berxwedaniya mezin û adrêsa pevgihîna azadiyê ye. Cografyaya dêrîn a Mezopotamyayê çawa ku şahidî li zordarên herî mezin kiribe, ji Kawayê Hesinkar bigirin heta bi Mazlûm Doganan, şahidî li şoreşên mezin ên azadiyê û şoreşgeran kiriye.

AGIRÊ ŞOREŞÊ DIGIHÎNE GELAN

Rêber Apo ku ev nîv sedsal e berxwedaniyeke bêhempa dike, di çarîka pêşî ya sedsala 21’ê de jî bi şoreşa ûcdan û civakî ya ku kirî, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk ku xwe dispêre ser neteweya demokratîk û azadiya jinê, têkoşîna şoreşê ya li dijî pergala zordar û mêtingeriyê ya dewleta nêr, têkoşîna şoreşê aniye ser asta cîhanî. Rêber Apo ku bi Newrozbûnê rêbertî li gelan dike, li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ya hêzên modernîteya kapîtalîst, berxwedana herî mezin a dîrokî kiriye, kiriye ku agirê şoreşê yê ku li Kurdistanê geş bûyî bigihije gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.

JINÊN KURDISTANÊ KU BÛNE NEWROZ

Bi vê maneyê Tevgera Azadiya Kurd ku Adara 1973’an dest pê kirî û 50 salan bênavber dom kirî, hem rêberên mezin ên gelan afirandiye û hem jî gelek kesayatên rêber ên jin ên weke Sara, Rahşan û Zekiya ku bi agir û êşkenceyê hatine ceribandin afirandiye. Têkoşîna jinê ku li her qad û demên jiyanê berbla bûyî û 21’ê Adarê gihaştî asta xwe ya herî bilind, Newrozan digihînin maneyeke xwe ya dîtir. Jinên Kurdistanê ku bûne Newroz, bi rola dîrokî ya ku pê arabûyî, çespandiye ku jin bûne xwedî heybey, vîn û azadiya civakî ya çawa, bedena xwe bi agirê Newrozê pêçande û ti hêzek nikare vî agirî bitefîne. Bi Newroza ku bi bedena xwe pîroz kirin, di nav ti şertî de Newroz qebûl nekirine, helwesta jinane ya Newrozê nîşan dane. Jinên Kurdistanê ku bi rengê biharê vejiyane û bîrewer bûne, pêşengiya li gerdûnîbûna şoreşa azadiyê dikin. Li dijî hişmendiya dewleta nêr ku serkaniya her cure mêtingeriyê ye û zayendîparêz, çete û zordar e, xwe di ber têkoşîneke zor û zehmet û birûmet re kiriye û pêşengiya azadiya civakî kiriye.

EM BIQULIBÎNIN SER HELWESTA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Jinên Kurd ku 8’ê Adarê dikin berxwedana domdar, bi biryardariya têkoşînê û wêrekiya xwe azadiyê civakî dikin, ku ji 1’ê Adarê heta bi 21’ê Adarê bi rihê pêngavî li dijî faşîmê têdikoşin, Newrozan digihînin maneya azadiyê ya ji hemû zemanan dibihure û Newrozbûna rastiya jinê pêk tînin. Bi çarçoweya pêngava me ya ‘Li dijî faşîzmê dema civaka azad û parastina jinê ye’ ku di sala duyan de didome, em tevahiya jinan û gelê me, biherikin ser qada Newrozê, bi biryardariya şerê şoreşgerî yê gel, têkoşînê geş bikin, bi rihê serhildan, berxwedan û serfiraziyê,  Nwrozê bikin helwesta têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê û ya jinan ku li serketinê asê bûne.

EM HESABÊ DÎROKÎ BIPIRSIN

Bi vê bingehê em Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê. Bi tecrûbeya şoreşa azadiyê ya nîv sedsalî hesabê dîrokî bipirsin. Sedsala 21’ê bi peşengiya jinê biqulibîni ser şoreşa gelan a li ser vîna gewherî. Bi vê hişmendî û berpirsyariya dîrokî ciwanen Kurdistanê bi rihê Mazlûm Dogan ê ku bûyî Newroz divê biherike refên azadiyê û berxwedanê. Li dijî zayendîparêzî, mêtingeriyê bi agirê azadiyê yên Zekiya, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan divê bi berwedaniyê rabin. Bi rihê serfiraziyê yê  jinên ku li Werxelê, Zendûra, Mamreşo dastan nivîsîn û rihê serfiraziyê yê ciwanan ku ku faşîzmê bi teqezî têk dibin em Newrozê bimae bikin. Em şevçiraxa berxwedanê ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayan bilind kirî, li deşt, bajar û hemû meydanan rakin û bi rastiya gelê ku li serfiraziyê asê bûyî bersivê bidin Deheqê niha. Bi hedefa ku dîrok careke dî bi helwesta Newrozê bibe xwedî amne û Newroz bigihije gewhera xw ya dîrokî em faşîzmê bi teqezî têk bbin. Em azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Rêber Apo bi cih bînin, ku pevgihîna hemû nirxên rastiya gelê Newrozbûyî ye. Bi vê hîs û baweriyê em careke dî Cejna Newrozê ya li hemû jinên ji bo azaiyê li ber xwe didiin û li gelan pîroz dikin. Newroz pîroz be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerila TV çalakiya sabotajê ya Şemzînanê parvekir

Nivîsa Pêş

Îşkenceyên di girtîgehan de didome – Nîzama leşkertiyê tê ferz kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Îşkenceyên di girtîgehan de didome – Nîzama leşkertiyê tê ferz kirin

Îşkenceyên di girtîgehan de didome - Nîzama leşkertiyê tê ferz kirin

Li Minbicê çalakiyên Newrozê destpêkirin

Li Minbicê çalakiyên Newrozê destpêkirin

Manşet

  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.