Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Newroz agir û zarok e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/03/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Newroz agir û zarok e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş

Em çawa Newrozê pênase dikin? Em çawa wateyê didin Newrozê? Çima Newroz ew qas ji bo kurdan girîng e? Divê em çawa wateyê li Newrozê bar bikin? Em tenê wekî roja nû û hatina biharê pênase bikin em çiqas heqê wateya Newrozê didinê gelo? Çima herî zêde zarok û ciwan ji Newrozê hez dikin?

Ji bo em van pirsan bibersivînin, ez dixwazim der barê Newrozê de çend pênaseyan bikim. Li gorî hizirin û ponijandina xwe ya li ser Newrozê çend wateyên difikirim parve bikim. Li gorî hizirîna min û piraniya civakê;

Newroz helwest e. Newroz agir e. Newroz ruhê hebûnê ye. Newroz hişyariya mirov a ji xewa tarî ye. Newroz kurd e. Newroz azadî ye. Newroz hebûn û xwebûn e. Newroz zindîbûna jiyanê ye. Newroz xwenûkirin e. Newroz azadî ye. Ev pênaseyên ku piranî ji aliyê civakê ve tên kirin ne pênaseyên ketober in. Ne gotinên ji rêzê ne. Her pênaseyek xwedî wateyek e.

Newroz çima helwest e. Ji ber ku Newroz şahî û cejna kesên bindest a li dijî serdestan e. Ji bo dijberiya xwe ya li dijî serdestan bînin ziman vê helwesta xwe bi geşkirina agir diyar dike. Li gorî efsaneya Newrozê Dehaqê zalim mejiyê zarok û ciwanê kurdan dixwe. Zarok û ciwan pêşeroja civakê ne. Bi xwarina mejî pêşerojê bê aqil dihêle. Pêşeroja civakêtarî dike. Lê kurd bi pêxistina agir pêşeroja xwe ronî dikin. Bi agir helwesta xwe ya li dijî tariyê nîşan didin.

Newroz agir e. Çima? Ji ber ku Newrozê bi agir pîroz dikin. Ji ber ku agir pêşiya wan ronî dike. Agir poliîtîk e. Agir aqil e. Agir roni dike. Agir diparêze. Agir tariyê winda dike. Agir hişyar dike. Ji ber vê yekê Newroz agir e. Ronahî ye. Zanîn e. Aqil e.

Newroz ruhê hebûnê ye. Ji ber ku hem Kawayê hesinkar û hem jî Kawayê hemdem Mazlum Dogan bi pêxistina Agirê Newrozê, dest bi pêvajoyek nû nikirine. Pişta xwe dane mirinê û berê xwe dane jiyanê. Li jiyanê vegeriya ne. Dest bi pêvajoya berxwedanê kirine. Berxwedan bi ruh pêş dikeve. Cihê ku ruh lê tune be, berxwedan jî lê pêş nakeve. Newroz zindîkirina wî ruhê berxwedanê ye.

Newroz hişyariya mirov a ji xewa tarî ye. Ji ber ku bi agirê Newrozê êdî mirov zaliman dibînin. Bi agirê Newrozê êrîşa li dijî xwe dibînin û dest bi parastinê dikin. Dest bi berxwedanê dikin. Dest bi serhildanê dikin. Kesên hişyar nebin, nikarin koletiya li ser wan tê ferzkirin bibînin. Kesên vê yekê nebinin nikarin helwestê jî nîşan bidin. Nikarin li mafê xwe ji xwedî derkevin. Kesên hişyar dibin êdî zilmê qebûl nakin. Êdî bindestî û koletiyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê hişyariya ji xewa tarî ye.

Newroz kurd e. Ji ber ku yên wate û girîngî dane Newrozê gelê kurd in. Ji ber ku yê Newroz kirine çand gelê kurd e. Ji ber ku yê li dijî zilmê serî rakiriye û bi agir ev destpêk pîroz kiriye kurd e. Êdi kurd bi Newrozê û Newroz bi kurdan bi wate dibe.

Newroz hebûn û xwebûn e. Bi pêxistina agirê Newrozê êdî kurdan ji tunebûnê re gotine bes e. Berê xwe dane hebûnê. Dawî li tunebunê anîne û ji bo hebûnê têkoşiyane.

Newroz azadî ye. Azadî serîrakirina li dijî koletiyê û zilmê ye. Azadî parastina nirxên civakê û mirovahiyê ye. Azadî parastina nirxên jiyanê ye. Azadî parastina nirxên mirovahiyê ye.

Newroz zindîbûna jiyanê ye. Dehaqê zalim bi xwarina mejiyê zarok û ciwanê kurd, jiyan qetil dikir. Pêşeroj qetil dikir. Dehaq navê kuştin, tunebûn, koletiyê bû. Lê Kawayê hesinkar li dijî Dehaqan, Kawayê hemdem Mazlum Dogan jî li dijî dehaqên nûjen li dijî zilma Zindana Amedê ku kuştin û tunebûn li kurdan ferz dikirin, bi sekn û peyama geşkirina Agirê Newrozê bûn sembola, ruh, azadî, hişyarî û azadiya gelê kurd. Ji ber vê yekê Newroz Mazlum Dogan e. Newroz Agirê Azadiyê ye. Newroz helwesta li dijî înkar, îmha û tunebûne ye. Ji ber ku zarok van hemû têgehan di xwe de diparêze, Dehaq xwestiye mejiyê zarokên kurdan bixwe. Ji ber ku Kawa jî bi agirê Newrozê zarok ji vê komkujiyê rizgar kirine, zarokên kurdan ji nûve li jiyanê vegeriya ne. Ji ber vê yekê zarokên kurdan ji agir hez dikin. Xwe di ser agir re çeng dikin. Ji ber ku agir zarok ji mirinê xelas kirine. Agir û Newroz ji bo zarokan pîroz e.

Em jî bi vê hest û helwestê, bi vî ruh û zanînê Newroza hemû gelê kurd û Newroza gelê bindest pîroz dikin. Newroza we pîroz e.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Navê wê Ronahî, Ronahî Axîn

Nivîsa Pêş

Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Sema Yuce

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Sema Yuce

Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Sema Yuce

Yekemîn enternasyonalîstê Emerîkaya Latîn li çiyayên Kurdistanê; Ş. Lêgerîn Azadi

Yekemîn enternasyonalîstê Emerîkaya Latîn li çiyayên Kurdistanê; Ş. Lêgerîn Azadi

Manşet

  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.