Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane li darxist – Rejîma faşîst li ber hilweşînê ye

"Civîna me, têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê pênase kir û biryar da ku li ser vê bingehê erk û wezîfeyên demê bi cih bêne anîn."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/03/2022 - 12:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane ya asayî lidar xist. Konseya Fermandariyê ya HPG’ê got, “Weke Konseya Fermandariyê ya HPG’ê me civîna xwe ya salane ya asayî di rojên destpêkê yên bihara serdemeke nû ya têkoşînê de lidar xist. Di vê demê de ku têkoşîna azadiyê ya gelê me di qonaxeke gelekî girîng de ye, bi beşdariya 50 hevrêyên ji her qadên wezîfeyê me civîna xwe bi rengekî berfireh lidar xist, li ser bingeha perspektîfên Rêberê me, xeta têkoşînê û pratîka salê bi berfirehî nîqaş kir û biryarên girîng wergirt. Civîna me ku 9 rojan dewam kir hem analîza siyasî û leşkerî ya sala 2021’ê kir û rewşa heyî ya HPG’ê ya li qadên wezîfeyê nirxand, hem jî ji bo sala têkoşînê ya 2022’an bibe sala serketinê gelê me perspektîfên pêwîst diyar kir, plansaziya şer a sala bê amade kir û taktîkên leşkerî yên demê destnîşan kir.”

REJÎMA FAŞÎST LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Di daxuyaniya Konseya Fermandariyê de işaret bi van xusûsan jî hate kirin:

“Weke ku tê zanîn, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê bi rê ve diçe, sala 2021’ê gihîşt asteke bilind û sîstema Tirk a mêtinger-qirker a li pêşberî têkoşîna me ya nava salên tengav bû, xitimand û bêçare hişt. Berxwedana Garê ku di destpêka salê de pêk hat û asta berxwedanê ya ku piştre bi Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê û Egîdên Botanê gihîşt asta herî bilind, pîlanên dijmin pûç kir û kir ku krîza li nava sîstema faşîst-mêtinger kûrtir bibe. Civîna me diyar kir ku ev krîza sîstemê ne tenê leşkerî ye, di heman demê de siyasî, civakî û aborî ye û destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike bi rengekî dîn û har hemû çavkaniyên welêt çikandiye, di serî de aliyê leşkerî rewşa ku tê de ye bi her awayî veşartiye û li hemberî raya giştî şer û operasyoneke giran a taybet ji bo xapandinê meşandiye. Tespîta wê yekê kiriye, ku eger li hemberî vê rewşê, wezîfeyên têkoşînê yên serdemê bi cih bêne anîn, rejîma faşîst a ku gelên me tengezar kiriye wê di her kêliyê de karibe bê hilweşandin.

Civîna me zilm û faşîzma bêsînor a rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, her wiha di têkoşîna dijî êrişên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst de pirsgirêkên têkoşîna taktîkî, polîtîk û îdeolojîk ên hêzên me yên gerîla bi kûrahî nirxand û encamên gelekî girîng afirand. Li hemberî rastiya şer a di serdema zanistî-teknîkê de rol û mîsyona Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku xeta têkoşînê û şer a serdema nû ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk divê çawa be. Civîna me di vê çarçoveyê de pirsgirêkên taktîkî û kêmasiyên di sala 2021’ê ya têkoşînê de derketin holê bi berfirehî nirxand, asteke girîng a kûrbûnê destnîşan kir. Civîna me bi helwesteke xurt a rexnekirin û rexnedayinê ya li pêşberî pêvajoyê, asteke cidî ya biryardanê bi dest xist û li ser bingeha tecrûbeyên hevrêyên me yên di pêvajoya şer de şehîd bûn, di çarçoveya dilsoziya bi şehîdên me yên leheng û Rêber Apo re zemîna wê yekê danî ku di sala 2022’an têkoşînê de gerîlayên azadiyê yên serketinê biafirîne. Lewma biryardariya wê yekê careke din hate nîşandan ku ji ku û ji kê tê bila bê, li dijî her cûre êrişên li ser gelê me, Rêberê me û hêzên me, wê bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bê dayin û bi rengê pêngavî nêzîkatî li pêvajoyê bê kirin û biryardariya teqez serketinê bê nîşandan.

Yek ji mijarên girîng ên ku di pêvajoya têkoşînê ya sala 2021’ê eşkere bû, hewldanên şerê taybet ê Tirk bû, ku hewl dide xeta nokeriyê ya Kurd bi rengekî çalak bixe dewrê û şer bixe nava Kurdan. Rejîma AKP-MHPê ya qirker faşîst bi rengekî topyekûn êrişî destketî û nirxên gelê Kurdistanê dike. Hevkariya PDK’ê ya bi rejîmeke bi vî rengî re, her wiha şehadetên ji ber vê hevkariyê weke mijareke herî cidî ji aliyê civîna me ve hate nirxandin û hate destnîşankirin ku li dijî vê yekê, yekîtiya neteweyî wezîfeyeke lezgîn û girîng e. Li gel hewldanên ji bo têkbirina planên şerê taybet ê dijmin û nêzîkatiya bi berpirsyariya neteweyî ya ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî yê Kurdan, işaret bi girîngiya wê yekê hate kirin ku li hemberî her cûre ihtimala rewşeke neyînî divê em amade bin û di her şert û mercî de bi ser bikevin. Li ser vê bingehê destnîşan kir ku wê tedbîrên bi bandor bêne wergirtin û xeta neteweya demokratîk a Rêberê me esas bê girtin.

LI SER RÊYA MISOGERKIRINA AZADIYA RÊBERÊ XWE, EM Ê BI RENGÊ FEDAYÎ BIMEŞIN

Di vê asta krîtîk û girîng a têkoşîna me de civîna me bi rengekî serketî bi dawî bû. Biryarên dîrokî yên di civîna me de hatin wergirtin, ji bo serxistina sala 2022’an gaveke girîng e. Li dijî êrişên sala 2021’ê yên artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana me ya ku li Garê-Siyanê, Zendûra, Mamreşo, Girê Sor û Werxelê hate nîşandan û encamên ku bi vê berxwedanê re hatin afirandin, ji bo sala têkoşînê ya 2022’an işaretên girîng radixe pêş çavan. Civîna me destnîşan kir ku tecrûbeyên di vê çarçoveyê de hatin bidestxistin, eger li ser bingeha Perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî afirîner bi cih bêne anîn, weke gel û tevger em ê destketiyên hîn mezintir bi dest bixin. Civîna me, têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê pênase kir û biryar da ku li ser vê bingehê erk û wezîfeyên demê bi cih bêne anîn.

Li ser vê bingehê bi navê hêzên parastinê yên Kurdistanê; bi ruhê lehengiyê yên hevrêyên me Cûmalî Çorûm, Şoreş Beytuşşebap, Rêber Zana, Hewram Avyer, Nûjîn Amed, Zerdeşt Navdar, Şîlan Goyî, Egîd Bismil, Diljîn Marya, Nûjîn Koçer, Hêjar Ûrfa, Serhat Giravî, Botan Ozgur, Mûnzûr Dersim û Çavrê Kamûran ku sala derbasbûyî tevlî nava karwanê nemiran bû, em ê li ser rêya azadiya gelê me û Rêberê me bi rengekî fedayî bimeşin û biryardariya xwe ya serketinê destnîşan dikin. Di vê dema dîrokî ya têkoşînê de serketinê ji hevrêyan hemûyan, gelê me yê hêja, dostên gelê me û hêzên têkoşer hemûyan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rengê Newroz û biharê

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar: Tevî hemû zextên li ber edliyeyê li me hatine kirin jî me tu carî serê xwe netewand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Tevî hemû zextên li ber edliyeyê li me hatine kirin jî me tu carî serê xwe netewand

Malbata Şenyaşar: Tevî hemû zextên li ber edliyeyê li me hatine kirin jî me tu carî serê xwe netewand

Giyanê veşartî yê Ocalan: Hakî Karer

Duran Kalkan: Em pergala xwe rast fêhm bikin û ava bikin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Gerîlla û Rastiya Jiyanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.