Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Jinan li çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin

Li Şengalê bi boneya 8’ê Adarê jin heftiyeke li qadanin, îro şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekî tê pîroz kirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/03/2022 - 15:25
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinan li çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin û ev peyam dan: “Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”

Li Şengalê bi boneya 8’ê Adarê jin heftiyeke li qadanin, îro şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekî tê pîroz kirin. 8’ê Adarê îsal li Şengalê bi dirûşmeya “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” tê pêşwazîkirin.

Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê pîroz kirin. Di saetên nîvro de bi sedan jinên ciwan û dayikên Şengalê li Baxçeya Serokatî ya li Deriyê Kersê kom bûn û li gel stran û govendê bi coşeke mezin dest bi pîrozkirina vê rojê kirin.

Qada azadiyê

Deriyê Kersê ketina Çiyayê Şengalê ye ku di fermana 03.08.2014’an de bi sedhezaran Êzidî xwe gihandibûn çiyayê pîroz û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe lê spartibûn. Di serî de jinên Êzidî, hemû jinên Şengalê di nav çend salan de zincîrên koletiyê parçe kirin û niha bi yekîtî û pêşengiya jinan ev qada ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di fermanê de hatibû dorpêçkirin, veguherandin qada azadiya jinên Şengalê.

Soza azadiya jinê û xweseriya Şengalê hate dayîn

Jinên Şengalî bi vê rastî û baweriyê û bi soza bilindikirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê bi coşeke mezin dest bi şahiyê kirin. Di bernameya şahiyê de axaftinên derbarê wateya rojê de û bernameyek dewlemend a hunerî heye. Di çarçoveya bernameyê de wê koma govendê Koma Kulîlkên Adarê, koma karateyê ya endamên YJŞ’ê Koma Ş.Melsa, koma şanoyê Koma Hêviyên Jiyanê, koma erbanê Koma Stêrkên Sor hunera xwe pêşkeş bikin. Her wiha Koma Hêviyên Jinên Şengalê û hunermend îda Şengalê jî wê bi stranên xwe coşa 8’ê Adarê bilind bikin.

Riham Hico: Jinên Êzidî tu carî serî natewînin

Bernameya şahiyê ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî xêrhatina mêvanan, Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico, li ser navê jinên Êzidî axaftinek kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Riham Hico di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek jinên Şengalê bi berxwedan û serhildanê vê rojê pîroz dikin û wiha axivî: “Êrîşên li ser jinan, êrîşên li ser civakan berdewam dike. Jin û civak têne koçberkirin, welat têne dagirkirin. Em wekî jinên Êzidî ku 7 sal in li hemberî dagirkerî û qirkirinê, li hemberî plan û komployan li ber xwe dane, em dibêjin ku çiqasî êrîş dijwar dibe, emê wekî jinên Êzidî tu carî serî netewînin. Em ne tenê ji bo Êzidî têkoşînê dikin. Xebatên me ji bo tevahiya jinan e. Emê ji bo jinên Êzidî, jinên Iraqê şoreşeke zihnî pêş bixin.”

‘Emê vê rojê bikin wesîleya Şengala xweser û azad’

Riham Hico bibîrxist ku piştî fermana 2014’an di nav 7 salên borî de jinên Êzidî têkoşîneke bêhempa meşandiye û wiha berdewam kir: “Êrîşên dijwar li ser me têne meşandin. Ji bo jinên Êzidî her roj 8’â Adarê ye. Her roj em di nav têkoşîn û serhildanê de ne. Roj nîne jinên Êzidî nayê kuştin, roj nîne îşkence û tecawiz li jinan nayê kirin. Em wekî TAJÊ, bi wesileya 8’ê Adarê vê sozê didin; ji bo yekîtî, rêxistinbûna jinan, ji bo em azad bijîn, ji bo em ji desthilatdariyê xilas bikin ji bo em xweseriya Şengalê ava bikin emê heya dawî têkoşînê bimeşînin. Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico axaftina xwe bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan, bijî têkoşîna jin, bijî Rêber Apo” bi dawî kir.

Axîn Întîqam: Ne tenê rojekê, em ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikin

Piştî axaftina Riham Hico, ji Fermandarriya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîqam axivî. Axîn Întîqam jî di serî de 8’ê Adarê li Rêber Ocalan û hemû jinên berxwedêr û têkoşêr pîroz kir û wiha got: “Em di rojeke bi heybet de ne, rojekî tijî têkoşînê ye. Sistema baviksalarî bi şidet û wehşet xwe dide berdewam dikin. Ne tenê rojekî, em ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikin. Bi sedan jin bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Êrîşên ku li ser gelê me, di şexsê jinê de tê meşandin, êrîşên dagirkirina jiyana azad e.”

‘Jinên ciwan bila çekên tolhildanê rakin’

Fermandar Axîn bi van gotinan bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin: “Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku çeka tolhildanê rakin. Em hemû jinên ciwan dawetî vê têkoşînê dikin. Yê ku jinê bigihine azadiyê fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Em bi silaveke germ 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin.”

Axaftina Axîn întîqam bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate pêşwazîkirin.

Piştî axaftinan bernama 8’ê Adarê bi çalakiyên hunerî berdewam dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Amed bi rengê 8’ê Adarê xemilî – Jin çalakiyan de ne!

Nivîsa Pêş

Ev der Şam e – Jinên Kurd li her derê çalakiyên 8’ê Adarê de ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ev der Şam e – Jinên Kurd li her derê çalakiyên 8’ê Adarê de ne

Ev der Şam e - Jinên Kurd li her derê çalakiyên 8'ê Adarê de ne

Li Riha û Semsûrê coşa 8’ê Adarê!

Li Riha û Semsûrê coşa 8'ê Adarê!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.