Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sembola Têkoşîna Enternasyonal: Andrea Wolf-Ronahî

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/02/2022 - 13:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Sembola Têkoşîna Enternasyonal: Andrea Wolf-Ronahî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşgera Alman Andrea Wolf (Ronahî) a di sala 1996’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayeke hovane hate qetilkirin û bu sembola têkoşîna enternasyonal, sedema tevlîbûna xwe bi vê gotinê îfade kiriye: “Ji bo azadiya mirovan tevlî PKK’ê bûm.”

Şoreşgera Alman û gerîlaya PKK’ê Andrea Wolf bi nasnav Ronahî Alman, yek ji jinên ku mohra xwe li dîroka Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd daye û di rêya wê de gelek şoreşgerên ciwan ên Alman berê xwe dane têkoşîna azadiya Kurd e. Andrea Wolf weke ‘Sembola Têkoşîna Enternasyonal’ tê bi navkirin û naskirin.

Andrea Wolf-Ronahî Kî ye?

Ronahî (Andrea Wolf), di 15’ê Çileya 1965’an de li bajarê Mûnîh ya Almanyayê ji dayîk dibe. Wolf şahidiya demên herî aloz û tevlîhev yên Almanyayê (1970-80) dike. Di temenê xwe yê15 saliyê de naskirina wê bi siyasetê re çêdibe û dibe endama baska ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ya Alman. Andrea Wolf di nava malbateke sosyalîst de mezin dibe û ji bo vê jî di temeneke biçûk de li gel malbatê di nava meşên dijî sîstemê de cih digire. Andrea paşê li gel hevalên xwe rêxistina bi navê“Dema Azad 81” ava dikin. Bi vî awayî di manşetên rojnameyan de tên dîtin û tên naskirin. Piştî vêya Andrea dibe hedefa polêsên Alman û bi dehan caran tê binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî dest ji têkoşînê bernade û heya salên 1990’î xebatên xwe yên şoreşgerî dewam dike.

Lêgerîna wê ya jiyana azad berê wê dide PKK’ê

Andrea Wolf ku di heman demê de eleqeyeke xwe ya mezin ji Tevgerên Şoreşgerî yên cîhanî re heye, naskirina xwe ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re çêdibe. Dema di sala 1996’an de li Almanyayê biryara girtina wê derdikeve, tevlî PKK’ê dibe. Andrea dema tevlî PKK’ê dibe navê şoreşgera Kurd Ronahî (Bedriye Taş) ya li dijî qedexekirina Newrozê ji aliyê dewleta Alman ve agir berda bedena xwe, li xwe dike. Piştî vê Ronahî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

‘Êdî ezê weke şoreşgereke Alman li ser van axan şer bikim’

Andrea Wolf di nava PKK’ê de weke Ronahî Alman tê nasîn û di nivîseke xwede sedema tevlîbûna xwe ya PKK’ê wiha îfade dike: “Ez naxwazim di nava qirêjiya ku niha mirovahî di navê de dijî, bijîm. Ji vê qirêjiyê xwe rizgarkirin ji bo min şanaziya herî mezin e. Ezê bi hewldan û dîqeteke mezin di vê rêyê de bimeşim. Herçend ez ji çandeke cûda hatibim vir jî min li vir qet xerîbî jiyan nekir. Berpirsyariya ku min li vir girtiye, wê min biguhere û veguhere. Êdî ezê weke şoreşgereke Alman li ser van axan bijîm. Bi hêza ku ji vir bigirim ezê axên xwe biparêzim û hemû hêza xwe bikarbînim. Bawer dikim ku ezê serbikevim.”

‘Ji derveyî çiyayan ti rêyeke din ji me re nehiştin’

Şehîd Ronahî Alman, di 1’ê Gulana 1997’an de li çiyayên Kurdistanê li ser rojnivîska xwe wiha dinivîse,“Diviyabû me makîneyên şer di bajaran de bêdengkiriba lê, nebû. Ji derveyî çiyayan ti rêyeke din ji me re nehiştin.” Di 23’yê Cotmeha 1998’an de li herêma Şaxê (Şax) ya Wanê li gel 23 hevalên xwe di pevçûneke bi dewleta Tirk re sax dikeve destê dewleta Tirk û paşê jî tê qetil kirin. Qetilkirina Andrea Wolf wê demê dibe sedema krîzê di navbera Tirkiye û Almanyayê de. Tirkiye îdîakiribû ku derbarê bûyerê de ti agahiyek wan nîne. Bi salan tirba wê jî ne hate dîtin. Di sala 2011’an de derket holê ku li gundê Dokmelîtaş a Şaxê goreke komî hatiye dîtin.

‘Ji bo azadiya hemû mirovan tevlî PKK’ê bûm’

Agahiya qetilkirina Ronahî ku ji aliyê hevalên şehîd Ronahî yên ji pevçûnê sax filitîne ve û gundiyan ve hate piştrastkirin. Hevalên wê yên ji bûyerê sax filitîne wiha behsa bûyerê dikin: “Ji bo em radest bibin bi Kurdî bang dikirin. Wê demê hevala Ronahî jî bi jinan re derket derve. Çawa derket derve, bang li leşkeran kir û got, ‘Ez sosyalîstim, ji bo azadiya hemû mirovan tevlî PKK’ê bûme’. Cerdevan jî behsa tiştên di nava çantayê wê de dikirin û dengê wan dihat. Nîv saet piştî dengê heval Ronahî, dengê gulebaranê hat. Roja paştir heya saet 12.00’an em li bendê man. Piştî nîvro dijmin ji herêmê vekişiya. Em wê şevê derketin derve. Dijmin piraniya cenazeyên hevalan li cihekî kom kiribûn. Hinek jî cûda mabûn. Cenazeyê heval Kamûran şewitandibûn. Serê hevalê Agirî jê kiribûn. Cenazeyê hevala Ronahî ya 10 metre ji wan dûr bû tazîbû û singê wê jêkiribûn. Gule li serê wê û organa wê ya cinsî barandibûn.”

Ronahî dibe sembola têkoşîna enternasyonalîst

Ji bo hovîtiya li dijî Andrea Wolf (Ronahî) û hevalên wê hatibû kirin, di sala 2011’an de parêzvanên mafê mirovan yên ji welatên cûda yên cîhanê “Komîsyona Lêkolînê ya navnetewî” avakirin. Hewldanên lêkolînkirina bûyerê ya komîsyonê hate astengkirin, lê di 15’ê Îlona 2013’an de gel ji bo şehîd Ronahî û hevalên wê bîrdariya “Şehîdgeha Ronahî” vekirin. Dewleta Tirk biryar da ‘Şehîdgeha Ronahî” hilweşîne, lê rastî nerazîbûna tund a gel hat û jin bi rojan nobedê li şehîdgehê girtin. Şehîgeha Ronahî di sala 2015’an de ji aliyê balafirên artêşa Tirk a dagirker ve hate bombekirin û hilweşandin.

Niha li nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya PKK’ê de bi sedan şoreşgerên Enternasyonal ên Alman, Îngilîz, Amerîkaya Latîn û ji her neteweyekî hene û wê weke pêşenga xwe bi nav dikin.

ÇAVKANÎ: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşaran: Navbera Riha û Pirsûsê 42 kîlometre ye, 352 roj in em her roj li ser vê rêyê diçin û tên

Nivîsa Pêş

Li dijî Kurdistanê lêpirsîn – Dîsa Kurdistan!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Li dijî Kurdistanê lêpirsîn - Dîsa Kurdistan!

Jinên Rojavayî bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kirin

Jinên Rojavayî bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.