Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Qeşmer hene û sifetqeşmer hene

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/02/2022 - 0:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Qeşmer hene û sifetqeşmer hene
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Luqman GULDIVÊ nivîsand 
Qedexekirina ragihandinê bi serê xwe ne meseleyek e ku mirov karibe, erê bike. Mirov nikare bibêje, me reş dike, em destûrê nadin rojnamevaniya filanî.
Qedexekirina ragihandinê bi serê xwe ne meseleyek e ku mirov karibe, erê bike. Mirov nikare bibêje, me reş dike, em destûrê nadin rojnamevaniya filanî. Heger sûcek hebe û berpirsê wî sûcî rojnamevanek be ew rojnamevan dikare bê cezakirin; heta ji bo demekê ji rojnamevaniyê jî bê menih kirin. Mirov dikare qanûnên li dijî nûçeyên derew derêxe ji bo pêşiyê lê bigire. Lê mirov nikare bibêje, filan kanal weşaneke gemar dike, ez nahêlim nûçegihan û studyoyên wê li vir kar bikin!

Ev aqlê hizbên malbatî ye. Gava xwepêşandan çêdibin û kanalek dîmenên wê diweşîne, ew dikarin herin deriyê wê kanalê kilît bikin. Heta ew nûçegihanan dikujin yan jî bê serûşûn jî dikin. Aqlê Rojava, ne ev aql e.

Axir meseleya min wê ne ev be. Meseleya min yeke din e: Niha hinek radibin, ji nava neheqiyan ya herî safik, dixin kodika kemaçeya xwe de û navê wê digerînin. Ev meyla neqandinê, hostetiyek e. Hostetiyeke wilo ye, ku hin mirovên li sifreyên Ertugrul Ozkokan rûdinin, bi wan re dikenin û dixwin, lê careke tenê jî li keysa xwe nabihurin ku dev biavêjin insanên din. Te dît, ev mirov gava wisa tevdigerin dişibin qeşmeran.

Qeşmerî jî pîşeyek e. Lê ev mirovên ez behsa wan dikim, nabin qeşmer, dişibin qeşmeran. Qeşmer esas bi mubalexekirina nakokî û ecêban xelkê dikenînin û çiqasî di mubalexekirin û peydakirina van nakokiyan de serketî bin, ew qasî di hunerê xwe de pişpişe ne. Lê ev mirovên ez behsa wan dikim, bi kirin û gotinên xwe, bi nakokiyên gotin û emelên xwe, dişibin qeşmeran. Ji ber wê jî ez qeşmeran ji vê nirxandina hal û rewşa wan qeşmerên din tenzîh dikim.

Ka bila bê bîra me li Amedê kî li ser wê sifreya Ertugrul Ozkokî bû. Ozkok di warê ragihandina dewleta Tirk de, weke serkêşê dijminatiya tevgera rizgariya Kurdistanê bû, hîna jî bi qasî ku derfetên wî destûrê didinê, weke xwe ye. Li sifreya piştî merasîma vekirina pêşangeha Ahmet Guneştekînî, Ertugrul Ozkok û Abdullah Keskîn li ser yek maseyê bûn û bi qasî xuya dikir, kêf kêfa wan bû. Bila be, yanî bila kêf kêfa mirovan be. Lê axir, mirov kirin û emelên xwe de bişibe qeşmeran, û rabe xwe ji keysekê nehêle ji bo ku dev biavêje Tevgera Azadiya Kurdistanê, qeşmeriya mirov jî êdî ne ti qeşmerî ye.

Mesela dikare bibêje, Rêveberiya Xweser li gorî pîvanên demokrasiyê, nabe ku xebatên saziyên ragihandinê qedexe bike. Lê gava ku mesele ne rexne be, lê mesele ew be ka ez ê çawa “ya xwe li yê Kurmênc” bixim, ev sosret çêdibe. Gotinên wan jî êdî dibin ên qeşmerokan, yanî ne gotinên welê ne mirov li xwediyê wan jî êdî bigire. Lê axir, ji ber ku xasma nifşê ciwan, bi wan dadikeve û vî aliyê wan nabîne, min bal bir ser vê çûna dirûvên wan a bi ser qeşmeran ve.

Ev sifetqeşmer rexneyê nakin, derdekî wan ê weke rexneyê jî nîne. Min berê jî behsa wê anektoda hevalekî Hoserî kiribû ku bajariyên Cizîrî li bajêr li xizmekî wî xistibûn. Kalemêrî ku koma ciwanên bajarî bi gopalê xwe ji ser wî dide alî û dibêje, “ka hilênin, ka hilênin” esas xweşik mebesta van sifetqeşmeran dike. Wî kalemêrî wiha dewam kiriye: “Ka hilênin, e(z) jî kopelekî li yê Kurmênc bixim”. Axir derdê van sifetqeşmeran ew e, derba xwe li yê Kurmênc bixin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 10’Ê SIBATA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

LI KURDISTANÊ HEZKIRIN HATIYE QETILKIRIN-2

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LI KURDISTANÊ HEZKIRIN HATIYE QETILKIRIN-2

LI KURDISTANÊ HEZKIRIN HATIYE QETILKIRIN-2

TAYBET – Roja 15’ê Sibatê wê di dîrokê de tarî bimîne

TAYBET - Roja 15’ê Sibatê wê di dîrokê de tarî bimîne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.