Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hezaran Şehîdên Hesekê yên Gurzê Gelan oxir kirin

Girseya gelan cenazeyê şehîdan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ya erebeyan ku bi wêneyên şehîdan, alên hêzên leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/02/2022 - 18:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

HESEKÊ – Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê cenazeyên 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê veşartin.

Şehîdên hatine oxirkirin ev in: Muhened Hesen Silêman, Ednan Ewda El-Ubeyd, Mihemed El-Ebid, Ehmed Hiwêdî El-Tewîl, Xelîl Mihemed Şêxo, Şukrî Wadî Doman, Ebdulraûf Îd El-Selîm, Elî Hisên El-Elî, Ehmed Casim El-Elî, Îmad Salih, Rêşad Ehmed Yûnis, Feysel Ebdurehman, Ednan Ebas Xilêf, Egîd Mihemed Xelîl, Ehmed Xazî Nasir, Ehmed Salih Silêman, Mihemed Fîras Dexîl, Samî Îbrahîm Yûsif, Ebdullah Xelîl El-Îfên, Xalid Ilêwî, Zehredîn Hesen Ebdo, Cuma Şêxo Beyrem û Ehmed Ayîd Salih.

Girseya gelan cenazeyê şehîdan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ya erebeyan ku bi wêneyên şehîdan, alên hêzên leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ’ê ve hate lidarxistin.

Paşê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: “Şehîdên me şehîdên pêngava lehengî ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û tevahî mirovahiyê canê xwe feda kirin.”

El-Mihbaş anî ziman ku dijminên Rêveberiya Xweser fam kirine ku leheng hene ku ji mirinê natirsin û ji bo ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûmet bijî, canê xwe didin.

El-Mihbaş her wiha got: “Em şehîdên xwe yên leheng oxir dikin û êş û azar dilê me digvêşe. Lê di heman demê de em bi wan serbilind in û ji wan fêrî lehengiyê bûne. Ji ber ku dikarîn planên erzan ên îstîxbarata Tirkiyê û hevkarên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.”

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif wiha got: “Em 121 şehîdên ku ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî bijîn, canê xwe dan, oxir dikin.”

Foza Yûsif da zanîn ku van şehîdan bi lehengî rê li ber planeke mezin li dijî mirovahiyê têk birin ku xwestin îradeya gelan têk bibin û çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin.

Foza Yûsif di dawiyê de got: “QSD, Hêzên Parastina Civakî bi hevkariya gelê Hesekê tevahî planên dijberî gel têk birin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Idrîs Selmo jî bal kişand li ser planên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmê û wiha got: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de berxwendaneke bê hempa li hemberî hêzên tarî yên dijminên mirovahiyê raber kirin û plan û êriş têk birin. Piştî têkbirina van êrişan Erdogan bê çare ma, ji ber vê yekê em dibînin ku bi balafir, tank û topan êrişî herêmên dike da ku hêza me lawaz bike û rêveberiya me têk bibe.”

Selmo da zanîn ku ew hêza xwe ji gelê xwe û hevgirtina pêkhateyan digirin û dêli hemberî tevahî êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Nivîsa Pêş

Gelê Bazîdê li dijî hikumet û zemên kerebê daketin qadan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gelê Bazîdê li dijî hikumet û zemên kerebê daketin qadan

Gelê Bazîdê li dijî hikumet û zemên kerebê daketin qadan

ROJEVA 1’Ê SIBATA 2022’YAN

ROJEVA 5’YÊ SIBATA 2022’YAN

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand; 12 leşkerên dagirker hatibû kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10’Ê SIBATA 2021’AN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.